WAN - Li taxa Hacibekîr a Rêya Amûşê ya Wanê cenazeyê jineka hatiye kuştin hat dîtin.
Li taxa Hacibekîr a Rêya Amûşê ya Wanê cenazeyê jineka hatiye kuştin hat dîtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; cenaze duh ji aliyê welatiyan ve 300 metre nêzî Parka Botan a li taxê ye hat dîtin. Piştî weşatiyan agahî da midûryeta polîsan, koma hatiye cihê bûyerê cenaze rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.
Derbarê cenazeyê ku nasnameya wê ne hatiye diyarkirin de lêpirsîn hat destpêkirin û di encama otopsiya hatiye kirin de hat diyarkirin ku “kes di encama amûrên birîn û qulker, pelixîna sing û lebatan û xwînrijîna hindir û derve” jiyana xwe ji dest daye.