Jin li Stenbolê dimeşin: Bi her zimanî Îsyan bi her zimanî 'Na'

STENBOL - Jin, di pêşengiya Platforma 8'e Adarê ya Stenbolê de bi armanca 8'ê Adarê Roja Jinê Cîhanê pîroz bikin bi her zimanî gotin "Îsyan" û herikîn qada mîtîngê. Jin bi şîara “Ji bo mafê me yê jiyan, azadî, beden û keda me Na" li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê dest bi mîtingê dikin.

Platforma 8'ê Adarê ya Stenbolê, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi hişyariya “Ji bo mafê me yê jiyan, azadî, beden û keda me Na" mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêk tîne. Beriya mîtîng dest pê bike, jinên ku gelek qadên cuda yên Stenbolê kom bûne, bi girseyî diherikin li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê. Jinên di saetên serê sibê de ji gelek qadên Stenbolê derketin rê li Qada Azadiyê ya mîtîngê kom bûn. Jinên li Pira Încirlî kom bûn, hatin cihê ku lêkom bibin Dikilitaşê. Jinên ku bi cilên xwe yên rengîn dîmenên rengîn ava kirin bê navber lîrandin û bê navber silogan berz kirin.

Li qada mîtîngê li 2 nokteyên cuda nokteyên lêgerînê hatin avakirin.

Polîsên ku rêyên kortejê girtin, destûr nedan ku jin li qada Dikilitaşê ewlehiya xwe ava bikin. Polisan gotin: “Hûn lêgerîn nekin. Yên hûn dikevin şikê em dê lêgerîn bikin" û destûr neda ku jin ewlehiya xwe bigirin. 2 endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên wêneyê siyasetmedara kurd Sakine Cansız û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag li ser lolipopan zeliqadin û rakirin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan piştî li GBT’yên wan nerî ew serbest berdan.
Jinan di meşê de bi gelek zimanên cuda dowîzên "Na" li ser hatibû nivîsandin rakirin.
Jinên ku bi cilên xwe yên rengîn meşiyan, li erbaneyan dan û bi rengên xemrî daketin qadan. Jinan di meşê de pankartên “Ji tunekirina keda jinê re Na" "Feminist di îsyanê de ye", “Jin di 8'ê Adarê de bi her zimanî îsyan dikin, bi her zimanî dibêjin Na" vekirin û siloganên “Ger ku jin azad bibe dê dinya biheje" û “Jin jiyan azadî” û “Na" berz kirin .

Di mîtîngê de tê peyama Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Demî Ayla Akat Ata dê bê xwendin.

Jin dê bi erbaneyan û stranên "Na" di mîtîngê de 8'ê Adarê pîroz bikin.