'Arşîva' gotinên îxtidarê yên zayendperest

NAVENDA NÛÇEYAN- Ligel gotina " fitrata jin û zilaman ters e" heta "ji ber ku jin li kar digerin betalî zêde ye" ve AK Partî di îxtidara xwe ya 15 salan de bi daxuyaniyên xwe wekî ku "arşîvekî" "zayendperest, cudakar, pêşiya şîdetê vekir" ava kir jin wekî salên barî îsal jî li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe bênavber didomînin.

Jinên ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi pêvajoya guhertina Qanûna Bingehîn ve pêşwazî dikin li qadan in. Li hemû qadên jiyanê bi biryariya xurtkirina têkoşînê û pêşxistina rêxistinbûna xwe li kolanan sîstema desthilatdar a zilam pirsyar dikin û îtirazên xwe bi dengekî bilind tînin ziman. AK Partîya ku 15 sal in îxtidar e roja hatiye li ser desthilatdariyê heta niha zimanê xwe yê zayendperest û cudakar qet neguherandin, heta bi daxuyaniyên xwe ve pêşiya şîdeta li hemberî jinan vekirin. Di lêkolîn û îstatistîkên 15 salan derxist holê ku şîdet û qatlîmanên li dijî jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Her ku çû jin derxistin derveyî jiyana civakî, li dijî jinan, sererastikirinên ku jinan hepsî malê bikin hatin derxistin. Li hemû saziyên dewletê ji diyanetê heta tenduristiyê, perwerdehiyê heta wezareta malbatê jinan li gorî îdeolojiya xwe dizayn dikin. Ji ber van polîtîkayan hemû qanûn, peymanên navneteweyî li ser kaxizan dimînin. Li cihanê di îstatistîkên wekheviya zayendî de Tirkiye her tim di rêzên dawî de cih digire.

Di serî de serokomar, hemû rayedarên hikûmetê û kesên nêzî îxtidarê bi gotinên xwe yên li dijî jinan ve nîşan dike ku çima şîdeta li hemberî jinan her diçe zêde dibe û jin çima têkoşîna xwe li hemberî îxtidarê bi israr berdewam dikin.

ERDOGAN: WEKHEVIYA JIN Û ZILAM TERSÎ FITRATÊ YE

Serokomar Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya 1'emîn Zîrveya Edalet û Jinê ya Navneteweyî de wiha got: "Pêdiviya jinan bi çi heye? li vir carna dibêjin wekheviya jin û zilam. Wekheviya di navbera jinan re rast e. Wekheviya di navbera zilaman de rast e. Hûn nikarin jin û zilam bînin astekî wek hev. Ew tersî fitratê ye."

'MA KARÊN LI MALÊ NEBES E'

Wezîrê Av û Daristanê Veysel Erdoglu li ser gotina jinan a "em kar dixwazin" bersiva "Ma karên li malê ne bes e" da.

'JIN BI XEBATÊ AMADEKARIYA FUHUŞÊ DIKE'

Damezirînerê Weqfa Sosyal Doku û Serokê Weqfê Nureddîn Yildiz ji bo jinên ku dixebikin îfadeyên "Her jineke dixebite tê watela zilamê ku çavê wî têr nebûye. Jinek bi tercîha xebatê ji bo fuhuşê amadekariyê dike" bi kar anî.

'DIVÊ JIN NEKENE BI ÎFET BE'

Alîkarê serokwezîr ê berê Bulent Arinç têkîldarî jinan wiha got: "Ger ku jin be divê bi îfet be. Mehrem û nemehremê bizanibe. Di nava hemû kesan de divî nekene, di nêzîkatiyên xwe de divê dilkêş neke."

'DI FITRATA JINÊ DE KOLETÎ HEYE'

Ugur Işilak ê bi nêzîkatiya xwe ya AK Partiyê tê nasîn beriya hilbijartinên serokomariyê ji bo Tayyîp Erdogan strana "Dombra" amade kir piştre jî di hilbijartinên 7'ê Hezîrena 2015'an de bû parlamenterê AK Partiyê di bermaneyekî televîzyonê de ji bo jinan gotina "Di fitrata jinan de kolebûna zilaman heye" bi kar anî.

