ÊLIH - Jinên Êlihî, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo piştevaniyê ji jinên girtî re kart şandin.
Jinên Êlihî, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo piştevanî û şêwirmendiya jinên girtî ji jinên girtî re kart şand. Jinan berî kartan bişînin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya ÊLihê Saadet Beceriklî û gelek nûnerên saziyan ên jin amade bûn. Hevşaredara Awiskê ya Êlihê Hidayet Tiryakî ku ji peywirê hat dûrxistin daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê jinan kartên li ser “Bi rihê Jinên Berxedêr, bi tekoşnêke bi heybet, bi hêviya azadî û serkeftinê, roja Jinên kedkar ên cîhanê li we proz be” nivîsandibûn ji jinan re şandin.