ENQERE- Ji endamên Platforma Jinê ya Enqereyê Latîfe Demîrcî Kahya têkîldarî kampanyaya "Na Jin Hene" dan destpêkirin wiha got: "Em jin di 17'ê Nîsanê de bi têkoşîna xwe ve biharê bînin."
Platforma Jinê ya Enqereyê bi slgana "Em hemaya esasî ya jiyanê ne, bila dengên me bigihîjin hev" kampanyaya "Na Jin Hene" ya dê heta referandumê berdewam bike bi daxuyaniyê li Şaxa Egîtîm Sen Hejmar 1 a Enqereyê dan destpêkirin.
Di civîna ku gelek jin hatin cem hev de li ser navê platformê Latîfe Demîrcî Kahya axivî.
DI QANÛNA BINGEHÎN A NÛ DE NAVÊ JINÊ TUNEYE
Kahya got ku pêşnûme guhertina Qanûna Bingehîn de navê jinan tuneye û wiha got: "Dema ku guhertina Qanûna Bingehîn bê qebûlkirin dê jiyanên me wek berê nebe, em jinên ku nivê jiyanê ne di ferqê de ne ku biryarên ku bên dayîn ji me neyê pirsîn. Em ê desturê nedin ku ev aqilê zilam der barê jiyanên me de bêyî me biryarê bidin."
'NA JIN HENE'
Kahya wiha axivî: "Em ji serokatiya yek zilam, qanûn, qedexe û gavên ku bêyî jinan bên avêtin re dibêjin 'Na'. Ev biryar dê heta referandûmê û piştî referandûmê dê bibe rêbera jinan. Ji bo mafên xwe, li dijî desthilatdariya zilam, li dijî dijminatiya jinan, şîdet, tacîz û tecawîzê jî bibêjin na, ji bo li malê, kargehê xwedî li keda xwe derkevin bi KHK'an ve ji kar derxistinê re em ê bibêjin 'Na Jin Hene'. Em jin di 17'ê Nîsanê de bi têkoşîna xwe ve biharê bînin."