'Dê jin 4 krîzên sereke yên cîhanê çareser bikin'

AMED - Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Gulistan Akel, diyar kir ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo jinên kurd tê wateya berxwedanê û hêza jinê nîşan da. Akel, destnîşan kir ku li her deverên cîhanê 4 krîzên sereke yên ji aliyê pergala serdest a mêr ve hatine afirandin â dc krîza demokrasiyê, newekheviya zayendî, krîza ekolojîk û krîza aborî ye û ev krîz dê çareser bibin"


Endama Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Gulistan Akel, wateya ku jinên kurd li 8'ê Adarê bar kirine, piştevaniya wan a ji bo têkoşîna azadiya jinê, perspektîfa têkoşîna rêxistinbûyîna jinê ya bi bîrdoziya rizgarkirina jinê derket holê nirxand. Akel, diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê roja çalakî û têkoşînê ye û got, ew li dijî hemû şideta ku ji aliyê pergala serdest ve hatiye afirandin, wê wek roja têkoşînê pîroz dikin. Akel, dest nîşan kir ku bi taybetî ji bo jinên kurd 8'ê Adarê xwedî wateyeke cuda ye û wiha got: "Çimkî perçeyeke gelê ku nasname û zimanê wî tune tê hesibandin bi xwe ye. Ji bo jiyanê, ji bo têkoşînê rojeke girîng e. Jinên kurd, di warê têkoşîna azadiya jinê de 40 sal e gelek tiştên girîng kirin. Ji ber vê yekê, 8'ê Adarê vê gihandiye merheleyeke girîng."

‘8'Ê ADARÊ TÊ WATEYA BERXWEDANÊ'

Akel, diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo jinên kurd tê wateya berxwedanê û got, bi têkoşîna jinan dîrokek derketiye holê. Akel, anî ziman ku îro li cîhanê herî zêde jinên kurd li dijî pergala serdest a mêrî derdikevin û wiha axivî: "Niha em di pêvajoyeke ku wek şerê 3'yemîn ê cîhanê tê wesifkirin re derbas dibin. Li nav dilê Rojhilata Navîn Kurdistan heye. Ji ber vê li navenda şer ji aliyê jinên gelekî ve dengdayîna ji bo berxwedanê û têkoşîna wê ji aliyê me ve biwate ye. Her wiha, Şoreşa Rojavayê ya ku dê cîhanê wê wek mînak esas bigire pêk hat. Êdî ev ji bo jinên kurd veguherî destkeftiyeke ku dê bi pşa ve neçe."

‘JIN DIKARIN 4 KRÎZÊN SEREKE YÊN CÎHANÊ ÇARESER BIKIN'

Akel, diyar kir ku li her deverên cîhanê ji aliyê pergala serdest a mêrî ve çar krîzên sereke hatine afirandin û wiha axivî: "Yek ji vana krîza demokrasiyê, yek jê newekheviya zayendiyî, yek jê krîza ekolojîk û ya din jî krîza aborî ye. Lê navenda van krîzan, krîza newekheviya zayendî ye. Lê belê, dema krîza newekheviya zayendî bê şikandin, dê ev krîz jî bên çareser kirin. Li dijî pergala dewletê ya 5 hezar salî, li Kurdistanê jinên ku nirxên pergala xwezayî ya bi dehan sala vediguhezînin, dikarin vê pêngavê pêk bînin."

Akel, diyar kir ku bingeha cerîbîna têkoşîna jinan pir têkûz e û wiha got: "Em li her qadên jiyanê têdikoşin. Hincetên têkoşîna me zaf in. Dema em çêdibin ji xwe em rastî hin rolên ku wek kincan li me hatine fesilandin tên. Ji ber vê têkoşîna me ji dema welidînê dest pê dike. Lê belê, wek jinên kurd em rastî kangrenî hatin. Ne tenê wek jin, wek mirovekî/ê ku bi zimanê xwe, nasnameya xwe wek heyînekê nayê qebûlkirin; em bi pergaleke wisa re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê, divê em 2 qat zêdetir bitêkoşin. Heke îro em ji bo jinên cîhanê bûbin mînak sedem ev e."

‘EM Ê QADAN NETERIKÎNIN'

Akel wiha domand: "Îro pêvajoya li Tirkiye û herêmê ne pêvajoyeke asayî ye. Li herêmê kuçe, qada ji gelê kurd re hatine girtin. Em ê li gel vê pêvajoya zehmet jî, di 8'ê Adarê de li qadan bin. Me heta niha tu carî qad neterikandine û em ê ji niha û pê ve jî neterikînin. Çimkî, qad û kuçe dijminên herî mezin ên feraseta serdest a mêrî ne û herî zêde ji van qadan ditirsin. Em ê li gel hemû polîtîkayên çewisandinê jî, bi jinan re werin gel hev û em ê ji bo azadî û berxwedanê gotina xwe bibêjin."

‘DÊ DI 16'Ê NÎSANÊ DE BI BERXWEDANA JINÊ AZADÎ BI SER KEVE'

Akel, dest nîşan kir ku ew pêvajoya referandûm û 8'ê Adarê bi hevdu re pêşwazî dikin û wiha bang li hemû jinan kir da dakevin qadan: "Pêvajoya em tê de ne, bi rastî jî pêvajoyeke zaf girîng e. Em ê di 8'ê Adarê de li qadan li qadan li dijî rejîma tekparêz û yekzilamî 'Na'yê biqîrin. Dê di 16'ê Nîsanê de bi berxwedana jinê azadî bi ser keve."