ŞIRNEX - Dayîkên Şirnexê diyar kirin ku divê çalekiyên 8'ê Adarê ji bo rêxistina "Na" bên kirin û gotin, divê jin dakevin qadan û li dijî rewşa awarte tilîliyên xwe bilind bikin.
Jinên Şirnexê yên ku bi êrîşên hêzên dewletê yên dijwar neçar man û koçî Avkamasiya kirin 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê li hemû jinan pîroz kirin. Dayika Hisa Gungen (54) a ku bi qedexeya derkeftina derve ya Şirnexê koçî avkamasiyan kir û bi mehan di konan de li ber xwe da, da zanîn ku bi OHAL'ê re zextên li ser jinan zêdetir bûne û wiha got: "Rayedarên dewletê bi hinceta KHK'yan saziyên jinan girtin. Li Tirkiyeyê qetilkirin û tecawiza jinan zêde bû. Ji dîrokê heta niha jina kurd li djî desthilatdariya dewleta tirk li ber xwe dide."
JINA KURD HEBÛNEKE AFIRÎNER E
Gungen, balê kişand ser nemaf dayîna jinê û wiha domand: "Sed sal in jin tên çewisandin. Di dîrokê de û heta çend sal berê jin her tim wek kole dihat nîşandan. Jin di bazaran de dihatin firotin, di fabrîkayan de dihatin şewitandin û tu maf ji wan re nedihat dayîn. Lê di jiyanê de her tişt bi jinê dest pê kiriye. Demên berê de ji ber ku zilm û zordestî li ser jinê zêde bû her tim xwe bêdeng dikir. Lê îro hêza jinê xurt bûye, dikare mafê xwe biparêze. Bi taybet jî jina kurd hebûneke afirîner e. Jina kurd li dijî hemû êş û eleman berxwedan û tekoşîna jinê daye jiyandin. Bi salane jî li dijî desthilatdariya mêr û dewletê şer dike."
BI OCALAN JINAN XWE NASKIR
Gungen, dest nîşan kir ku bi Ocalan re jinan xwe nas kiriye û wiha domand: "Ocalan her tim mafê jinê diparêze û girîngiyê dide nasnameya jinê. Ocalan her tim di gotinê xwe de dibêje, divê jin mafê azadiya xwe bi aqil û hêza xwe bi dest bixe û azad bijî. Bi vê mafdayînê re jina kurd xwe nas kir û dest bi şoreşgeriyê kir. Bi salan e jinên kurd li çiyayan li dijî zihniyeta mêr û desthiladdariya dewleta tirk şer dikin. Dema mirov li vana dinêre hebûna herî azad ew in. Ji bo gelê xwe û zimanê xwe li ber xwe didin. 5 sal in li Rojava jin pêşengiya berxwedanê dikin. Jinên şoreşger, gelê û jinên ku li wir dibin zilma çeteyên DAIŞ'ê de bûn rizgar kirin. Bi wê hêza jina şervan jinên ku li wir bi sed salan hat çewisandin îro hêza parastinê avakirin. Ev jî ber xwe dan û hêza jinê ya herî serkeftî ye."
ZILMA DEWLETÊ EYNÊ YE
Gungen, got bi salan e ew li herêma Şirnexê rastî zilm û zordariya hêzên dewletê hatine û wiha domand: "Di salên 80-90'î de zilma dewletê hebû, niha jî ew zilm dijwartir kirine. Zilma dewletê xwe neguhartiye, eynê ye. Di wan salan de zordariyek zêde hebû, gundên me şewitandin, em koçber kirin. Her tim em wek jina kurd li dijî van êşan rawestiyan. Li gel wê zilm û zorê, me zarok xwedî dikirin mal û maldayî dikir. Cihê ku em diçûnê, me jiyan ji nû ve ava dikir. Jiyana jina kurd zehmet bû niha jî zehmet e. Par li gel qedexeyê em bi zora dewletê ji Şirnex derketin. Lê me dest ji ax û welatê xwe berneda. Bi mehane em li Avkamasiyan li ber xwe didin. Gelo ev ne keda jinê ye? Ne berxwedan û tekoşîna li dijî zehmetiyên jiyanê ne? Jina kurd bi hêz e. Serkeftina kurdan jî hêza jinê ye."
HEM 8'Ê ADARÊ PÎROZ BIKIN HEM JÎ BIBÊJIN 'NA'
Gungen, anî ziman ku divê çalakiyên 8'ê Adarê ji bo rêxistina "Na" bên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dê jin rêxistina 'Na' xurt bike. Dibe ku saziyên jina hatibin girtin, lê jin dikare li her qadê xebatên xwe hem ji bo 8'ê Adarê, hem jî ji bo hilbijartina 16'ê Nîsanê bikin. Jin bila di çalakiyên 8'ê Adarê de li qadan bi deng û rengê xwe bibêjin 'Na'. Ji ber wê em ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na" û em bang li hemû jinên Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin ku li dijî pergala AKP'ê de bêjin Na."
40 SAL IN EM DIBIN ZILMA DEWLETÊ DE NE
Dayika Xanim Gungen(60) jî diyar kir ku ew ê 8'ê Adarê pîroz bikin û wiha axivî: "Divê ji 7 salî heta 70 salî jin dakevin qadan û bi reng û tilîliyên xwe 8'ê Adarê pîroz bikin. Roj roja jina ye. Jin bila ji bo ked, ziman û azdiya xwe, qedexe û êrîşên hêzên dewletê nasnekin û bêjin em li virin, em hene. 40 sal e em dibin zilma dewletê de ne û 40 sal e jî em li ber xwe didin. Ji ber vê yekê, divê her jinek xwe pêk bîne û di Roja Jinan de destê xwe bidin hev û bibêjin ji zilmê re 'Na na na'. "
BILA JIN LI HER KOLANÊ XEBATAN BI RÊ VE BIBIN
Gungen, anî ziman ku rewşa awarte divê ji jinan re ne asteng be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rayedarên dewletê ev 2 sal in di bin navê OHAL'ê de rewşek awarte dane destpêkirin. Bi salane li herêma me OHAL heye. Ev rewşa awarte ji xebatên jinê re bila nebe asteng. Bila jin di her kolanê de xebatên xwe bi rê ve bibin û 8'ê Adarê pîroz bikin."