WAN - Necla Çolemerik a aşxaneya xwarinên herêmî vekir, bi serketinên xwe ji jinên hawirdorê re bû mînak. Çolemerik, xwest jin li dijî tundiya li ser destkeftiyên xwe her roj li qadan têbikoşin û dest ji wêrekiyê bernedin.
Li Wanê, Necla Çolemerik (53) a bi navê "Firavîn" aşxaneya xwarinên herêmî vekir, ji jinên ku di şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) de pêşbaziya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dikin peyama "Dev ji wêrektiyê bernedin" da. . Çolemerik, dest nîşan kir ku divê jinên her roj li dijî destkeftiyên wan derbe pêk tên qadên têkoşînê terk nekin û wiha got: "Tenê bila jin bi xwe bawer bin û heke bixwazin dê karibin her tiştî bikin."
PÊŞÎ BI 3 MASEYAN DEST PÊ KIR
Çolemerik a 7 sal berê ji karmendiyê teqawîd bû û bi pereyên li ber destê xwe dikaneke biçûk vekir, diyar kir ku wê destpêkê bi 3 maseyan, bi çend tûpên biçûçik û ocaxeke kevn dest bi kar kiriye. Çolemerik a niha aşxaneyeke 2 qatî bi rê ve dibe, got jin di her karî de bi awayekî nişmî tevdigerin. Çolemerik, dest nîşan kir ku ji bo mirov bi ser keve beriya her tiştî divê bi xwe bawer be û wiha got: "Dema ji karmendiyê teqawîd bûm, min nexwest li malê rûnêm. Min baş zanibû ku pêdiviya bajêr bi çi heye. Pêşî min vê fikra xwe ji hevjînê xwe re vegot, lê wî jî nexwest karekî wisa bikim."
Çolemerik, anî ziman ku dema wê nû dest bi kar kiriye, ji ber stres nikaribûye rakeve û wiha axivî: "Lê min guh neda tu kesî û min karê xwe hembêz kir. Sala ku erdhej çêbû min dikan bi çend maseyan vekir. Paşê piştî erdhejê, bi qasî 3 mehan dikan girtî ma. Ji ber zaf xesrîbû, wê demê difikirîm ku wê bigirim. Paşê min dev ji vê fikrê berda û dubare min dikana xwe tamîr kir û karê xwe domand. Destpêkê min hem aşpêjî dikir, hem jî dikan bi rê ve dibir. Mirovan nişmîbûna xwarina min, karegha min û dîsîplîna min dîtin."
JI BO JINAN BÛ MÎNAK
Çolemerik, diyar kir ku dema jinên dixwazin karekî bikin wê dibînin wêrek dibin û wiha domand: "Gelek jin tên min dibînin, li dikanê dinihêrin, mînak jê digirin. Mesela li Colemêrgê çend jinên ciwan ên hatin min dîtin, paşê çûn li wir aşxaneyek vekirin. Li aşxaneya me jineke ku peqleweya malê çêdikir hebû. Wê jî ji xwe re dikanek vekir. A rast mînaka herî baş xwişka min bû. Ew jî hat, bi qasî 2 mehan li gel min xebitî û paşê li Navenda Bazirganiyê ya Stenbolê metbaxeke ku xwarinên herêmî difiroşe vekir. Niha hemû jî li ser piyên xwe disekin û jinên bi xwe bawer in."
‘PEYAMA MIN JI BO JINAN, WÊREK BIN'
Çolemerik, amaje bi girîngiya bidestxistina azadiya aborî ya jinê kir û balê kişand ser girîngiya 8'ê Adarê. Çolemerik wiha domand: "Di roja jinan de peyama min a herî baş, her hal ew e ku divê jin wêrek bin. Niha hewl didim di vî warî de keça xwe bigihînim. Ji bo bibe jineke bi xwe bawer û li ser piyên xwe bisekin her tim wê motîve dikim. Em jin bi jiyînê her tiştî fêr dibin. Dema em serê xwe ji malê derdixin, em dibînin ku em ê çi karên baş bikin. Di 8'ê Adarê de peyama min ji bo jinan ew e ku, tenê bila jin bi xwe bawer bin û heke bixwazin dikarin her tiştî bikin."
Nimet Olmez - dîhaber