NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji bo di 8’ê Adarê de derbikevin qadan amadekariyan dikin wiha gotin: “Em ê hemû NA’yên xwe yên îsal ku 8’ê Adarê bi me dide jiyîn û me azad dikin bikin yek û derkevin qadan.”
EDENE
Plarforma Jinan a Edeneyê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bernameya çalaki û şahiyên dê li darbixin aşkera kirin. Di daxuyaniya li Parka Abîdîn Dîno hat li darxistin de pankarta “Ji bo em xwedî li ked, beden û nasnameya xwe derkevin bi hêz dibêjin Na” hat vekirin. Li ser navê platformê Dîlara Akgoz, daxuyanî xwend û diyar kir ku ji bo ew têkoşîna xwe bilind bikin îro sedemên wan zêdetir bûne.
Akgoz, da zanîn ku bi OHAL’ê re zextên li ser jinan zêdetir bûne û wiha got: “Bi KHK’yan saziyên jinan hatin girtin. Ji ber wê em ê di referanduma 16’ê Nîsanê de bêjin Na û bang li hemû jinan dikin ku bêjin Na. Em di roja têkoşîna jinên Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî, Çerkez 8’ê Adarê de ji bo xwedî li pêşeroj, ked û nasnameya xwe derbikevin dest bidin hevdu û derkevin kolanan.”
Piştî daxuyaniyê jinan belavokên “divê Jin Çima Bêjin Na” belav kirin.
ENQERE
Plarforma Jinan a Enqereyê li avahiya BES’ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li darxist. Di civîna gelek jin beşdarbûyî de bernameya 8’ê Adarê ya Enqereyê hat aşkerakirin. Jinan diyar kir ku dê saet di 12.00’an de li Parka Kurtuluşê kom bibin û heta Qada Kolejê bimeşin.
Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hatin gotin: “Xwestin mudaxeleyî hemû qadên me yên jiyanê bikin. Me got Na û me dîsan qad tejî kirin. Em bêdeng neman. Dê di pêvajoya referandum û qanûna bingehîn de jî jin bêjin Na. Em ê hemû NA’yên xwe yên îsal ku 8’ê Adarê bi me dide jiyîn û me azad dikin bikin yek û derkevin qadan.”
MÊRSÎN
Plarforma Jinan a Mêrsînê, bi minasebata 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi aramanca piştgiriya bi jinên girtî re ji girtîgehan re qert şandin. Li ser navê jinên li ber Postexaneya Navenda yê Mêrsînê hatin cem hev endama platformê Canan Yuce daxuyanî da. Yuce, bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên li dijî jinên girtî zêde bûne û got ku tu jin bi tenê nîne.
Piştî daxuyaniyê ji jinên girtî re qert hat şandin.