ÊLIH - Jinên êlihî, ji bo mîtînga 8'ê Adarê bang li hemû jinan kirin ku bi reng û dengê xwe, bi tilîliyên xwe li qadan bin.
Jinên êlihî, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, dest bi amadekariyên mîtînga dê li dar bixin kirin. Jinan,, li dijî şer û komkujiyan bang li hemû jinan kirin, da bi rengê xwe û tilîliyên xwe dakevin qadan û anîn ziman ku ew ê li dijî hemû polîtîkayên ku vîna jinê tune dihesîbine "Na"yê biqîrin.
BI COŞA NEWROZÊ BEŞDARBÛYÎNA 8'Ê ADARÊ
Jina bi navê Seyran Geyik (57) wiha got: "Çawa ku dema em bi rengê xwe, tilîliyên xwe beşdarî Newrozê dibin û coş û berxwedaneke mezin hîs dikin, em bi reng xwe û tilîliyên xwe beşdarî mîtînga 8'ê Adarê jî bibin û dengê xwe bilind bikin."
‘EM Ê JI BO AŞTIYÊ LI QADAN BIN'
Dayika Aştiyê Nuran Seçkin (57) jî anî ziman ku, ew ê di 8'ê Adarê de ji bo aştiyê li qadan bin û wiha got: "Em wek dayikên aştiyê, em ê li dijî taciz, qetlîam û şer 8'ê Adarê pîroz bikin. Ji bo êdî kes nemire, ji bo aştî û biratiyê em ê li qadan bin û em ê ji vî şerî re bibêjin 'Na'."
‘EM Ê DAKEVIN QADAN Û BIBÊJIN 'NA''
Dayika Aştiyê Meyase Akdag j, bi bîr xist ku li jêrzemînan jin hatin şewitandin û qetilkirin û bang li hemû jinan kir da ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan. Akdag wiha got: "Ez wek dayikeke aştiyê bang dikim. Ji jin û heta zarokan divê her kes dakeve qadan. Bila kes li mala xwe nemîne. Di 8'ê Adarê de li Amerîkayê jin hatin şewitandin, niha jî li Kurdistanê jin li jêrzemînan tên şewitandin, qetilkirin. Bi vê re dixwazin jinan û vîna wan tune bihesibînin. Lê em jin hene. Em ê ji bo hebûna xwe bitêkoşin. Ji ber vê, da êdî jin neyên qetilkirin, neyên şewitandin em ê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û bibêjin 'Na'."
‘EM BI RENGÊ XWE BEŞDARÎ MÎTÎNGÊ BIBIN'
Suryya Demirkiliç (47) 8'ê Adara hemû jinên cîhanê pîroz kir û ji bo mîtînga dê bê lidarxistin wiha got: "Em bi zimanê xwe, rengê xwe, nasnameya xwe roja 8'ê Adarê dakevin qadan û ji bo azadiya jinê bibêjin 'Na'."
Derya Arslan jî ji bo jin û ciwanan balê kişand ser beşdarbûyîna mîtîngê û bang kir ku, divê di 8'ê Adarê de hemû jin bi rengê xwe, zimanê xwe, dilê xwe û coşa xwe beşdarî mîtîngê bibin.
'DIVÊ LI DIJÎ FERASETA QEYÛM Û AKP'Ê JIN LI QADAN BIN'
Parlementera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerikli jî bang li hemû jinên êlihî kir, da hem li dijî qeyûm û hem jî li dij, AK Partiyê dakevin qadan û wiha axivî: "Di navbera feraseta AKP'ê û qeyûmê hatiye tayînkirin de tu cudahî tune ye. Destkeftiyên ku jinên êlihî bi dest xistin îro bi feraseta AKP'ê hatin desteserkirin. Bi tayînkirina qeyûm vîna jinê tune hat hesibandin. Saziyên jinan û malên gel hatin girtin. Ji ber vê divê jin li dijî feraseta AKP'ê û qeyûm dakevin qadan."
‘EM BI HEVDU RE GOVENDA AZADIYÊ BIGERÎNIN'
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Êlihê Songul Korkmaz jî, anî ziman ku 8'ê Adarê ji bo jinan gelekî girîng û watedar e û got, jin bi têkoşînê hatine roja îroyîn. Korkmaz wiha axivî: "Ji bo xwedîderketina van destkeftiyn jinan em ê li qadan bin. Em ê têkoşîna xwe bu ruhê 8'ê Darê li taxan, kuçeyan bidomînin. Em di 8'ê Adarê de bi tilîliyên xwe bi hevdu re govenda azadiyê bigerînin. Em bang hemû jinan dikin, da wê rojê bi cilûbergên xwe yên gelêrî, bi kitanên xwe yên spî, bi erbaneyên xwe, bi tilîliyên xwe, bi ruhê jinê dakevin qada mîtîngê."