'JI BO JINAN TEKANE KARIYER DAYÎKBÛN E'

Mehmet Muezzînoglu dema ku Wezîrê Tenduristiyê bû û di 2015'an de çû serdena zaroka di serê salê de ewil çêbû ji bo jinan wiha got: "Divê dayik jibilî dayikbûnê tu kariyerê ji bo xwe negirin navendê."

'JINÊN TIRK XEMLA MALA XWE NE'

Wezîrê Parastina Neteweyî yê berê Vecdî Gonul der barê jinan de îfadeyên "Jinên tirk xemla mala xwe ne, şerefa zilamê xwe ne, lê çi heyf e jinên Rojavayî tên eciqandin" bi kar anî.

'DIVÊ JINÊN DUCANÎ DERNEKIVIN DERVE'

Tesewûfnas Omer Tugrul Înançer di bernameyekî televîzyonê de der barê jinên ducanî de wiha axivî: "Ducanîbûnê wekî li daholê bixin û îlan bikin li dijî edeba me ye. Bi zikeke wisa ve li kolanê ger çênabe. Beriya her tiştî estetîk nîne. 6-7-8 meh ji bo hinekî bêhnê bigire xwîşka me ya namzetê dayîkbûnê ye wesayîta hevserê dikare siwar bibe û hinekî dikare bigere. Niha meşalah yên bi bask bêbask li televîzyonan difirin, şerm e şerm e. Navê vî ne realîzm e navê vî bêedebî ye."

'LI CIHANÊ JI BER FUHUŞ ZÊDE DIBE BELAYÊN BI VÎ RENGÎ JÎ DIBIN'

Li gundê Muftuler a navçeya Eflanî ya Karabukê jina 75 salî ya bi navê Zulfiye Tunç ji ber geneyê pê ve veda jiyana xwe ji dest da. Di merasîma cenazeyê de meleyê bi navê Muharrem Tokgoz têkîldarê bûyerê wiha got: "Xwedê bi bihokekî biçûk ve bedena mezin tune dike. Xwedê Teala dibêje ku 'li cihanê dema dijminatî zêde dibe qewm tên cezakirin, nexweşiyên ku nayên zanîn tê dayîn.' Li cihanê ji ber ku fuhuş zêde dibe belayên bi vî rengî jî tê serê me."

'YÊ KU JI BO REQSÊ DESTURÊ DIDE HEVSERA XWE DEYÛS E'

Alîkarê Miftiyê Yozgatê Nasuf Yaylagul di weaza înê de xîtabî cemaetê kir û wiha axivî: "Li dawetan, şahiyan de zilamên ku ji bo keç û jinên xwe reqs bikin nerazîbûnê nîşan nadin, zilamên ku li kolanan bi keçan re diaxivin deyûs e."

'LI HEMBERÎ TECAWÎZA ZAROKA 7 MEHÎ DERKETIN RONDIKÊN TÎMSEHAN E'

Muftiyê Samsunê Hayerttîn Ozturk ê bi gotinên xwe yên "Horona bi zilam û jinan heram e" "navên Aleyna, Sanem li zarokên xwe nekin" hate rojevê careke din jî têkîldarî jinan wiha got: "Ger hûn li hemberî zînaya ku kesê 18 salî dike dernakevin, li hemberî tecawîza li dijî zaroka 7 mehî derketin rondîkên tîmsehan e. Şehvet tiştekî wisa ye hûn nikarin li sînorekî bisekinin, tu ciheke hûn bisekinin tuneye."

'HEKE ZILAMÊ ÎSTISMARKAR LÊBORÎNÊ BIXWAZE EFÛ BIKE'

Li Enqereyê dayika zaroka 15 salî ji ber ku zaroka wê rastî îstismara zayendî ya hevserê wê tê û zilam lêborînê dixwaze û li ser vê yekê rewş ji xeta "Alo fetwa" ya Serokatiya Karên Diyanetê parve kir û pirsa divê çi bek li wan kir li ser vê yekê meleyê li diyanetê "Heke hevserê we lêborîn xwestibe wî efû bike, yekîtiya zewacê bidomînin" da.

'JINA KU DELOKTE LI XWE KIRIYE TEXRÎK DIKE'

Prof. Dr. Orhan Çeker ê li ser malpera înternetê ji ber êrîşên zayendî jinan sûcdar dike ji bo jinên ku cilên vekirî li xwe dikin gotina "Jinên ku cilên dekolte li xwe dikin heke rastî tacîz û tecawîzê bên texrîk dikin ji sedî 50 ew jî sûcdar e."

