Ji Qada Azadiyê peyama '15 sal bes e hezar caran Na' dan

STENBOL - Jinên ku li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê di mîtînga 8'ê Adarê de hatin cem hev peyama "15 sal bes e, hezar caran Na" dan diyar kirin ku ew ê jiyana ku bi destê jinê hatiye afirandin teslîmî kesekî nekin.

Li Stenbolê di mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi hezaran jin bi slogana "Ji bo mafê me yê jiyanê, azadî, beden û keda xwe Na" li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê hatin cem hev. Di mîtîngê de metna hevpar hate xwendin.

Piştî peyamên ku hatin xwendin koma erbaneyê ya jinan derket ser dikê. Bi muzîkê ve jinên li qadê govend gerandin. Piştre metna havpar a bi kurdî û tirkî hat xwendin. Metne ku bi tirkî û kurdî hat xwendin de endama Platforma 8'ê Adarê Şenay Kumuz got ku di 1857'an de 40 hezar jinên kedkar derketin grevê û 129 jin hatin qetilkirin, li ser bûyerê sedan sal derbas bû, ligel hemû pêkûtî û êrîşan jin ji bo mafên xwe careke din li qadê ne. Kumuz diyar kir ku tiştên ku îro diqewime jî ji paşerojê cuda nîne û wiha berdewam kir: "Bi referanduma ku li ser me tê ferzkirin em li vî qedê ji bo xetereyekî mezin hatin cem hev. Tişta ku li ser me tê ferzkirin guhertineke hemû destkeftiyên me ji digire ye. Lê em jin dizanin û bawer dikin ku em ê bi berxwedan û hêza xwe ve vî êrîşî jî pûç bikin."

'15 SAL BES E HEZAR CARAN NA'

Kumuz destnîşan kir ku hikûmetê 15'ê tîrmehê ji bo xwe kiriye fersend û wiha axivî: "Di bin navê demokrasiyê de em dibînin faşîzm tê înşakirin. Rewşa Awarte ya ku tê rewakirin; li kolan, mal, malbat û dewletê barên giran dixe li ser milê me. Em ji yek zilamê ku bi OHAL a 12'ê Îlonê jî derbas dike re dibêjin 15 sal bes e hezaran caran Na. Em jin bi hêza ku ji piştevaniya jinê digirin li dijî nîzama li ser me tê ferzkirin derdikevin, îsyan dikin û dibêjin ku em ê jiyana ku destê xwe ava kiriye teslîmî kesekî nakin."

'EM BI NA'YÊN XWE VE CIHANÊ MEZİN BIKIN'

Kumuz got ku ligel hemû pêkûtiyan dengê xwe yê aştiyê zêde kirine û wiha got: "Em ê li hemû qadên civakê û li hemû qadên jiyanê, li malê, kolanê, dibistanê, kargehê li dijî sîstema desthilatdar a zilam li ber xwe bidin. Em ê wekhevî, azadî, laîqbûn û aştiyê bi îsyan û piştevaniyê ve bihevre rêxistin bikin. Heta niha çawa me mafên xwe azadiya xwe bi berxwedanê bi dest xistiye em ê dîsa bi ser kevin." Kumuz diyar kir ku jiyanekî din û cihaneke din pêkan e û banga "Em banga bi 'Na'yên xwe ve cihanê mezin bikin dikin" kir.

'EM JI FABRÎQEYAN HATIN ŞEWITANDIN Û HATIN ÎRO'

Piştî daxuyanî hat xwendin, Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Îro Hevserokên me yên diviya bû li vir bi me re bûna li zindanê rehîn tên girtin. Em ji vir hezkirina xwe ji wan re dişînin. Em silavê ji hemû jinan re dişînin. Ji jinên mal, kolan û girtîgehan di ber xwe didin ji hemû kesî re silav. Bi têkoşîna mezin em hatin van rojan. Em li fabrîqeyan hatin şewitandin û bi bedelên mezin hatin van rojan. Îro li gel van destkeftiyên me yên mezin û bedelên giran dibêjin dest ji van destkeftiyên xwe berdin. Çima? Ji bo yek zilamî. Em jî dibêjin em îro jî û sibêroja xwe jî teslîmî pergala yek zilamî nakin. Em baş dizanin ku di 14 salan de çawa jiyan û qad li jinan kirin zindan. Ne li Meclîsê û ne jî li kolanan nekarîbûn jinan derbas bikin. Em destûr nadin vê feraset û hişmendiyê." Taşdemir, xwest ji bo rê nedin pergala faşizt her kes biçin ser sindoqê û bêjin ‘Na, Hayir’ û dengê xwe bikar bînin.

DÊ BI HER ZIMANÎ BÊJIN 'NA'

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecioglu jî anî ziman ku jin pir bi hêz in û wiha got: "Pergal ji hêza jinê ditirse. Me ji bo mafê xwe têkoşînek gelek mezin da. Em destûr nadin mafê me desteser bikin. Em dê bi her zimanî bêjin ‘Hayır’ û ‘Na’" Em hemû jin dê bi hevre dakevin qadan û bêin "Na".

EM DÊ RÊ LI PÊŞ EVÎNA WE YA SEROKDEWLETIYÊ BIGIRIN

Berdevka Demî ya LGBTÎ yê Kıvılcım Arat jî anî ziman ku wekî jinên trans serî li hemberî tundî û zextan daninin û dê destûr nedin ku pergala Serokdewletiyê bigêje armanca xwe.

'EM DÊ AZADIYÊ JI PÊŞEROJÊ RE BIHÊLIN

Berdevka Demî ya Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Gulsum Kav jî, anî ziman ku ew dê pêşerojên xweştir û azadtir ava bikin û wiha got: "Ez ji biryara hemû jinên ku îro li vir hatine azadiyê dixwazim bawer dikim. Em ne ew qas tenê ne. Em bi hemû jinên cîhanê re bi hevre têdikoşin.
Her roj xwestin dengê me qut bikin. Me destûr neda dijminantiya jinê pêş bikeve û em destûrê nadin. Heta hemû jin bigêjin hemû azadiyên xwe em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Hemû jinên cîhanê li dijî hemû zilman bi têkoşîn û berxwedanê bersîv da. Em dê azadiye ji nifşê pêşerojê re bihêlin. Êdî jinên Tirkiye jî tên guhertin.

'DESTÊ XWE NEXE NAVA XWÎNA ZAROKÊN KURDAN'

Li ser navê Dayikên Aştiyê Bedia Gokyuz jî helwesta Serokê KDP'ê Mesut Barzanî rexne kir û wiha got: “Tu kurd e. Divê tu wekî rêberê kurdan tev bigere. Destê xwe nexe nava xwîna zarokên kurd." Gokyuz, bersîv da kesên dibêjin 'Hûn çima dibêjin Na? û wiha berdewam kir: "Ji bo ku we Cizîr, Sûr û Nisêbîn xera kir em dibêjin 'Na' Ji bo zarokên pêçekê neyên kuştin em dibêjin 'Na'"

Piştî axaftinan hunermendên NÇM'ê Rojda, bi koma Erbanê ya Sarya re bi silogana ‘Jin Jiyan Azadî’ derket dikê û stran strî. Koma Jinan a Narê jî bi strana "Hayir" derket dikê û stî.

Mîtîng bi tilîlî, slogan û govendê bi dawî bû.