Helbet gotineke jinên wanî heye!

WAN - Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe, bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê ya di mercên OHAL'ê de bê pîrozkirin û wiha got: "Li bajarekî ku ewqas mirina jinan, îstismarkirina pitikan û her cure şidet lê zêde dibe, helbet dê gelek gotinên jinan hebin."

Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe û Seroka Baskê Jinan a CHP'a Wanê Sema Canli, li Wanê balê kişandin ser girîngiya pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya dê di şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) pêk bê.

‘EM Ê KUÇEYAN NETERIKÎNIN'

Ozgokçe, dest nîşan kir ku jinan bi têkoşîneke xwe ya sedan salî hafizayek çêkiriye û wiha got: "Bi çêbûna vê hafizayê jin hîn bûn ku ancax ew bi têkoşînê dikarin mafên xwe bi dest bixin. Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo me jinan mîladek e." Ozgokçe, dest nîşan kir ku dê jin li gel şert û mercên OHAL'ê jî kuçeyan neterikînin.

‘DÊ JIN BERSIVÊ BIDIN'

Ozgokçe, anî ziman ku jin li gora salên din îsal bi awayekî zêdetir rastî mirin û şidetê hatine û wiha axivî: "OHAL bêtir li ser jinan bû amûreke çewisandinê û her wiha polîtîkayên dewletê yên necezakirin û cudabûnê vê dîmenê kûrtir kir. A rast dê wek qetilkirina Ozgecanê, dê jin îsal bi yekdengî li dijî qetilkirina jinan a li kuçeyan seknekê nîşan bidin."

‘GELEK GOTINÊN KU JINÊN WANÎ BIKIN HENE'

Ozgokçe, anî ziman ku 8'ê Adarê dê têkoşîna jinan zeximtir bike û wiha axivî: "Li bajarekî ku ewqas mirina jinan, îstismarkirina pitikan û her cure şidet lê zêde dibe, helbet dê gelek gotinên jinan hebin. Komeleyên herî girîng ên bi salan ji bo mafên jinan têkoşiyan hatin girtin. Xebat hatin qefilandin. Hema bêje hemû kesên hilbijartî, hevşaredarên jin ji peywirê hatin wergirtin û li girtîgehan bi awayekî rehîn tên ragirtin. Li dijî xistina parlementeriya Figen Yuksekdagê ya bi vîna jinan hatiye hilbijartin helbet dê jin çalakî û xwepêşandan li dar bixin. Em ê li kuçeyan bi reng û peyamên xwe biqîrin û diyar bikin ku em vê qebûl nakin. Dê jin di referandûma Qanûna Bingehîn ji bo wan yek peyvek jî tê de cih nagire bi daxwazên xwe tevbigerin û bibêjin 'Na' û dê têkoşîna xwe bikin yek."

‘EM Ê LI KUÇEYAN GOTINA XWE BIBÊJIN'

Seroka Baskên Jinan a CHP'a Wanê Sema Canli jî, xwest jin bêyî tirsê di 8'ê Adarê de bi awayekî herî xurt daxwazên xwe biqîrin. Canli wiha axivî: "Ji bo jin di civakê de bêtir derkevin pêş, divê ewil rewşa hoveber a şidet, argo, îstismar û mirinê ji holê bê rakirin. Mebesta me ya herî mezin ew e ku em vê pergala koletiyê ji holê rabikin. Pêvajoya OHAL'ê û qewimînên li Tirkiyeyê helbet bû sedema paşxistina destkeftî û mafên jinan. Divê li Wan û Tirkiyeyê jin derkevin gotina xwe bibêjin û vê roja hêja pîroz bikin. Divê îro em xwe vebêjin."