Dê li Manîsayê jin bi 'Na'yê li qadan bin!

MANÎSA - Li Manîsayê, rêxistinên jinan diyar kirin ku ew ê di 8'ê Adarê de li dijî qetlîamên jinan û "rejîma yekzilamî" dakevin kolanan û ji bo dawîlêanîna rejîma çewisandinê ya li jinan tê ferzkirin, bang li jinan kirin ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan û "Na"yê biqîrin.

Li Manîsayê jî dê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jin li qadan bin. Jinên ku dê êvara 8'ê Adarê li Qada Manolyayê bên gel hev. Dê jin li vê qadê li dijî qetlîamên jinan, taciz û tecawizan çalakiyên cur bi cur li dar bixin û her wiha dê di 11'ê Adarê de jî bi heman têmayê li eywanê çalakiyekê li dar bixin. Rêxistinên jinan ên Manîsayê, li gel çalakiyên maf û keda jinan, bang li hemû jinan kirin da li dijî pergala serokatiyê dakevin qadan û bibêjin "Na".

'PERGALA SEROKATIYÊ JI BO PIRSGIRÊKÊN JINAN NE ÇARESERÎ YE'

Berdevka Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin a Manîsayê Semiha Hasgor, ew ê 8'ê Adar îsal li Tirkiyeyê heta li hemû cîhanê bi têmaya "Na"yê li dar bixin. Hasgor, ji bo çi divê jin di referandûmê de bibêjin "Na" vegot û wiha axivî: Çareseriya pirgirêka betaliyê ya jinan ne pergala serokatiyê ye. Her wiha pergala serokatiyê ji bo neewlehiya kar jî ne çareserî ye. Dema em di îhlalkirineke mafî de serî li darazê bidin, em dixwazin em rastî serokomarekî bêalî û darazeke serbixwe bên. Berî pergala serokatiyê bê ji niha ve em rastî vanan nayên. Li her derên Tirkiyeyê bombe diteqin. Em li tu deverên Tirkiyeyê ne di ewlehiyê de ne. Ne li çarşiyê, ne li bazarê, ne jî li malê. Riya nêvengeke aram û ewle ne pergala serokatiyê ye. Em dibêjin jin jin e, 'Na' jî 'Na' ye." Hasgor, herî dawî ji bo "Na"yê bang li hemû jinan kir da di 8'ê Adarê de dakevin qadan.

'EM BÊ LI GEL OHAL'Ê JÎ BIBÊJIN 'NA''

Ji jinên HDP'î Suna Tunç jî, got li gel pêvajoya çewisandinê ya OHAL'ê jî ew ê di 8'ê Adarê de li qadan jinên hatine qetilkirin bi bîr bînin. Tunç wiha got: "Di nêvenga niha de, li ser civakê çewisandineke giran heye. Di her warî de mirov nikare dakeve kuçeyan. Çewisandin û pêkûtiyên giran hene. Li gel vê jî dê di 8'ê Adarê de jin bi awayekî herî baş jinên hatine qetilkirin bi bîr bînin. Em ê vê bi referandûmê re rojane bikin û heta ji destê me bê em ê bi awayekî herî baş bi bîr bînin. Em ê li dijî pergala yekzilamî ya hemû raye li ber destê kesekî kom dibin bibêjin 'Na'."