'JINÊN KU RASTÎ TECAWÎZÊ TÊN DIVÊ KURTAJ NEBIN'

Parlamenterê AKP Partiyê yê Sakaryayê Ayhan Sefer Ustun ê ku demekî Serokatiya Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê jî kir têkîldarî jinên ku rastî tecawîzê tên, di encama vê de ducanî bidin û dixwazin kurtajê bikin gotina "Divê jinên ku rastî tecawîzê tên jî zarokên xwe bînin. Li Bosnayê gelek jinan bi vî rengî zarok anîn" bi kar anî.

'HEVSERÊ DUYEMÎN JI ROJHILAT BIGIRIN'

Şaredarê Rîzeyê yê berê Halîl Bakirci yê AK Partiyî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gotinên nijadperest û zayendperest bi kar anî û wiha got: "Bila hevserên duyemîn ji rojhilat bên girtin. Divê em vî rastiyê qebûl bikin. Miro pêdiviyên xwe yên zewacê bi metresan an jî biawayekî cuda temam dikin. Divê mirov nekevin nava tiştekî wisa. Ji herêmê em zewacan, xizmbûnê zêde bikin û bi teşwîqa dewletê di nava 30 salan de ez bawer dikim pirsgirêkên tên jiyîn gelek kêm bibin û çareser bibin."

'BILA DAYIKA WÎ BIMIRE'

Şaredarê Bajarê Mezin a Enqereyê Melîh Gokçek di bernameyeki televîzyonê de ji bo jinên ku ku di encama êrîşa zayendî de ducanî mane îfadeyên "Ger ku dayika wî rastî tecawîzê tê çima zarok dimire, ma gunehê wî çi ye? Madem wisa ye bila dayika wî bimire."

'PERWERDEHIYA BI KEÇ Û XORTAN ŞAŞ E'

Parlamenterê AK Partiyê yê Kayseriyê û Serokwekîlê Meclîsê yê berê Sadik Yakut têkîldarî perhewrehiya bihevre ya keç û xortan daxuyaniya "Ez perwerdehiya ku heta niha xewndekarên keç û xort bi hevre dibînin wekî şaşîtiyekî mezin dibînim. Înşelah ev şaşîtî dê serdema bê de dê bê sererastikirin."

'JI BER KU JIN LI KAR DIGERIN BETALÎ ZÊDE YE'

Wezîrê Dewletê Mehmet Şîmşek dema ku Wezîrê Maliyeyê bû têkîldarî sedema betaliyê di axaftineke xwe de wiha got: "Hûn dizanin çima betalî zêde dibe? Ji ber ku di dema krîzê de mirov gelekî li kar digerin. Bi taybetî jî di nava jinan de di dema krîzan de lêgerîna kar zêde dibe, tevlîbûna hêza kar rade zêdetir dibe."

'QÎRKIRINÊ HÎNÎ ZAROKAN BIKIN'

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya berê Ayşenur Îslam ji bo zarok rastî îstismara sayendî neyên banga "Qîrkinê hînî zarokan bikin. Di dema bi rewşên ku naxwazin rû bi rû bimîn bimînin divê zarokên me qîr bikin" li jinan kir.

'EM WEQFA ENSARÊ NAS DIKIN XIZMETÊN WÎ TEQDÎR DIKIN'

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya berê Sema Ramazanoglu têkîldarî Weqfa Ensarê ku bi êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan hate rojevê wiha got: "Careke ev yek pêk hatiye, nabe ji bo saziya me ya ku bi xizmetên xwe ve derketiye pêş bibe sedema reşkirinê. Em Weqfa Ensarê nas dikin, xizmetên wî teqdîr dikin."

'EM Ê PERWERDEHIYA MEHREMIYETÊ BIDIN'

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Betul Sayan Kaya di îstimara zarokan de necezakirina sûcdaran nedîtî ve hat û wiha got: "Em ê bikin ku di ferqê de bin, em ê zarokên xwe biparêzin û perwerdehiya mehremiyetê bidin. Zarok dê fêrî xweparastinê bibin. Zarok dê parastina bedena xwe fêr bibe. Dê nehêle kesekî xerîb dest bide bedena wî, bêyî destura wî desturê nede dest bide bedena wî."

