AMED/STENBOL - Li gelek bajaran jinên uk starta çalakiyên 8'ê Adarê dan bang li hemû jinan kirin xwestin li daqan, kolanan xurtkirina dengê "Na" kirin.
Jinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li navçeya Sûrê qurnefîl li jinan belav kirin. Di meşa ku gelek jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdar bûn de parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer jî cih girt. Di meşê de jinan bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin û polîsan jî anonsa ku jin belav bibin li jinan kirin.
Di meşê de jinên ciwan bi erbaneyan ve stran gotin. Jinên ku li cadeya Gazî meşiyan bang li jinan kirin xwestin bi ruhê 8'ê Adarê li qadan bin.
JI JINÊN GIRTÎ RE KART ŞANDIN
Endamên KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê jî li postexaneya Ofîsê ji jinên girtî re kartên 8'ê Adarê şandin. Jinên kedkar ên ku ji jinan re şandin de 8'ê Adarê hat pîrozkirin û hestên piştevaniyê hatin parvekirin.
JI BO QADA BAKIRKOYÊ BANGAWAZÎ
Platforma 8'ê Adarê ya Stenbolê jî têkîldarê rojê mîtînga ku dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bê lidarxistin li Odeya Endezyarên Makîneyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li salonê pankarta "Ji bo mafê me yê jiyanê, azadî, beden û keda xwe Na" hate daliqandin.
Li ser navê palformê Şenay Kumuz diyar kir ku wekî her sal dê îsal jî wekî jin li qadan bin. Kumuz got ku êrîşa li hemberî jinan heye dê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî û piştevaniyê ve pûç bikin. Kumuz bang li hemû jinan kir li kolanên ku tu caran nerikandine dengê "Na" bilind bikin û di 8'ê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi hevre bin, jin bi rengên xwe beşdar bibin.