Gundogdu bi rengê jinan xemilî

İZMÎR - Li Qada Gundogdu ya Îzmîrê di pîrozbahiya 8'ê Adarê de jinan bi rengên xwe qad xemilandin û bi govendan û dirûşmên berxwedanê roj pîroz kirin û peyama "Li dijî tecawizkaran, li dijî dijminatiya jian, li dijî qatilkirinên jinan gotina me ya dawî 'Na' ye" dan

Li Îzmîrê di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi pêşengiya Platforma 8'ê Adarê ya Îzmîrê jin li Qada Gundogduyê ji bo mîtîngê kom bûn. Jin bi dowîzên rengîn û bi şîara "Li dijî tarîtiyê em ji bo mafê xwe yê jiyanê, azadiyê, bedede û keda xwe li ber xwe didin" hatin qadê.

JIN EWLEHIYA QADÊ PÊK TÎNIN

Riyên ku derdikevin Gundogduyê TOMA hatin bicihkirin, tîmên taybet li avahiyên ku qadê dib3inin hatin bicihkirin, qad bi bariyerên polîsan ve hat dorpêçkirin. Ligel dorpêça polîsan li her derê qadê ewlehî ji aliyê jinan ve hat pêkanîn û jinên ku li noqteyên polîsan in provokasyonên ku îhtîmal heye bên derxistin pêşiya vê yekê digirin.

XWESTIN DOWÎZAN DESTESER BIKIN

Hin dowîzên ku li ser "Sara, Rojbîn, Ronahî rûmeta me ne" "Jinên ku li Kurdistanê hatin qetilkirin rûmeta me ne" yên di destê jinan de bû ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin, jinan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşandan. Polîsan xwestin wêneyên 3 jinên kurd ên li Sîlopiyê û 3 jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin desteser kirin. Lê ji ber nerazîbûnên jinan wêne hatin dayîn.

ROJNAME HAT DESTESERKIRIN

Jinên ku ketin qadê ji lêgerînê hatin derbaskirin, meqesên neynîkan hatin desteserkirin. Jina li hemberî vê nerazîbûn nîşandan û dirûşma "Pêkûtî me bêzar nake" berz kirin. Dîsa rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi hinceta "gumanbar e" hate desteserkirin.

RENGÊ QADÊ BU JIN

Beriya mîtîngê qad rengîn bû li her derê qadê bi rengên jinan hatin xemilandin. Dowîzên di destê jinan de peyama bingehîn "Li dijî tecawizkaran, li dijî dijminatiya jian, li dijî qatilkirinên jinan gotina me ya dawî 'Na' ye" bû. Dîsa jinan dowîzên ku karîkatur li ser e hilgirtin.


JINÊN KURD ELEQEYEKÎ MEZIN DÎTIN

Jinên kurd ên ku hatin qadê wêneyên jinên ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan û bi cilên xwe yên neteweyî ve dîmenên rengîn derxistin holê. Li qadê jin bi muzîkê govendê digerînin.