Ji bo 8'ê Adarê amadekariyên kiras û fîstanan

STENBOL - Beriya 8'ê Adarê raxbeta ji bo cilûbergên gelêrî zêde bû. Jinên ji bo kincên rengorengo berê xwe dan çarşî û bazaran, gotin li gel astengiyan jî heta ew sax bin ew ê her vê çandê bidomînin.

Saziyên jinan ji bo mîtînka ku dê di 5'ê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoya Stenbolê li dar bixin pankart û dozîwan amade dikin. Li gel vê jinên kurd jî ji bo bi rengên xw eli qadan bin zend û bend badan. Jinan ji bo kincên rengorengo berê xwe dan çarşî û bazaran. Buhayê kincan di navbera 100-250 TL'yî de diguhere.

Abide Guzel (58) a dema ji bo kirîna kincên gelêrî li maxazeyê em rastî wê hatin, diyar kir ku ew ji niha ve amadekariyên xwe dikin û wiha got: "Em ê di 8'ê Adarê de kincên xwe yên aîdî herêma Serhed û Botanê li xwe bikin." Guzel, diyar kir ku ew ê tevî hevjîn û zarokên xwe biçe mîtînga 8'ê Adarê û anî ziman ku, ew kincên gelêrî bi piranî di rojên pîrozbahiyê de li xwe dikin, lê belê piştî ewqas komkujiya bi serê gel û jin kurd hatiye êdî ji kêfxweşiyê tu şop nemaye. Guzel wiha axivî: "Me asteng bikin jî, dê zarokên me bi rengên xwe dakevin qadab, ew nebin jî neviyên me... Bi kuştin û qedexeyan nikarin me asteng bikin. Heta ku jin hebin, dê ev çand jî hebe."

MODELÊN BI NEXŞ BALÊ DIKÊŞIN

Gulizar Gulger a ji bo ji xwe kincan bikire hat wiha got: "Ji bo di roja jinan de li xwe bikim, hatime kincan bikirim." Gulger, diyar kir ku kinc zêde ne buhane û ew ê bikire. Gulger a kincên bi nexş bala wê dikêşin wiha got: "Helbet ji bo vî kincî jî kemerek divê."

Berivan Bozca ya bang li hemû jinan kir da di 5'ê Adarê de dakevin qadan jî, astengiya polîsan a sala çûyîn bi bîr xist. Bozca, anî ziman ku îsal çi dibe bila bibe ew ê pîrozbahiya xwe bikin û wiha axivî: "Kincên xwe yên gelêrî li xwe bikin, bêhnên herî xweş di xwe de bidin, bi hezaran jinên bedew dakevin qadan, da em govenda xwe bigerînin." Ji kesên hatine danûstendinê ya herî biçûk Rojda Yilmaz a 8 salî ye. Yilmaz wiha got: "Roja jinan nêz dibe. Ez jî dixwazim xwe bixemilînim. Ev kinc zaf xweşik in. Ez ê yê şîn bikirim."

LI GOR SALA ÇÛYÎN FORTIN KÊM E

Xwediya dikanê Sema Bodur, anî ziman ku li gor salên borî îsal firotina kincan kêm e û wiha ragihand: "Salên borî qad ên me bûn. Pêvajo ne wek niha xerab bû. Îsal jî jin dixwazin van kincan li xwe bikin, lê hinekî bifikare ne." Bodur, diyar kir ku sala çûyîn bi taybetî kincên kesk, sor û zer zêde dihatin sîparîşkirin û wiha axivî: "Îsal eleqe zêde ji bo desenên kurdî ne. Buhayên me di navbera 100-250 lîreyî de diguhere."