STENBOL - Jinên ku îsal di bin şertên OHAL'ê ve 8'ê Adarê pêşwazî dikin ji bo xwedî li keda xwe derkevin, hesabê her jinên ku ji nava wan tên girtin bipirsin, li dijî feraseta yekperest, mîlîtarîst û şîdeta zilam û dewletê îradeya xwe ya berxwedan û redkirinê ya 160 salan dê li qadan bi "Na" ve bigihînin hev.
Li ser îlankirina roja ku jin ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têkoşîna xwe dane destpêkirin tam 160 sal derbas bû. Pêvajoya ku di 1857'an de bi qetilkirina 129 jinên ku li New Yorka Amerîkayê xwestin şert û mercên wan ên xebatê bê başkirin dest pê kir di dîroka têkoşîna jinên cihanê de xwedî ciheke girîng e. Bi pêşniyara ji pêşengên Partiya Demokratên Civakî ya Almanyayê Clara Zetkînê ve jî ji bo bîranîn jinên ku hatin qetilkirin 8'ê Adarê wekî Roja Jinan a Cihanê hate pîrozkirin û ew roj ji bo jinan bû roja îsyana jinan a li hemberî sîstema baviksalarî.
Li Tirkiyeyê 8'ê Adarê yekem car di 1921'an de wekî Roja Jinên Kedkar ên Cihanê hate pîrozkirin salên piştre jî ji cihên girtî derket û li kolanan belav bû. Lê piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an 4 salan qet nehat pîrozkirin. Di encama berxwedana jinan de di 1984'an de 8'ê Adarê careke din hate pîrozkirin. 8'ê Adarê dê îsal jî di şertên Rêveberiwa Awarte (OHAL) de bê pîrozkirin. Di pêvajoya OHAL'ê de jinên ku dibêjin "Em li her derê li ber xwe didin" beriya çend hefteyan bernameyên xwe yên çalakiyan aşkera kirin û gotin dê li qadan bin.
Îsal ji ber ku di 16'ê Adarê de ji bo guhertina qanûna bingehîn dê referandum pêk jin pîrozbahiyên îsal bi kampanyaya "Na" re kirin yek û ligel OHAL'ê jî li dijî şîdeta dewlet û hikûmetê îlan kirin ku dê derkevin kolan û qadan.
JI BO JINAN ŞERTÊN NEEWLE ÇÊBÛ
Dİ salake dawî de bi taybetî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê OHAL a ku di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hate îlankirin û hê jî berdewam dike binpêkirinên mafan gelekî zêdebû û herî zêde jî vê yekê bandor li ser jinan kir. Zilamtiya ku OHAL'ê zêde kir li mal, otobus, park, kargeh û li her derê jiyanê bû sedema êrîşên zayendî û ji bo jinan şertên neewle hatin avakirin. Bi qanûnên ku tê xwestin bê derxistin ve jî hewl tê dayîn ku zarok bi îstismarkaran ve bên zewicandin. Li Tirkiyeyê jinên ku di bin çavan de rastî şîdeta zayendî tên û îradeya wan ji aliyê qeyûmên ku hatine tayînkirin ve hatiye xespkirin û li welat rojê nêzî 5 jin ji aliyê zilaman ve tên kuştin.
Jinên ku li kolanan dimeşiyan rastî êrîşa zayendî hatin, li otobusan rastî pehînen zilaman hatin, dema spor dikirin li parkan rastî şîdetê hatin. Jinan li hemberî van êrîşan bi berxwedanê bersiv dan, jinên ku ev zilamtî qebûl nekirin ji qadan venekişiyan. 2016 a ku di warê şîdeta li hemberî jinan de salekî ne baş bû di heman demê de salekî bi berxwedana jinan derbas bû.
JI SEDÎ 50 KUŞTIN DI DEMA OHAL'Ê DE PÊK HAT
Li gorî daneyê Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di 2016'an de 328 jin hatin qetilkirin û ji wan ji sedî 50 di dema OHAL'ê de qewimîn.
li gorî daneyên bîanetê jî di 2016'an de 261 jin û zarok hatin kuştin, 75 jin rastî êrîşa zayendî hatin, 240 jin ji bo fuhuşê bikin rastî zorê hatin, 119 jin rastî îstismara zayendî hatin, 417 jin rastî îstismara zayendî hatin û 348 jin birîndar bûn.
DI 61 DOZÊN KUŞTINÊN JINAN DE JI BO 22'AN CEZA HAT KÊMKIRIN
Rayedarên dewlet û hikûmetê yên bi gotina "ne wekî madaman wekî zilaman mirin" ve zilamtî teşwiq kirin bi gotinên ve jî şîdeta li hemberî jinan rewa dîtin. Li hemberî zilamên ku li hemberî jinan şîdet pêk anîn di bin navê "rewşa baş" "texrîk" cezayê wan hate kêmkirin û wekî ku hatin xelatkirin. Di 2016'an de di 61 dozên ku têkîldarî kuştinên jinan hatiye vekirin 22 dozan de bi hinceta "rewşa baş" an jî "texrîkê" cezayên zilaman hatin kêmkirin. Ji ber ku gotinên jinan esas nehatin girtin zilamên ku êrîşa zayendî pêk anîn hatin berdan.