'ÇAPEMENÎ BÛYERAN DINEPIXÎNE'

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê yê berê û Şeradara Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn têkîldarî nûçeyên ku der barê şîdeta li hemberî jinan de di çapemeniyê de derdikeve gotina "Çapemenî bûyeran dinepixîne. Şîdeta li hemberî jinan di têgehê de vebijêriye" bi kar anî.

'DIVÊ JI FEMÎNÎZMÊ RE DAWETNAME NEYÊ DERXISTIN'

Parlamenterê AK Partiyê yê Kirikkaleyê Ramazan Can dema ku pêşnûmeya şîdeta li hemberî jinan li Meclîsê dihat nîqaşkirin wiha got: "Bêyî malbatê jin nabe jin, zilam nabe zilam. Ger ku li vir mirov rêzekî bike divê malbat li pêş be, ez wisa difikirim. Piştre zarok piştre jin tên. Pêkanînê cudakariya pozîtîf ger ku veqetandina rehet bike, nebe pêkanînê sedema belavbûna malbatan. Divê hevsengek û tercîhek hebe bi mafên jinan ve mefên malbatê û hiqûqa malbatê bê parastin. Bi nêzîkatiya em otorîteya zilam, serdestiya zilam bişikênin bila ev nebe ku em ji femînîzmê re dawetnameyê derxînin."

'KESEK NAXWAZE BI KESEKÎ NEBAKÎRE YE RE BIZEWICE'

Şewirmendê Wezîrê Edaletê yê demê Cemîl Çîçek, Prof. Dogan Soyaslan li Meclîsê dema ku nîqaşên li ser Qanûna Cezaya Tirk (TCK) ya nû dihat kirin wiha got: "Kesek naxwaze bi yekî nebakîre ye re bizewiceb Di civaka tirk de ji keçe ku rastî tecawîzê hat re dibêjim ger ku ev yek hate serê te bizewice. Di civakê de kesên ku xwîşka yekî direvînin û tecawîz dikin ger ku bi wê re nezewice dikujin. Yên ku berovajî vî yekê bibêjin sextekar in. Kesê ku bi keça ku tecawîz kiriye dizewice ma baş nabe? Ger ku bekaret çû divê bizewice. Dema ku dizewice jî divê ji cezayê rizgar bibe."

'JINÊN KU SERÊ WÊ NEGIRTÎ BE WEKÎ MALA BÊPERDE YE, JI BO FIROTINÊ YE'

Parlamenterê AK Partiyê Suleyman Demîrcî der barê jinên ku serê wan girtî nîne di hesabê xwe yê çapemeniya civakî de peyama "Jinên ku serê wan girtî nîne wekî malên bêperde ne. Malên bêperde jî yan ji bo firotinê ye yan jî ji bo kirê ye" parve kir.

'AZADÎ XWAZBIN JÎ...'

Ord. Prof. Or Sulhî Donmezer ê dema serokê komîteya amadekar a pêşnûmeya TCK'ê bû li Zanîngeha Bahçeşehîrê di konferansa ku dabû de têkîldarî rexneyên ku ji bo "kêmkirina cezaya di bin navê namûsê de" "tecawîza di zewacê de" tên kirin wiha got: "Divê ev pirsgirêk li hundirê malê bên çareserkirin. Di bin navê em azadîxwaz in de heke hûn bi zorê tecawîzê sûc bihesibînin nihakir pêşiya îftirayan bigirin. Ger ku ev sûc bê hesibandin zilamê ku jina wî dema radizê şehweta xwe ya zayendî bixwaze li ser jina xwe pêk bîne jî dê wekî tecawîzkar bê hesibandin. Dema ku jin rabe dê bibêje rizaya min tunebû, dadgehê jî wan veqetîne."

'YÊN TENÊ BÊN HIŞTIN AN DÊ BIÇE DAHOLVAN AN JÎ ZIRNEVAN'

Serokomar Tayyîp Erdogan dema serokwezîrtiya xwe de têkîldarî Munevver Karabulut a ku hate kuştin bang li dayik û bavê wê kiribû û gotina "Nabe zaroka min diçe kû bila biçe. Yên tenê bên hiştin an dê biçe daholvan an jî biçe zirnevan" bi kar anî.