ÎZMÎR - Jinên îzmîrî yên amadekariyên 8'ê Adarê dikin, diyar kir ku ew ê hemû kuçeyan veguherînin rengê jinê û gotin, ew ê di referandûmê de heman rengî biçin ser sindoqan jî.
Li Îzmîrç gelek rêxistinên jinan, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de amadekariyên mîtînga ku dê di 5'ê Adarê de li Qada Gundogdu ya Alsancakê bê lidarxistin dikin. Jinan anî ziman ku, ew ê hemû kuçeyan veguherînin rengê jinê û gotin, ew ê di referandûmê de heman rengî biçin ser sindoqan jî.
‘DÊ 8'Ê ADARÊ 'NA'YÊ BIRÊXISTIN BIKE'
Endama TJA'yê Melis Akgul, diyar kir ku ew ê bi şîara "Bi azadiya jinê dê hemû jin bi ser kevin" dakevin qadan û wiha got: "Dê 8'ê Adara îsal bibe ew roj ku çima dê jin di referandûmê de bibêjin 'Na'. Dê li dijî feraseta yezilamî û çewisandinên jinan, bibe 8'ê Adareke rêxistinbûyîna jinan. Dê jin bi hemû nirxên xwe li qada mîtîngê bin. Em di demên zehmet re derbas dibin. Tekane sedam vê jî ew e ku li Tirkiye û Kurdistanê serdestiya feraseta mêrî ye. Ji ber vê li ser hemû jinên li Kurdistanê çewisandinên dewleta faşîst û polîtîkayên wê yên îşkenceyî hene. Ji bo em ji vana re bibêjin 'Na' em ê li hemû qadan bin."
‘DÊ JIN BI RENGÊN XWE LI QADAN BIN'
Seroka Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê Elif Bakir, anî ziman ku ew têkoşîna man û nemanê didin û got, girîngiya 8'ê Adarê jî ji vir tê.
Bakir, diyar kir ku li ser jinan şerekî derûnî heye û wiha domand: "Halbûkî jin jî wek mêran azad in. 8'ê Adarê ji bo her jinê watedar e. Dê jin referandûmê bi 8'ê Adarê û 21'ê Adarê bi rê ve bibin. Dewlet dizane hêvî di destê ciwan û jinan de ye, ji ber vê bi awayekî bêperwa êrîş dike. Hatin biharê coş û hêviya ruhê jinê ye. Em ê li hemû qadan bin û em hene, em ê li ber xwe bidin. Dê her jin bi rengên xwe li qadan be."