TJA: Em ê qedexeya 8’ê Adarê nas nekin

AMED - Waliyê Amedê bi hinceta OHAL’ê pîrozbahiyên 8’ê Adarê qedexekirin, TAJ’yê derbarê qedexeyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku derbarê mijarê de hevdîtinên wan didomin û çi dibe bila bibe ew ê li qadan bin.

Walitiya Amedê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hinceta OHAL’ê qedexekirin, derbarê biryara walî de Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber avahiya DBP’ê daxuyaniyek da û biryar şermezar kir. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Endama Komîteya Amakdekariyên Mîtînga 8’ê Adarê Eylem Ceylan, diyar kir ku kesek nikare pîrozbahiyên rojek gerdûnî qedexe bike û wiha got: “Her sal jin ji bo vê roja heybet pîroz bikin dadikevin kolanan. Em jinên Amedê starta 8’ê Adarê li navçeya dîrokî Sûrê da. Bi rih û çoşek mezin hat pîrozkirin. Hêjî ev çoş û xebatên me diomin serlêdana me ya ji bo mîtîngê ji aliyê Waliyê Amedê ve hatiye redkirin.”

EM Ê MÎRATEYA JINAN LI QADAN PÎROZ BIKIN

Ceylan, anî ziman ku ew qedexeya Waliyê Amedê ya ji bo 8’ê Adarê ku li hemû cihên cîhanê tê pîrozkirin rast nabînin û wiha axivî: “Em qedexeyê qebûl nakin û nasnakin. 8’ê Adarê mîrateya jinên cîhanê ye. Ji ber vê yeke em bi biryarin ku bi heybet pîroz bikin. Ji bo biryara demildest bê sererastkirin hevdîtinên me didomin. Biryar çi be bila bibe em bang li hemû jinan dikin ku 8’ê Adarê li qadan pîroz bikin.”