SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê RJAK'ê bi dirûşmeya 'Azadiya Jin, Jiyana Wekhev a Azad bi Fikirên Rêber Ocalan' konferans pêk anî.
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşma 'Azadiya Jin, Jiyana Wekhev a Azad bi Fikirê Rêber Ocalan' li Salona Hunerî ya Silêmaniyê konferans li dar xist. Zêdeyî 150 jin amade bûn. Di konferansê de dê li ser du mijarên sereke niqaş bên kirin. Di mijara yekem de dê pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî bên niqaşkirin. Di mijara duyemîn de jî dê çareseriya pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî ên bi fikirê Ocalan bên niqaşkirin.
Mijara yekem ji aliyê Endama Desteya Rêveberiya RJAK'ê Perwîn Hesen ve dê bê birêvebirin. Parlamenter Telar Letîf, Parlamentera Iraqê Sîrwe Ebdulwehîd û Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir dê li ser pirsgirêka siyasî, aborî û civakî niqaş bikin. Mijara duyem jî bi pêşengiya mamosta zanîngehê Dalya Reûf, Berdevka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Tara Hisên, Endama Desteya Rêveberiya Akademiya Zanîst û Ronakbîrî RJAK'ê Ewîn Mihemed wê li ser rêya çareseriya ji bo pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî bi fikirê Ocalan nîqaş bên kirin.
Niqaşên çareseriya pirsgirêka aborî, siyasî û civakî yên jinan dê li ser paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên kirin. Konferans wê heta êvarî bidome. Endama komîteya amadekar Şehen Mihemed tekildarî konferansê diyar kir, konferansa wan di demeke wiha de ku li Başûrê Kurdistanê krîzên giran ên siyasî, ekonomîk û sosyal hene dest pê kiriye û wiha axivî: "Armanc ew e ku em balê bikişînin ser van krîzan. Di nav van krîzan de herî pir jin zor û zahmetiyê dijîn. Tê xwestin ku vîna jinê di nav van krîzan de bi temamî were şikandin. Jin kêm têne dîtin û hêz, potansiyela wê tine tê hesibandin. Bi vê jî tê xwestin, ku jin ji hêla moral û manewî ve werin têkbirin."
Şehen destnîşan kir ku bi perspektîfa Ocalan li meseleyan dinerin û wiha got: "Em bi perspektîfa Ocalan pirsgirêkan niqaş dikin. Ocalan hem balê dikişîne van arîşeyên gerdûnî û hem jî li ser hîmê azadiya jinê rêyên çareseriyê datîne. Lê ew hêza me heye ku em arîşeyên xwe yên siyasî, aborî û civakî gotûbêj bikin û rêyên çareseriyê deynin. Armanca me ew e ku çareseriya ku me ji bo van arîşeyan diyar kiriye pêk were û di xebatên vê biwarê de bibe destpêkek. Em dixwazin, ku jin di mijara çareseriyê de bibin pêşeng."