ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr a di civîno komê de axivî diyar kir ku jiyên ku bi sîstema hevserokatiyê siyaset veguherandin dê yekserokatiyê qebûl nekin û wiha got: "Em ê li hemberî van polîtîkayan vî dirûşmê bilin bikin: Em ê teqez azadiya xwe bi dest bixin."
Di civîna Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê Koma Jinan civîn li dar xist. Ji gelek saziyên jinan jin beşdarî civînê bûn. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose, Hevseroka SYKP'ê Tulay Hatîmogullari jî beşdarî civînê bûn. Di civînê de wêneyên parlamenterên jin û dowîzên xemrî yên ji bo kampanyaya referandumê hatine amadekirin hatin hilgirtin.
Di civînê de sînevîzyona ku ji axaftinên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a parlamenteriya wê hate xistin hate nîşandan.
'JI DENGÊ JINAN DITIRSIN'
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr di civînê de axivî û diyar kir ku divê îro Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a di 4'ê Mijdarê de hate girtin biaxiviya û wiha berdewam kir: "Yên ku ji têkoşîna jinan ditirsin dibêjin qey jinan bi xistina girtîgehan bi dîlgirtinê bi ser kevin. Lê nizanin ku xeled in."
Taşdemîr destnîşan kir ku ev demeke dirêj e li hemberî partiya wan polîtîkaya tasfiyekirinê di dewreyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li pişt deriyan bi polîtîkayên qirêj ve parlamenteriya Fîgen Yuksekdag hate xistin. Ya herî balkêş jî ew e ku bi madeya ku ji Erdogan re riya siyasetê vekir ve parlamenteriya Yuksekdag hate xistin. Yên ku fetwa didin dikarin panelan bidin lê posterên Birêz Yuksekdag hatin komkirin. Lê bila ji bîr nekin ku parlamenteriya ku gel daye ancax gel dikare paşve bigire." Taşdemîr diyar kir ku jinên ku bi sîstema hevserokatiyê ve siyaset veguherandin dê yekserokatiyê qebûl nekin.
'JIN FERASETA DARBEYÊ BAŞ NAS DIKIN'
Taşdemîr di berdewama axaftina xwe de wiha got: ""İro salvegera darbeya 28'ê Sibatê ye. Bi hezaran jin ji bet terzê xwe yê jiyanê hatin mexdûrkirin. Ji ber ku tenê serê wan girtî ye jinên ku ji karên xwe hatih avêtin, keda wan ahte desteserkirin, li zanîngehan rastî êrîşan hatin ev mexdûrbûnên xwe veguherandin berxwedanê û piştevaniya di navbera jinan de hunan. AKP ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi derûdorên ku di 28'ê Sibatê de jin biçûk xist ve tiqaf çêkiriye. Ev tifaq jinan dike hedef û êrîşî jinan dike. Feraseta ku di 28'ê Sibatê de Merve Kavakçi dernexist kursiya Meclîsê û ya ku parlamenteriya Fîgen Yuksekdan bi awayekî bêdeng bi kumpasekî ve li Meclîsê xist heman feraset e. Em jin vî ferasetî baş nas dikin.
28'Ê SIBATÊ ROJA KU AŞTÎ HAT AXAFTIN E
Îro salvegera 28'ê Sibatê ya Mutabaqata Dolmabahçeyê ye. Navê roja ku aştî hat axaftin e. Mutabaqata Dolmabahçe ya ku Birêz Ocalan bi israr li ser sekinê ji bo ku jin li ser maseyê aliyekî çareseriyê rûnên hewl da peymana civakî ya ku jin di aştiyê de rola pêşeng bin bû. Lê ev mutabaqat nedîtî ve hat dîtin. AKP li şûna mutabaqatê tifaqên şer, li şûna diyalogê tehdîdê, li şûna qanûnan KHK'an tercîh nekiba îro me yê li ser 10 madeyên Mutabaqata Dolmabahçeyê nîqaş pêş bixista. Wekî ku di mînaka Kolombiyayê de piştî şerê 53 salan bingeha lihevkirinê hat afirandin me jî înşakirina aştiyê dikaribû nîqaş bikira û bi heyecana vê dikaribûn bihatana gel hev.
