AMED- Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ji bo 8'ê Adarê di peyama ku şand de bange rêxistinkirina berxwedanê li jinan kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel a ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye, bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand.
Tuncel di destpêka peyama xwe de, jinên ku dilê wan ji bo azadî, wekhevî, aştî û edaletê bi coşa têkoşînê lê dide silav kir û wiha got: "Me gelekî dixwest, di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, ku ji bo têkoşîna me ya azadiya jinê rojeke girîng e, bi we re li kolanan, li qadan bin. Lê belê ji ber êrîşên li dijî têkoşîna me ya azadiya jinê û li dijî siyaseta me ya demokratîk, em îro li zîndanê pêşwaziya vê rojê dikin. Em 8'ê Adarê ji her demê bêhtir bi coş û moraleke bilind pêşwazî dikin."
Tuncel diyar kir, di demekê de ku komkujiya jinan, şîdet û îstîsmara li jinê bi rêk û pêk tê kirin, pêwîstî bi wê heye ku jin li her qada jiyanê dengê xwe bilind bikin û piştgiriya hev a jinan xurtir bikin.
Tuncel di peyama xwe de wiha got: "Li dijî pêkanînên faşîzan, ku neteweperestî, zayendîperestî, mîlîtarîzm, olperestî û nîjadperestiyê sor dikin; şer li jinan ferz dikin, bajarên me xera dikin, jinan derdixîne derveyî jiyana civakî û malên me digirin, yekane tişta bê kirin geşkirina berxwedana jinê ye."
Tuncel destnîşan kir, ku li dijî zext, zordarî, binçavkirin û girtina bi deh hezaran siyasetmedarên kurd, parlamenter û hevşaredaran, xurtkirina têkoşîna azadiya jinê û geşkirina berxwedana jinê berpirsyariyeke dîrokî ye ku li pêşiya wan e.
Di dawiya peyama xwe de Tuncel 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.