STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji mîtînga jinan a li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê re peyamek şand û diyar kir ku dê jin feraseta yekperstî û faşîzmê hilweşînin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel jî si peyama xwe de wiha got: “Li dijî van polîtîkayan tekoşîn û berxwedana jinan rêxistinkirin berpirsyariyek dîrokî ye.”
Bi hezaran jinên li ser banga Platforma Jina ya 8’ê Adarê ya hatin cem hev, piştî meşê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi hişyariya “Ji bo mafê me yê jiyan, azadî, beden û keda me Na" mîtînga 8'ê Adarê destpêkir. Di meşê de jian dovîzên “Na” yên bi gelek zimanan rakirin û dovîzên wêneyên parlanemterê HDP’ê û siyasetmedarên jin ên girtî li ser hene hatin hilgirtin. Di mîtînga ku dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî 8’ê Adarê, bijî piştevaniya jinan” hatin berzkirin de jinan li ber muzîkê govend gerandin.
'EM BÊDENG NABIN Û SERÎ NATEWÎNIN’
Piştre Betul Celep a bi KHK’ê hat îxrackirin û li Qada Kadikoy Khalkedonê dest bi berxwedanê kiriye derket ser dikû û axaftinek kir. Celep, diyar kir ku ev 40 rojin li Kadikoyê li berxwe dide û wiha got: “Ez hewl didin bibin dengê jinan. Niha em dîsan bi hev re ne. Ez ji jinên di fabrîkeyan de li berxwedan fêrî berxwedanê bûm. Ez xwedî li têkoşîna wan derketim. Heta ku jin hebin dê cîhanê xweşiktir bikin. Em tucaran winda nakin û em ê biserbikevin. Em natirsin bêdeng nabin û serî natewînin.”
JI YUKSEKDAG Û TUNCE PEYAM
Piştre peyamên ku Hevseroka HDP’ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag û Hevseroka DBP’ê ya Giştî Sebahat Tuncel ji mîtîngê re şandine hatin xwendin.
Peyama Hevseroka DBP’ê ya Giştî Sebahat Tuncel wihaye:
“Silav jinên hêja; Me got jiyanek din mimkune û em derketin rê, ez hemû jinên ku ji bo azadî û wekheiyê, aştî û dadê hatine cem hev, piştevaniyê xurt dikin û dile wan bi çoşa têkoşînê lê dide silav dikim. Di 8’ê Adarê ku ji bo têkoşîna azadiya jinan rojek girînge de me dixwest ku em bi we re li kolan û qadan bin. Lê ji ber êrîşên li ser têkoşîna azadiya jinê û siyaseta demokrasiya min em vê rojê li girtîgehê pêşwazî dikin. Em wekî her car vê rojê bi coş û moralek mezin pêşwazî dikin. Di demek ku qetlîam û şîdeta li ser jinê bi pergal kirine de, piştevanî û dengê xwe bilindkirin ji her demê bêhtir niha pêwîste. Li dijî polîtîka û pakanînên ku jinan ji jiyana civakî durdixe û hespî malê dike tene riyek heye ew jî birêxistinkirina berxwendanê ye. Li dijî van polîtîkayan tekoşîn û berxwedana jinan rêxistinkirin berpirsyariyek dîrokî ye. Ez bawer dikim ku jin vê bi şêweyek herî baş pêktînin, ez ji girtîgeha Sîlîvriyê ji hemû jinên ku têkoşînê bilind dikin re silav û hezkirinên xwe dişînim û dibêjin 8’ê Adarê li we pîroz be.”
EM Ê BI MOLYAN CARAN BIQÊRIN: NA
Peyama Hevseroka HDP’ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag jî wiha ye:
“Dema em dibêjin dê jinên fereseta faşizm, dîktatorî û yekperestiyê hilweşînin em propagandeyek hişk nakin. Em pişt didin bingehek saxlem. Jin rêxistinkerên herî xwezayî yên Na ne. Em dizanin ku jina hertim gotin Na û hebûna xwe avakirine. Dema me got Na wê demê bi rastî me jiyan kir. Dema em ji hevjîn, hezkirî, karsaz, dewlet, bi kurtasî ji desthilatdariya zilam re dibêjin Na em bûn jin û azad bûn. Wekî jin tişta ku em heta roja îro bikin ewe ku ev vê vîna berxwedan, redkirin û alternatîfê ava bikin û li herkesê belav bikine. Di 8’ê Adara li pêşiya me, ev hêza me ya xwe dispêre hezaran salan, hêza me ya redkirinê, li hemû qad, kolanan em ê li rûyê desthilatdaran carek din bi hezar caran, milyon caran bi qêrin bêjin Na. Em ê cîhanek din ava bikin.”