Jinên amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em berxwedanê tenê bi rojekê sînor nakin

ENQERE - Jinên li Enqereyê amadekariya 8'ê Adarê dikin diyar kirin ku ew bi biryarin heta dawî jiyanê biparêzin. Endama AAKM'ê Piril Kurtdere, diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo wan nûnertiya berxwedana hemû rojan dike û tenê berxwedanê bi rojekê sinor nakin." Endama Konê Kampusê Melike Avci jî diyar kir ku
dê îsal di 8'ê Adarê de hemû xêran/Na'yan di 8'ê Adarê de kom bikin.

Jin di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku ji bo wan di têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê de xwedî wate ye, xwe amade dikin ku dakevin kolanan. Jinên ku li Tirkiye di şertê OHAL'ê de amadekariya pîrozbahiyên 8'ê Adarê dikin, li dijî pergala yek zilamî li dora "Na" dibin yek û dê li kolanan daxwazên xwe bînin ziman.

Meclîsa Jinên Elewî yên Ereb (AAKM), îsal bi şîara "3alşen bi sowt el-emraa tetizher el-rabe3, kelamna hurriya, kelamna LA!" (Ji bo bi dengê jinan bahar geş bibe, ji bo parastina azadiyê gotina me "Na" ye) li qadan cihê xwe digirin. Endama AAKM'ê Piril Kurtdere, diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo wan nûnertiya berxwedana hemû rojan dike û tenê berxwedanê bi rojekê sinor nakin.

3 ALLİ SOWTİK YA İKHTİ

Kurtdere, anî ziman ku ji roja ji dayik bûne heta niha li mal, dibistan, û her derê li dijî feraset û zextên mêr şer kirine û her dem di şertê OHAL'ê de têkoşiyane. Kurtdere, anî ziman ku îktîdar dixwaze pergala yek zilamî têxe destê yek mirovî û ew dê di 8'ê Adarê de li dijî pergala yek zilam ji bo hebûna xwe dengê xwe bilind bikin û got: "3 alli Sowtik Ya İkhti! (Xwişka min dengê xwe bilind bike)

'BILA FERMANA WE HILWEŞE'

Jinên ciwan ên Zanîngehê jî kom bûn û Konê Kampusê ava kirin. Jin îsal bi silogana "Bila fermana we hilweşe biryara me teqez e em dê li kolanan jiyanê biparêzin dadikevin qadan. Endama Konê Kampusê Melike Avci, anî ziman ku îktîdar 15 salin zilma zilam sor dike û wiha got: “Îktîdar muhafazakâriye pêş dixe. Sedema vê yekê jî serdestiya mêr e. Ji bo em ji pergala "Yek zilam re bêjin Na" em dadikevin qadan. Em dê îsyana xwe ya 8'ê Adarê di 16'ê Nîsanê de bidin xuyakirin.

'GELEK SEDEMÊN NA HENE'

Jinên endamên Halkevcî jî bi "Meclîsên Na-Xêrê" ji bo 8'ê Adarê dadikevin qadan. Îsal bi silogana “Di 8'ê Adarê de biryara me Na ye! Gotin erk ne ya yek zilamî ye, ya jinan e." mehek berê dest bi xebatên 8'ê Adarê kirin. Li parkan bernameyan amade dikin. Hem belavokan belav dikin û hem jî bi jinan re civînan çê dikin. Endama Halkevcî Gulşah Ozturk, diyar kir ku ligel platforma jinan bi hevre xebatê dikin û derî bi derî digerin û wiha got: "Ji bo Na gelek sedem hene."

'BILA RAWESTGEHA ME YA EWIL KOLAN BE'

Ozturk, anî zimn ku gotina 'Na' lêxwedî derktina têkoşîna jinê ya jiyan, wekhevî û azadiyê ye û wiha got: "Ji ber vê yekê em dibêjin jin em tev bibin yek û hêza xwe bikin yek. Ji ber vê yekê bila di roja 8'ê Adarê de rawestgeha me ya ewil kolan be. "

'BILA HEMÛ XÊR DI 8'Ê ADARÊ DE BIGÊJIN HEV'

Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin jî bi şîara “Jin dê bi Xêrê/Na biîn" dê dakevin qadan. Nûnerê Platformê ya Enqereyê Ayşen Kavas, diyar kir ku hem li Tirkiye û hem jî li Cîhanê jin dijminantiya li dijî xwe red dike û wiha got: "Jin di têkoşîna gerdûnî de slavê ji hev re dişînin. Êdî ji her malê têkoşina jinê bilind dibe. Em dê îsal "Na'/Xêrê di 8'ê Adarê de bigînin hev. Ger ku ji sindoqê 'Erê' derkeve dê kuştin û îstîsmara li dijî jinan zêde bibe. Em bang li hemû jinan dikin ku li her derê mil bidin hev û têkoşîna xwe xurt bikin."