Saime Kaya bi keda xwe dijî

AMED - Saime Kaya ya zivistanan bi keda destan û havînan jî bi firotina simîtan têdikoşe, hêza xwe ji jinan digire û tevî zarokên xwe têkoşîna hebûnê dide.

Saime Kaya (40), zivistanan li malê bi çêkirina tiştên destan debara xwe dike û piştî hewa germ dibe li Sumerparka Yenîşehîra Amedê simît, çay, av û dendikan difiroşe. Kaya ya bi salan bi tena serê xwe li ber xwe de, got herî zêde zarokên wê û jinên tên parkê piştevaniya wê dikin. Kaya, li gel xwendin û nivîsandina wê tune ye jî, ji bo 5 zarokên xwe mezin bike her tim xebitiye.

‘SWÊ DEMÊ ME NIZANIBÛ HEZ, EVÎN ÇÎ YE'

Kaya ya di temenê xwe yê zarokatiyê de bi xwezgîniyî bi kurê xalê xwe re hatiye zewicandin, ji roja ku zewiciye her tim bi keda xwe li se rpiya maye. Kaya wiha axivî: "Wê çaxê, me nizanibû hez, evîn çî ye. Malbatên me xwestin û em jî zewicîn. Ji xwe kurê xalê min bû. Di dema me de bi gotina dê û bavan dihat kirin. Bi zorê dizewicandin. Baş nedikirin, lê ev tişt êdî tune ne."

BI ZAROKÊN XWE HAY JI HEZÊ ÇÊDIBE

Kaya, diyar kir ku wê bi zarokên xwe re hez nas kriiye û got, di rojên zewicandina wê yên ewil de rastî şideta mêrê xwe dihat û wiha domand: "Min nizanibû hez çî ye. Dema zarokên min çêbûn, ez hay ji hezê bûm. Di salên ewil ên zewaca me de hevjînê min zaf li min dida. Ji bo zarokên xwe, malbata xwe min îdare dikir. Heke niha bûna, min qet qebûl nedikir. Wê demê fikra gelo dê civak çi bibêje zêde bû. Û ji ber dihat serê her kesî, wek tişteke normal dihat dîtin."

‘HEKE JI BO LÊDANÊ HEWL BIDE ÊDÎ QEBÛL NAKIM'

Li ser pirsa "Gelo hevjînê te dev ji şidetê berda?" Kaya bi ken wiha got: "Mecbûr ma. Nexweşîna wî ya dil heye. Ji roja em zewicîne ez debara malê dikim. Ew jî carinan diçe bazarê tişt miştan difiroşe. Rojekê dema cixareyên qaçax difirot hat binçavkirin. Demekê di girtîgehê de ma. Hemû xizmên wî, malbata wî û hevalên wî pişta xwe dan wî. Kesî alîkariya wî nekir. Ez hem xebitîm hem jî min li zarokan û li wî dinihêrî. Piştî ji girtîgehê derket guherî. Got, 'Tu di her şert û mercî de li cem min bûyî, te dev ji min berneda.' Paşê êdî serî li şidetê neda. Ji xwe heke ji bo lêdanê hewl bide êdî ez qebûl nakim."

‘JIN HÊZÊ DIDIN'

Dema em sohbet dikin, tim jin silavê didin û li ser vê em ji Kaya dibiprisin ku jin ji bo vê rewşa wê çi dibêjin. Kaya wiha got: "Dema min dest bi ka rkir, herî zêde jinan piştevaniya min kir. Digotin, 'Helal be ji te re tu nakevî bin mineta kesî. Bi keda xwe pereyên xwe qezenc dikî.' Niha jî, yên nas bikin an nas nekin hemû jinên di vir re derbas dibin silavê didin an jî li hal û ehwalê min dipirsin. Ev jî hêzê dide min."

Kaya, balê kişand ser xebatê û band li hemû jinan kir ku divê muhtacî mêr nebin û wiha got: "Ji bo jin çarenûsa xwe biguherînin, divê ji malê derkevin. Divê li destê mêr nenêrin. Dema bixebite û pereyan qezenc bike bi xwe bawer dibe."

'EM HER ROJ KEDÊ DIDIN'

Em bi bîra Kaya dixin ku ji Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re hindik maye. Li ser vê Kaya, dest nîşan dike ku divê ne rojek her roj ên jinan bin û wiha got: "Çimkî em her roj kedê didin, ji ber vê divê her roj ên me bin. Di van mercan de dizanim ev ne pêkan e, lê heke wisa bûna dê xweştir bûna."

‘MA MIROV DÊ ÇAWA JI KESÊ ZILMÊ DIKE BIBÊJE 'ERÊ'?"

Kaya, diyar kir ku yên tên pargê herî zêde li ser referandûmê diaxivin û li ser vê dema me rengê dengê Kayayê jê pirsî bi ken wiha got: "Bila ya bi xêr be. Ma mirov dê çawa ji kesê zilmê dike re bibêje 'erê'? Ji Xwedê natirsin, zilmê dikin. Em aştiyê dixwazin. Ez te nas nakim, tu hatî û te silav da û rûniştî. Lê careke din tu werî ez ê te nas bikim û gazî te bikim. Ha cîrantî, yekîtî ev e. Lê yên zilmê li me dikin, yekîtiyê naxwazin."