Dê bi erbane û duçerxan dakevin Bakirkoyê

STENBOL - 100 jin bi erbanê û 60 jin jî bi duçerxan ji bo tev li mîtînga bi dirûşmeya “Ji bo mayên xwe yên jiyanê, azadî, ked û bedena xwe Na” li Bakirkoyêpêk bê bibin dê bimeşin.

Jinan beriya 8’ê Adarê bi çend rojan starta çalakiyên Roja Jinên Cîhanê dan. Dê jin li Stenbol, Kocaelî, Çorlû û Bûrsayê bi çalakiyan 8’ê Adarê pîroz bikin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), meclîsên jinan ên HDK, HDP û DBP’ê li Stenbol û navçeyên wê bi panel, hevdîtinên jinan û gelek çalakiyan pêşwaziya 8’ê Adarê dikin. Platforma 8’ê Adarê ya Stenbolê ku nêzî 60 saziyên jinan tê de cih digirin jî, dê di 5’ê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê saet di 13.00’an de mîtîngekê li dar bixe.

100 JIN 100 ERBANE

Dirûşmeya mîtînga îsal “Ji bo mayên xwe yên jiyanê, azadî, ked û bedena xwe NA” ye. Dê TJA bi xebateke taybet a “100 jin, 100 erbane” piştevaniya mîtîngê bike û her wiha dê 60 jin jî bi bisîkletên xwe li qadê cih bigirin. Li gel vê dê komek jinên ciwan jî bi stranên xwe yên “Na”yê li qada mîtîngê cih bigirin.
Dê çalakî heta dawiya hefteyê bidomin û her wiha dê fînala çalakiyan jî, êvara 8’ê Adarê li Kolana Îstiklalê bi “Meşa Şevê ya Femînîst” bi dawî bibe. Dê meş ji Navenda Çandê ua Fransizê ya li Kolana Îstiklalê ye saet di 19.30’yî de dest pê bike û dê li Qada Tunelê bi dawî bibe.

Li Trakyayê jî, 8’ê Adarê li navçeya Çorlû ya Tekirdagê bê pîrozkirin. Dê çalakî ji aliyê Platforma Jinan a Çorlûyê saet di 14.00’an de li Qada Heykelê ya Çorlûyê bê lidarxistin û her wiha dirûşmeya çalakiyê jî “Ji Tecawizê, KHK’yan, Îxracan, Şer, OHAL’ê, Zayendiyê, Cinayetên JInan, Şidet, Taciz û Binpêkirina Keda Jinê re Na” be.

‘EM Ê LI QADÊN 8’Ê ADARÊ ‘NA’YÊ BILIND BIKIN’

Endama Platforma 8’ê Adarê ya Stenbolê Şenay Komuz, behsa amadekariyên mîtîngê kir. Komuz, bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de li pêşberî jinan du rojevên girîng hene û wiha axivî: “Îktîdar jiyana jinan dixe bin zeptûraptê, wan hepsî malê dike, êrîşê mafên wan ên bidestxistî dike. Ji ber vê dê 8’ê Adara îsal li dijî vana bersivek be. Em wek jinên ku dê 8’ê Adarê pîroz bikin, em ê li qadan ‘Na’yê bilind bikin.”

Komuz, anî ziman ku saziyên di platformê de cih girtine li herêmê xebatên zaf cidî meşandine û got, jin li bazaran, wapûr û metroyan, li qadan hem “Na”yê vegotine hem jî bangên ji bo 8’ê Adarê kirine. Komuz wiha axivî: “Em kuçe bi kuçe, derî bi derî digerin û ji jinan re çima divê ‘Na’ bê gotin û çima divê li qadan dengê ‘Na’ bê bilindkirin vedibêjin.” Komuz, bang li hemû jinan kir da beşdarî mîtînga 5’ê Adarê bibin.