LI WEQFA ENSARÊ SKANDALA ÎSTÎSMARÊ
Di 2016'an de li Weqfa Ensarê îstismara zayendî ya hate jiyîn li Tirkiyeyê bû rojev û di şertên OHAL'ê de jî şîdeta zayendî ya li hemberî jinan çêbû.
Di meha adarê de li Karamanê li malên aydî Weqfa Ensarê û Komeleya Mezunên Lîseya Îmam Xetîpê ya Anadolu ya Karamanê (KAÎMDER) Muharrem Buyukturk ê ku dersên ol dida zarok îstismar kir, ev yek bû sedama ku jin rabin li ser piyan û îsyan bikin. Lê rayedarên hikûmetê ketin nava hewldana pak nîşandana Ensarê. Ji bo ku bûyera îstismarê ji rojevê bixin 508 sal ceza dan Buyukturk.
JI SEROKWEZÎR JI BO ZILAMAN PÊŞNIYARA 'BIKIN MIREMIR'
Hemşîreya bi navê Ayşegul Terzî di meha tîrmehê de li Çekmekoy a Stenbolê li otobusê ji ber ku şort li xwe kiriye rastî êrîşa zilamê bi navê Abdullah Çakiroglu hat. Ev bûyer bû sedema nerazîbûnên jinan û Çakiroglu hatibe girtin jî di doza yekemîn de bi gotina "Ez li gorî hiqûqa îslamê tevgeriyam" xwe parast û hate berdan. Serokwezîr Bînalî Yildirim jî têkîldarî pehinê pêşniyara "Dibe ku neçe xweşiya te tu dê bikî miremir" li zilaman kir.
CÎNAYETA NIFRÎNÊ: HATE ŞEWITANDIN
Di meha tebaxê ku OHAL'ê berdewam dikir de aktîvîsta LGBTÎ Hande Kader di encama cînayeta nifrînê de hate şewitandin û qetilkirin.
TÎRELÎ YA DUCANÊ BI PEHÎNÊ HATE DERBKIRIN
Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê Ebru Kaya Tîrelî ya ducanî dema li parkê spor dikin ji aliyê zilamê bi navê Davut Kahraman ve hate derbkirin. Lê Kahraman di danişîna yekemîn de hate berdan lê ji ber ku li hemberî zarokekî êrîşa zayendî pêk aniye girtî ye.
LI OTOBUSÊ ÊRÎŞA ZAYENDÎ
Li Etîmesgut a Enqereyê jineke ku hem welatiya Tirkiyeyê hem jî welatiya Azarbaycanê ye di otobusê de ji aliyê ajokarê otobusê ve rastî êrîşa zayendî hat. Piştî êrîşê ajokarê bi navê Îbrahîm T. gustilka jinê jî bi zorê girt û bi gotina "ger ku tu biçî polîs an jî ji kesekî re bibêjin ez ê tecawîzî te bikin, qirika te jêkim" gef li jinê xwar.
QEYUM HATIN TAYÎNKIRIN: 34 HEVŞAREDARÊH JIN GIRTÎ NE
2016'an de jinên ku di qada siyasetê de têdikoşin bû saleke destkeftiyên wan xespkirinê jî. Ji 11'ê îlona 2016'an heta niha qeyûm tayînî 69 şaredariyên aydî Partiya Herêman a Demokratîk hate kirin. Heta 4'ê Sibatê ji 69 şaredariyan 78 hevşaredar girtî ne. Tayînên qeyûman ên ku li dijî sîstema hevserokatiyê wekî êrîş tê dîtin, ji hevşaredarên girtî 34 hevşaredarên jin in.
ZILAM TAYÎNÎ YEKÎNEYÊN JINAN KIRIN
Qeyûmên ku hatin tayînkirin jî yekî karên yekem xebatên jinan hedef girtin û xebatên jinan dan rawestandin. Saziyên jinan ên ku di bin banê şaredariyan de ji bo îstihdamkirina jinan hatine avakirin ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, zilam tayînî yekîneyên jinan hate kirin.
7 PARLAMENTERÊN JIN ÊN HDP'Î GIRTÎ NE
Di nava salê de êrîş bi vî re jî bi sînor nema. Bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag re 7 parlamenterên jin ên HDP'î hatin girtin û şandin girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê. Dîsa Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP'ê Aysel Tugluk jî di çarçoveya operasyonên siyasî de hate girtin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi KHK'ê ve hate girtin Ayla Akat Ata hate derbkirin û hate binçavkirin, piştre jî hate girtin.
