WAN- Zerê Kavak a li kolanên Wanê di 2008'an de rastî şîdeta polîsan hat bi gotina "Wê rojê ez fêr tiştên ku teq ji bîr nakim bûm. Ya herî girîng ez fêrî netirsiyê bûm û min fêm kir ku divê jin wêrek bin" bal kişand li ser jinên ku li her derê welat kolanan naterikînin.
Van rojên ku li her derê jin bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan dadikevin qadan Zerê kavak û Rabîa Aydin ên ku di Newroza 2008'an de li kolanên Wane rastî şîdeta polîsan hatin tiştên ku jiyabûn parve kirin.
'SÎNYALA YEKEM ERDOGAN DA'
Ji jinên ku bi laçikên spî li ser serê wan e rastî lêdana bi copan hatin Zerê Kavak (72) wiha got: "Ji wê rojê şundê bêhtir wêrek bûm." Kavak a ku ji ber êrîşê ji singê xwe birîndar bû diyar kir ku sînyala êrîşên li dijî jinên kurd di 2006'an de bi gotina Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ên "Hêzên me yên ewlehiyê jin be jî zarok be jî kî dibe bila be dê ya pêwîst bikin" ve dabû.
'JI BER XWÎNA RÛYÊ ME KESEKÎ EM NASNEDIRIKIN'
Kavak a Dayika Aştiyê ye diyar kir ku şîdeta ku li kolanê dîtin li qereqolê jî berdewam kir û wiha got: "Bi heyecana Newrozê em çûn ber avahiya partiyê lê her der bûbû qada şer. Polîsan wisa êrîş dikirin min got qey ez ê bi saxî venegerim malê. Em dayik gelek caran ji bo polîs rawestin derbasî pêşiya wan bûn lê polîsan çek bi kar anîn. Ya ku tê bîra min di bin bi dehan dayikan de bênefes mam. Polîs nesekinîn ewqas li me xistin ku kesekî ji ber xwîna herî min nasnekirin. Dema ku min li nexweşxaneyê çavên xwe vekir gelek deverên laşê min şikestibûn. Lê şîdeta polîsan li wir jî berdewam kir. Hatin nexweşxaneyê li emrê min, laçika li serê min jî mêze nekirin û wekî terorîst im nêzîkî min bûn. Piştre min birin qereqolê li wir komîsen bêtela xwe li destê min xist, bi lêdana wî xwîn bijiqî ser min."
'Ez fêrî wêrekiyê bûm'
Kavak destnîşan kir ku wê rojê bi dehan jin birîndar bûn, ji mirinê filitîn û wiha axivî: "Hê jî hestiyê singê min baş nebûye. Wê rojê ez fêr tiştên ku teq ji bîr nakim bûm. Ya herî girîng ez fêrî netirsiyê bûm. Ez fêr bûm ku aştî nehêsan e. Min fêm kir ku divê ji bo aştiyê jin bêhtir wêrek bin."
'POLÎSAN GOT QEY EZ MIRIME'
Rabîa Aydin a ku heman rojê ji serê xwe birîndar bû jî anî ziman ku wê rojê mirin girtine ber çavên xwe û wiha berdewam kir: "Dema ku em li ber avahiya partiyê kom bûn, min di singê xwe de êşêk hîs kir. Guleya gazê lêketibû. Piştî ku ez ji ser xwe çûm, di navberekî çavên xwe vekir, 4 polîsan bi hemû hêza xwe li serê min dixistin. Serê min şikestibû. Polîsan gotine qey ez mirime û hiştine çûne."
Aydin bal kişand jinên ku li her derê welat derketine kolanan û got ku di encama bedelên ku hatine dayîn de kolan bûne qadên têkoşîna jinan û wiha got: "Berê dema ku derdiketim kolanan ditirsiyam lê niha tiştên ku min jiyan kiriye wêrekbûn fêrî min kiriye."