Li Rihayê mudaxale: 23 jin hatin binçavkirin

RIHA - Li Rihayê polîsan mudaxaleyî meşa 8'ê Adarê kirin û 23 jin hatin binçavkirin.

Li Rihayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jinên ku xwestin di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de meşê li dar bixin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Jinên ku li ber avahiya SES'ê hatin cem hev bi erbaneyan xwestin bimeşin lê polîsan nehiştin. Jinên ku di nav de parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî hebû ji bo meşê israr kirin. Li ser vê polîsan mudaxaleyî jinan kir bi derbkirinê jin bin çav kir. Polîsan parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan jî derb kirin. Endema MP a DBP'ê Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Yasemîn Kiliç, hevserokên SES, Egîtîm Sen û BES'ê yên Rihayê Adelet Çay, Hadle Ogur, Leyla Sonmez û Leyla Mumîn jî di nav de 23 jin hatin binçavkirin.

Di dema binçavkirinê de jineke ku navê wê nehat hînbûn li wesayîta polîsan ji xwe ve çû.