DI BIN ÇAVAN DE ŞÎDETA ZAYENDÎ ZÊDE BÛ
Piştî ku li bajarên kurdan qedexeya derketina derve hate îlankirin jin rastî şîdeta leşker û polîsan hatin, piştî hewldana darbeyê jî di bin çavan de şîdeta zayendî zêde bû. Rêxistinên jinan û rêxistinê mafên mirovan daxuyandin ku bi OHAL'ê re di bin çavan de şîdeta zayendî zêde bû.
DERIYÊN SAZIYÊN JINAN HATIN MOHRKIRIN
Di çarçoveya OHAL'ê de bi KHK ên ku hatin derxistin ve tekana ajansa jinan nûçeyan JINHA hate girtin, bernameyên jinan ên di ÎMC de Mor Bulten, di Hayatin Sesî TV 7e Ekmek ve Gul jî bi girtina televîzyonan ve ji holê hatin rakirin. Dîsa bi KHK an ve deriyên bi sedan saziyên jinan hatin mohrkirin.
LI DIJÎ TUNDIYA MÊR Û DEWLETÊ PARASTINA REWA
Bi pêkanînên OHAL'ê mêr tundî zêde kir, lê dîsa jinan kolan terkî tarî û mêr nekir. Jinên ku qad û kolan terk nekirin, li dijî tundiya dewlet û mêr hêrsa xwe kirin serhildan û milê xwe parastinê xurt kirin. Jinên ku di sala 2016'an de bi qanûnên dewletê nehatin parastin, 17 jinan di parastina rewa û xwe parastinê de neçar man ku mêren tundî pêk anîn bikujin.
DESTKEFTIYÊN MEZIN BI DEST XISTIN
* Sala par ji sedî 50'î cînayetên jinan ji ber pergala dewletê ya halê baş û daxistina ceza pêk hatin. Îsal ev rêje daket ji sedî 36'an û ev wekî destkeftiyan hat dîtin.
* Komîsyona Lêkolîna berdanan a li meclîsê hat avakirin, û rapora piştî wê hat weşandin, bu sedema berteka jinan. Jinan rapor nas nekir û çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyan rapor ji rojevê derket.
* Çilem Dogan ku ji bo bijî neçar ma ku hevserê xwe yê tundî bikar anî bikije, di encama têkoşîna jinê de hat berdan.
* Pêşnûmeya zagonê ku di qada cemaweriyê de wekî "îstîsmara zayendî" deng veda rê li pêşiya ku zarok bi îstîsmarkarê xwe re bizewice ji aliyê jinan ve rastî bertekên tund hat. Ji hemû beşên civakê bi milyonan jin daketin kolanan. Jinan gotin "Destê xwe ji ser bedena zarokan bikişînin û bertekên xwe anîn ziman û li pêş meclîsê çalakî pêk anîn. Di encama têkoşînê de pêşnûma paşve hat kişandin.
* Zuhal Guneş a li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Manisayê ji aliyê Midûrê Valfsel A.Ş. ve rastî êrîşa zayendî hat û ji kar hat dûrxistin, doza vegera kar qezenç kir. Zuhal ji ber rastî neheqiyê hat tazmînat girt.
* Jinan, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan li dijî OHAL'ê bi milyonan daketin qadan.
Jinên kedkar piştî 15'ê Tîrmehê hatin îxrackirin û keda wan nehat dîtin, bi zagonan êdî keda wan bêtir nehat dîtin. Bi KHK'ê ya Piştî OHAL'ê k ji 112 zanîngehan bi gşitî 4811 akademisyen hatin îxrackirin. Nêviyê akademîsyenên hatin îxrackirin jin bûn. Ademisyen Nuriye Gulmen, di roja 100'emîn a çalakiya "Ez karê xwe dixwazim" de dîsa rastî lêdanê hat û hat binçavkirin. Gulmen, li gel rastî tundî û binçavkirinê hat berxwedana xwe berdewam dike.
'DI 8'Ê ADARÊ DE DÊ BÊJIN NA
Jinên ku li gel hemû astengî û qedexeyan derketin kolanan û têkoşîna xwe berdewam kirin, li dijî tundiya dewlet û mêr dê dîsa daketin qadan û di 8'ê Adarê de li qadan li dijî OHAL'ê di bin siya OHAL'ê de 8'ê Adarê de ji bo referandumê bêjin "Na" Jin dê ji bo referandumê "Na" bi rêxistin bikin. Jin dê di pêvajoya çalakiyên 8'ê Adarê de li qadan ji bo pêşerojek azad "Na" bi rêxistin bikin. Jin dê îsal di 8'ê Adarê de li dijî nijaderestî, şer, û pergala baviksalarî ya mêr ji bo rola jinê derxin pêş li gel OHAL'ê dê dakevin qadan û bi siloanan "Jinên her dem û di her halî de di ber xwe didin" bi alên xemrî dê "Na" bi rêxistin bikin û li dora "Na" bibin yek. Jin dê bi silogana "Em bi hevre bêtir xurt in" dakevin qadan.
Zuhal Atlan - dihaber