Li gundê Xerabê Bava wehşet tê jiyîn. Gundê ku ev 14 roje hemû riyên ragihandinê hatine astengkirin, ketin û derketina gund qedexeye û ceyran hatine birîn. Pêdiviyên av û xwarinê bi cih nanîn. Ne tenê mirov, hemû zindî di hedefê de û axir tên şewitandin. Mal vegerandine baregehan. Em di tora civakî de wêneyên kesên rastî îşkenceyê hatine dibinin. Wezîrê Hundir ku diviyabû hesabê van wêneyan bide me derdikeve û henekê xwe bi me dike û îşkenceyê rewa dike.
KARÊ DESTÊKÊ YÊ QEYÛM RAWESTANDINA XEBATÊN JINAN BÛ
Hevşaredarên jin ên 35 şaredaran hatine girtin. Kare destpêkê yê qeyûman destavêtina sazî û xebatên jinan bû. Destpêkê jin ji kar derxistin. Herî dawî qeyûm li Wanê got ‘jin nikarin bibin ajokar’ jinên ajokar ji kar avêtin.
EV DÎLGIRTIN DÊ ‘NA’ ME BÎNE CEM HEV
Ji di siyaset, kolan, malê de ji ber zilamtiya hatiye bilindkirin, di şertên OHAL’ê de dijîn. Lê bi îlankirina OHAL’ê re ev şert hatin rewakirin. Xizmetên ku ji bo bihêzkirina wekheviya jin-zilam a di nava jiyana civakî de ji ber rojeva OHAL’ê bê nirx dibin. Jinên rojnameger, akademîsyen, mamoste û siyasetmedar ên aştî û azadiya jinan parastin hedef tên girtin. Ji dema OHAL hatiye îlankirin heta niha bi sedan jin li dijî binpêkirin, bêhiqûqî û bêdadiyê, aştî û demokrasî parastin. Akademîsyen Nuriye Gulmen ku bû dengê gelek jinan, mamosteyê Enqereyê Acun Karadag, xebatkara civakê Betul Celep hinek ji van kesanin. Em ji vir bang dikin; ev dîlgirtina ji jinan derbasî jinan dibe dê ‘Na’yên me bine cem hev. Dê hêviya xwedîderketina jiyanê ya jinan di ‘Na’ de derbikeve holê.
Di 394 şaredariyên AK Partiyê de tene di 7, 21 wezaretan de tene jinek cih digire. Naxwazin jin derbarê rastiyan de gotinekê bêjin. Jinên muxalefet li ser laşe xwe tên biçûkxistin. Wekî hemû rêveberiyên faşist ên di dîrokê de AKP jî ji jinan re qadên civakî tune dike. Hêjamara sûcên nefret û şîdeta zilaman a li dijî jinan her ku diçe zêde dibe û nîşan dide ku qirkirinek tê jiyîn.
EM Ê DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN DE BIBIN MUXATAB
Wekî jin em ê azadiya xwe bidest bixin. Em ê bi ‘Na’yên xwe di çareseriya pirsgirêkan de rola jinan derxînin holê. Em ê di pêşeroşa jinan de înîsiyatîfa xwe diyar bikin, em ê di çareseriyên pirsigêkên civakî de bibin muxatab.”
Piştî Taşdemîr li ser navê saziyên bi KHK’ê hatine girtin nûnerên wan axivîn.
Hevseroka Egîtîm Sena Hejmar 1 a Amedê Havva Karahanci û Nûçegihana JİNHA’yê ya Enqereyê Duygu Erol jî axaftinek kurt kirin.