EDENE - Jinên edeneyî, ragihandin ku ew ê di 8'ê Adarê de li qadan bin û li dijî "rejîma zilemekî" dest bi berxwedanê bikin û gotin ku ew ê vê berxwedanê pêl bi pêl mezin bikin û di 16'ê Nîsanê de bigihînin "Na"yê.
Jinên edeneyî, anîn ziman ku ew ê di 8'ê Adarê de li dijî cinayetên jinan, tacîzan û "rejîma yekzilamî" li qadan bin û "Na"yê biqîrin. Parêzer Sevil Arici Bek, got di şert û mercên OHAL'ê de 8'ê Adarê pêk tê û got, dê jin li dijî van mercên çewisandin û pêkûtiyan di 8'ê Adarê de li qadan bin.
'EM Ê DI 8'Ê ADARÊ DE 'NA'YÊ BIQÎRIN'
Bek, ragihand ku ew bi salande li dijî çewisandin û şideta li hemberî jinê bi awayekî rêxistinbûyî têdikoşin û got, ber bi refandûmê ve 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wateyeke girîntir li xwe bar dike. Bek, dest nîşan kir ku ew li dijî pergala nêrza a li jinê tê ferzkirin, dengê "Na"yê bilind dikin. Bek, diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê de li dijî rejîma yekzilamî "Na"yê biqîrin.
'8'Ê ADAR ÎSAL JI BO JINAN ROJEKE DÎROKÎ YE'
Endama Partiya Sosyalîst a Bındestan (ESP) Aylin Yildiz, dest nîşan kir ku 8'ê Adara îsal rojeke dîrokî ye û wiha domand: "Çawa ku me ji bo mafê xwe yê kurtajê tawîz neda; me li kuçeyan qanûna ku dê zarokên keç bi tecawizkarên xw ere bizewicin jî perçe kir. Em ê di 8'ê Adarê de wek jinan ji bo di referandûmê de bibêjin 'Na', em ê li qadan bin." Yildiz, bnag li hemû jinan ki dar mafên xwe yên bi dest xistine winda nekin di referandûmê de bibêjin "Na". Yildiz, dest nîşan kir ku ew ê hêviya 8'ê Adarê de li dijî polîtîkayên zayendî yên AK Partiyê, li dijî tacîzan û "rejîma yekzilamî" xurtir bikin û ew ê ji bo azadiyên jinan li qadan "Na"yê biqîrin.
'DÊ JINÊN KEDKAR JI BO KEDA XWE LI QADAN BIN'
Kedkara perwerdehiyê Şukran Yeşil a bi KHK'yê hat îxrackirin, diyar kir ku di demên dawî de li dijî nasnameya jinê bi awayekî zêde êrîş çêdibin. Yeşil, bi bîr xist ku di dema qedexeyên derketina derve de li nav kuçeyan bedenên jinan hatine teşhîrkirin û wiha got: "Îktîdar polîtîkayên xwe yên şerî bêtir li ser jinan dimeşîne. Li gel van êrîşan hemûyan jî jinan dev ji têkoşîna xwe berneda û dê bernedin jî." Yeşil, diyar kir ku, ev qanûna bingehîn bi temamî li dijî jinan hatiye derxistin û wiha got: "Ji ber vê em ê ji vê Qanûna Bingehînr e bibêjin 'Na'. Em ê wek jinên kedkar di 8'ê Adarê de li qadan bin."
Yeşil, dest nîşan kir ku ew ê kuçeyan neterikînin û wiha got: "8'ê Adarê ji bo jinan rojeke girîng a têkoşînê ye. Em ê di vê roja girîng de dakevin qadan û li dijî hemû çewisandin û êrîşan li ber xwe bidin. Pêvajoya OHAL'ê be jî dê jin li qadan û kuçeyan, ji bo daxwazên xwe, nasnameya xwe û pêşeroja xwe 'Na'yê biqîrin û mohra xwe li dîrokê bixin."
'DÊ JIN BI NAYÊ BIGIHÊN HEV'
Yeşil, ragihand ku jinan bi stranên xwe li dijî pergala serokatiyê û "rejîma yekzilamî" dest berxwedanê kiriye û got, ew ê vê berxwedanê pêl bi pêl mezin bikin û di 16'ê Nîsanê di referandûmê de bigihînin "Na"yê. Yeşil wiha axivî: "Ji bo pêşeroj û azadiya jinê em ê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û 'Na'yê bi rê ve bibin."
'EM Ê LI DIJÎ PERGALA SEROKATIYÊ LI QADAN BIN'
Endama Partiya Şoreşgeran Aycan Gaye jî, dê jin ji bo keda xwe ya tê astengkirin di 8'ê Adarê de li qadan bin û got, di 8'ê Adarê de hat ku dengê wan derkeve ew ê "Na"yê birêxistin bikin. Gaye, diyar kir ku heke di referandûmê de "Erê" derkeve, dê çewisandin û şideta îktidarê ya li ser jinan zêdetir bibe û got, pergala serokatiyê ew pergala ku dê jinê piştguh bike. Gaye, diyar kir ku di li dijî pergala serokatiyê jin dakevin qadan û "Na"yê biqîrin.