Taşdemir: Dê jin di 16’ê Nîsanê de bariyeran deynin pêş rejîma sultaniyê

ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku di 14 salên îktîdara AK Partiyê de ji bo jinan dîmeneke tarî derketiye holê û got, dê jin di 16’ê Nîsanê de li pêş rejîma sultaniyê bariyeran deynin.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku di referandûmê de ji bo “Na”yê bi hezaran sedemên jinan hene û got, dê jin di 16’ê Nîsanê de li pêş rejîma sultanî bariyeran deynin û bitêkoşin. Taşdemir, dest nîşan kir ku ev referandûm ne hilbijartineke ji rêzê ye, ji roja rejîma yekzilamî ketiye rojevê heta niha wan li her qadên jiyanê li dijî vê têkoşiyaye û got, di 14 salên îktîdara AK Partiyê de ji bo jinan dîmeneke tarî derketiye holê.

JIN LI HER QADÊ TÊDIKOŞIN

Taşdemîr, anî ziman ku ji bo jin dev ji azadiyên xwe bernedin dê pêşeroja xwe teslîmî yekkesî nekin û wiha axivî: “Helbet lêrasthatina referandûmê ya li dema 8’ê Adarê û Newrozê, ji bo xurtkirina têkoşîna jinan xwedî wateyeke cuda ye. Çimkî, di şert û mercên OHAL’ê de ku mirov êdî newêrin li gel hev biweşin ev nêzî hefteyekê ye jin li kuçeyan têdikoşin û dibin hêviya dengê her kesî. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên 8’ê Adarê hatin organîzekirin. Em ê wek Meclîsa Jinan a HDP’ê, platformên jinan, hewldanên jinan ên dibêjin ‘Na’ em ê vê pêvajoyê li her derî bi rê ve bibin û em ê berxwedana jinê bilind bikin.”

‘EM Ê BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN’

Taşdemîr, ragihand ku hevserokên wan ne ji ber teslîmiyetê di girtîgehê de ne û wiha domand: “A rast ji ber li dijî vê feraseta nêrza, feraseta xanedanî ji bo azadiyê têkoşiyan niha di girtîgehê de ne. Lê ji xwe em hay ji vê ya hene.Belê, êrîş mezin. Dixwazin tirsê biafirînin û hêviyê bişkînin. Lê me jî carekê baweriya xwe bi azadiyê aniye. Çi dibe bila bibe, em ê qethiyen jbi paş ve gav neavêjin. Em ê li meclîsê, li kuçeyan, li malê her bitêkoşin û vê têkoşînê mayînde bikin.”

‘ATMOSFERA HILBIJARTINA 7’Ê HEZÎRANÊ HEYE’

Taşdemîr, diyar kir ku ew ê di 17’ê Nîsanê de li hemû bajarn bi ‘Na’yê hişyar bibin û wiha axivî: “Em ê li dijî vê feraset û atmosfera sultanî bariyeran deynin. Helbet dê piştî 17’ê Nîsanê jî ne rihet be, dê dijwar derbas bibe. Lê em jin bi serbilindiya serketinê, em ê xebatên xwe hembêz bikin û bidomînin. Referandûma 16’ê Nîsanê di atmosfera 7’ê Hezîranê de ye. Em ê sibeha 17’ê Nîsanê bi ‘Na’yan hişyar bibin.”

‘TEQEZ EM Ê BI SER KEVIN’

Taşdemîr, diyar kir ku 8’ê Adarê û 21’ê Adarê ji bo têkoşîna jinan rojên zeximkirina berxwedanê ne û wiha got: “Em ê jî di 8’ê Adarê de li her derî, çi dibe bila bibe dengê xwe bilind bikin û bang li he rkesî dikim da daxilî vê coş û agirê serîhildanê bibin. Teqez em ê bi hev re bi ser kevin.”