Jin dê bi "Na" li dijî kuştinê têbikoşin

STENBOL - Platforma Em de Cînayetan Rawestînin rapora tundiya li hemberî jinê aşkere kir û diyar kir ku di Sibatê de 30 jin ji aliyê zilam e hatin kuşin.
Platformê diyar kir ku dê bi "Na" li dijî zilmê û kuştinê têbikoşin.

Platforma Em dê Cînayetê Jinan Rawestînin rapora meha sibatê ya tundiya mêr ku li dijî jinê pêk anîye aşkere kir. Platformê diyar kir ku di encama tundiya zilam de 30 jin hatin kuştin. Di raporê de hat diyar kirin ku di sala 2015'an de 303, di sala 2016'an de 328 jin jin hatin kuştin û kadının di çileyê 2017'an de 37 û di sibata 2017'an de jî 30 jin bi tundiya zilam hatin kuştin. Platforme da zanîn ku mêr bi tundiyê dixwaze serdestiya li dijî jinê nîşan bide û çav ji tundiya mêr re tê girtin. Platformê da zanîn ku ew dê li dijî kesên ku dixwazin mafê wan ji destê wan bigirin û wan bê deng bikin dê bêjin "Na" û jin dê bi Na tê kêşonînê bidin.

19 JIN RASTÎ TUNDIYÊ HATIN

Platformê di raporê de da zanîn ku li derve û li mal jin rastî tundiya zayendî hatin û wiha cih da raporê: "Di sibatê de 19 jin rastî tundiya zayendî ya mêr hatin. Yek ji vana astengdar e. Di sibatê de 14 zarok rastî îstîsmara zayendî hat.

JIN DI BIN PARASTINA DEWLETÊ TE TÊN KUŞTIN

Ji sedî 10'ê jinan di bin parastina dewletê de tên kuştin. Li Antalyayê jina 29 salî Cemile Şenturk, dema xwe avêt parastina jinê ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin. Dewlet mafê jinê yê berdanê ji destê wan digire. Ji ber ku ev mafê jinê ji destê wê tê girtin jin mahkûmî zilam dibin û ji aliyê zilam ve tên kuştin.
Wekî Cemile gelek jin bi vî rengî hatin kuştin. Di şertên şerd de ewlehiya jinan bêtir kêm e. Jin bi rêbazên hov ên îşkenceyê tên kuştin.

Di sibatê de ji sedî 47’ê jinan bi çekan hatin kuştin. Ji sedî 29 bi amûrê jêkirinê hatin kuştin û hatin jahrkirin. 15 zarok bê dayik man.
Ji sedî 30 jinên hatin kuştin dayik bûn. 15 zaro kbê dayik man. 2 jin ducanî bûn. Leyla ya 13 salî û Ayşe a 10 salî ji aliyê bavên xwe ve hatin kuştin. Herî zêde bûyerên kuştinê li Stenbol, îzmir, Antalya, Bûrsa û Manîsayê pêk hatin.