Sira serkeftina wan piştevaniya jinê ye

QERS - Nuriye Erkmen a 3 meh berê li Qersê bûtîka kincên gelêrî vekir, bal kişand ser piştevaniya jinê û hişmendiya zayendî û wiha got: “Bila jin hay ji cudahiya zayendî hebin. Heke em bibin yek em ê ji derheqê her tiştî derkevin.”

Nuriye Erkmen (37) a 3 meh berê li Qersê bûtîka kincên gelêrî vekir, dixwaze li bajêr pêşî li bişavtina çandî bigire. Erkmen a tevî şirîkeke xwe li Kolana Şehit Yusuf Beyê dikaneke kincên gelêrî ya 60 metrekareyî vekir, balê kişand ser girîngiya piştevaniya jinê.

Li dikane bi temamî kinc û berên jinan cih cih digirin. Ji bo jin û zarokan kincên gelêrî, xişir, çente û aksesûr hene.

Erkmen, diyar kir ku ji bo ew çanda kurdî tim zînde bikin wan biryara vekirina vê dikanê daye û wiha got: “Me dît ku kincên gelêrî yên çanda kurdî li herêma me tune ne. Me xwest em wê mîrateya dayikên xwe, bapîr û dapîrên xwe zînde bikin. Ji bo em ragihînin nifşên nû min û şirîka xwe ev dikan vekir.”

HER TIŞT ORGANÎK IN

Erkmen, diyar kir ku dema wan biryara vekirina bûtîkê daye ji bo lêkolînê ew çûye Amedê û wiha axivî: “Me bi kolektîfên jinan re hevdîtin çêkirin. Paşê me Ekojinê nas kir. Her wiha me weziyeta aboriyê ya jinê nas kir û em bûn xwedî fikrekê. Bi saya vê hişmendiyê em ji bo mirovan xizmeteke baştir dikin. Di berên me de boyaxên kîmyewî tune ne. Ji malzeme û boyaxên organîk tên hilberandin. Ji ber hemû bi keda destan tên çêkirin, ev qalîteya xizmeta me jî zêde kir.”

‘TERCÎHA JINAN GUHERÎ’

Erkmen, anî ziman ku dema wan li bajêr bûtîka jinan vekiriye, rastî tu bertekên cuda hatine û wiha domand: “Em rastî berteka kesên ku naxwazin ev çand bijî hatin. Lê belê, her çû em rastî bertekên baş hatin. Kesên digotin, ‘dê kî van kincan li xwe bike’ êdî sîparîşan didin. Ji ber me evder vekir gelek kesî spasiya me kir. Bi demê re daxwaz zêde bû. Ji derveyî welat jî sîparîş tên. A rast em ne li benda raxbeteke wisa bûn. Kincên hazir bûne monopol. Di dawet, hine, sinet, rojên taybet û newrozan de jin êdî kincên gelêrî tercîh dikin. Tercîha jinan guherî.”

Erkmen, diyar kir ku li gel vê ew li bûtîka xwe berên ku jinên gund û taxan çêdikin jî difiroşin û got, bi vê re jinên li herêmê jî daxilî aboriyê dibin. Erkmen wiha axivî: “Jinên li gundan tiştên çêdikin ji bo em bifiroşin ji me re tînin. Em jî, ji bo keda jinan neyê binpêkirin alîkaryê dikin û em ji van beran re bazarekê çêdikin.”

‘DIVÊ JIN LI SER PIYÊ XWE BISEKIN’

Erkmen wiha bang li hemû jinan kir: “Divê jin li dijî tu zor û zehmetiyê pes nekin. Bila her bala wan li ser çareseriyê be. Divê em li hemberî pirsgirêkan hêzdar bin. Heke jin naxwazin di civakê de bên binpêkirin divê li ser piyê xwe rawestin.”
RAZA SERKEFTINA WAN PIŞTEVANIYA JINÊ YE

Erkmen, dest nîşan kir kur aza serkeftina wan bi temamî piştevaniya jinê û hişmendiya zayendî ye û wiha domand: “Îro em li vir wek du jinan hem çanda xwe jîndar dikin û hem jî di aboriyê de cih digirin. Heke di navbera min û şirîka min de piştevanî esas nehatana girtin, em ê negihaştana meqseda xwe. Me dabeşiya kar kir û piştevaniya hev kir. Ji bo em her roj bûtîkê vekin bi awayekî dorveger me li zarokên hev nihêrî. Divê jin hay ji cudabûna zayendî hebin. Tenê bila jina ji hev bawer bin.”