Divê hemû jin bi destên hevdu bigirin

SÊRT - Jinên sêrtî, bal kişandin ser têkoşîna jinên kurd û banga beşdarbûyîna çalakiyên 8'ê Adarê li hemû jinan kirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Suçi wiha got: "Divê ji bo 8'ê Adarê hemû jin rabin ser piya. Dest bidin destê hevdu."

Dê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Sêrtê, di 5'ê Adarê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hevdîtineke mezin çêbibe. Li bajêr amadekariyên jinan didomin û her wiha hemû jin ji bo qadan hatin vexwandin.

‘EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA SAKÎNEYAN, SÊVÊYAN DERDIKEVIN'

Hevseroka HDP'a Bajêr Necibe İnal, bang li hemû jinan kir û wiha axivî: "Divê em hemû jin xwedî li 8'ê Adarê derbikevin. Di demên dawî de bi taybetî li Kurdistanê polîtîkayên şer ên qirêj li holê ne. Me li dijî van polîtîkayan jinên ku tim li ber xwedan dîtin. Me mînakên vê dîtin. Sakine, Sêvê, Pakize, Fidan, Leyla û hwd. Û em ê di 8'ê Adarê de xwedî li têkoşîna wan derkevin. Şidet û çewisandinên li ser jinê di asteke ku bi tu awayî nayê qebûlkirin de ne. Li dijî vana hemûyan em ê di 8'ê Adarê de bi awayekî herî bilind dengê xwe ragihînin."

‘DIVÊ HEMÛ JIN DEST BIDIN DESTÊ HEVDU'

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Suçi, Dayika Taybet û Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bi bîr anî û wiha got: "Divê ji bo 8'ê Adarê hemû jin rabin ser piyan. Dest bidin destê hevdu. Çimkî em jin hatin qetilkirin, hatin kuştin. Divê em vana hemûyan bînin ber çavan. Banga me ji bo hemû jinên Tirkiye, Kurdistanê, ereban û cîhanê ye. Çi ereb, çi tirk, çi kurd lê belê aştî tenê bi destê jinan pêkan e. Em wek dayikên aştiyê ji bo pêkanîna aştiyê amade ne. Ji niha ve em zilm û komujiyên li dijî jinên kurd û hemû cîhanê şermezar dikin."

‘WEK JINÊN SÊRTÎ EM DIBÊJIN EM HENE'

Endama Meclîsa Şaredariya Perwariyê Zekiye Cemile Atlan jî, dest nîşan kir ku ew wek jinên sêrtî amade ne ku 8'ê Adarê pêşwazî bikin û wiha axivî: "Ne tenê 8'ê Adarê hemû roj yên me jinan e. Em wate û girîngiya vê rojê bi jinan re diaxivin. Em ê di 8'ê Adarê de bên gel hev û bi dengekî bilind têkoşîna jinê nîşan bidin. Ji bo rawestandina şideta li dijî jinê, em wek jinên sêrtî hene."