Ji qadan bang kirin: Em bi 'Na'yên xwe cihanê mezin bikin

NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên ku li gelek bajaran bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a cihanê bermane li dar xistin û daketin qadan peyama "Em dizanin ku cihaneke din pêkan e, em bang dikin ku bi Na'yên xwe ve vî cihanî mezin bikin û bi heyecana 8'ê Adarê li ber xwe bidin."

MÊRSÎN

Endamên Platforma Jinê ya Mêrsînê bi munasebeta 8'ê Adarê li Stareya Masîvanan hatin cem hev. Jinan dowîzên "Li dijî zilamtiyê di 'Na' ya me de îsyan heye" "Jin dibêjin 'Na' îsyan mezin dibe" hilgirtin û dirûşmên jin jiyan azadî berz kirin. Li ser navê platformê Demek Bayar axivî.

Bayar qala berxwedana jinê ya di dîrokê de kir û diyar kir ku barê şerên ku îro tê dayîn jî li ser jinan e û jin hatine hedefgirtin. Bayar got ku sîstema desthilatdar a zilam têkoşîna jinan kiriye hedef û li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Sîlopî û li cihên ku qedexeya derketina derve hatiye îlankirin jin bûne hedef. Bayar got ku cenazeyê Cemîle Çagirga li sarincê hatiye veşartin û li Gimgimê bedema jineke bi awayeke tazî hatiye teşhîrkirin, cenazeyê Dayika Taybet li kolanên Sîlopiyê hatiye hiştin.

Bayar got ku sîstema desthilatdar a zilam ji têkoşîna jinan ditirse û bi OHAL a ku hatiye îlankirin û KHK'an ve têkoşîna jinan hatiye hedefgirtin, qeyûmên ku hatine tayînkirin jî mafê temsîlkirina wekhev a jinan dixwazin vî mafî ji destê jinan bigirin, bi parlamenterên hatine girtin ve tê xwestin jinan bitirsînin. Bayar got ku jin heta hesabên van kirinan bipirsin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Em dizanin ku cihaneke din pêkan e, em bang dikin ku bi Na'yên xwe ve vî cihanî mezin bikin û bi heyecana 8'ê Adarê li ber xwe bidin."

Piştî daxuyaniyê saziyên jinan yek bi yek axivîn û diyar kirin ku ew ê di referanduma 8'ê Adarê de sedemên xwe yên ku çima dê bibêjin "Na" parve kirin. Piştre jî Korana 7 Reng derket ser dikê û jinan bi muzîkê govend gerandin.

AMED

Li navçeya Sûrê ya Amedê Tevgera Jinên Azad (TJA) panel li dar xist. Endama TJA Fatma Kaşan û parlamentera HDP'ê Feleknas Uca tevlî panela li avahiya DBP'ê hat lidarxistin bû. Kaşan di panelê de got uk Sûr dilê Amedê ye Amed jî dilê herêmê ye. Kaşan destnîşan kir ku polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê êdî hikmê xwe derbas kirine û wiha got: "Sûr a ku xwedî dîrokeke 10 hezar salan e her demê dagirkeran xwestine dagir bikin. Lê her carê Sûrê bi çanda berxwedanê li dijî vê derketiye. Piştî ku plana têkbirinê derket holê ewil Sûrê bersiv da vê. Bila tu kes ji me li dijî polîtîkayên înkarê bêdengmayînê nexwaze. Ger ku polîtîkayên asîmîlasyonê encam bigirta dê vî sedsalê de encam bigirta. Lê ji niha û şunde jî ji van polîtîkayan encam nayê girtin."

Parlamener Feleknas Uca jî polîsên ku dorê kom bûne nîşan da û got: "Ev nîşan dide ku îktîdar ji jinê ditirse. Mîtînga ku di 8'ê Adarê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê li darxistin dê ji hemû jinên herêmê re bibe moralê mezin. Dema em biçin ser sindoqê em dê jinên ku li kolanan hatin kuştin û bedena wan hatin teşîrkirin bînîn bîra xwe. Em dê ciwanên ku li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Geverê hatin kuştin bibîr bînin. Em dê keda kurdan a bi berxwedan û kedek mezin hat qezençkirin û niha hatiye desteserkirin bînin bîra xwe."
Uca, herî dawî bang li hemû jinan kir û xwest beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya Qada Îstasyonê ya Amedê bibin.

ÊLIH

Jinên Êlîhî jî di çarçoveya şahiyên 8'ê Adarê de li taxa Petrolkentê şahiya jinan pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî beşdarî şahiyê bû. Acar Başaran bi tilîliyên xwe tevî jinan govend geran û wiha got: "Em hemû jinan vedihewînin mîtînga 8'ê Adarê. Di şahiya ku bi sedan jin beşdar bûn de li gel def û zirneyan govend hat gerandin.

DÎLOK

Meclîsa Jinan a Demokratîk a Dîlokê jî di çarçoveya şahiyên 8'ê Adarê de li avahiya HDP'ê ya Dîlokê bername pêk anî. Di şahiya jinan de li salonê pankarta "Gotina me ya em di 8'ê Adarê de bêjin û Hêza me ya berxwedana ya 'Na'yê heye" vekirin. Di şahiya bi taştê dest pê kir de Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelik jî amade bû. Piştî rêz hat girtin peyama Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag a 8'ê Adarê hat xwendin. Piştî peyama Yuksekdag hat xwendin Hevseroka HDP'ê ya Dîlokê Guler Erat, diyar kir ku ew dê pêşeroj û siberojên xweştir û geştir bi hevre ava bikin.

Endama SKM'ê Deniz Aktaş jî bal kişand ser rol û rista têkoşîna jinan.

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelik jî anî ziman ku êdî ji bo jinan qada têkoşînê ne tenê kolan e û wiha got: "Êdî zindan jî ji bo jinan bûye qada têkoşîne. Li gel hemû astengî û qedexeyan em îro dîsa li vir in.

Piştî axaftinan Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Medya stran gotin. Şahî bi guhdarkirina sitranan, pêşandana şano û erbaneyê û siloganên "Bêdeng nemîne, bi qîre jin hene", "Jin jiyan azadi" û "Em jin dibejin na na na " berz kirin.

TEKÎRDAG

Bi sedan jin li ser banga Platforma Jinên Çorluyê ji bo Roja Jinên Kedkdarên Cîhanê pîroz bikin li Qada Çorlu Heykel hatin cem hev. Jinên Meclîsa HDP û DBP’ê, EMEP, endamên jin ên Egîtîm Senê, Piştevaniya Jinên Nar, Dev-Lis û Meclîsa Jinên Pêşketî tevlî şahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de jinan dovîsên li ser “Na” hatine nivîsîn hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî piştevaniya jinan” û “Jin jiyan azadî” berzkirin.

Piştî govendgerandin û pêşkêşkirina xwepêşandanê li ser navê jinan Songul Şensoy daxuyaniya hevpar xwend.

‘JI BO EM BÊJIN ‘NA’ LI VIRÎN’

Şensoy, diyar kir ku ji bo ew daxwazên jinan biqêrin, têkoşînê bilind bikin, piştevanî û rêxistinbûyîna jinan bihêz bikin li qadanin û wiha got: “Ji bo em ji zextên li ser jinan re bêjin êdî beşe û xwedî li nasname û pêşeroja xwe derkevîn livirîn. Ji bo em li dijî tecawîz, tacîz, şîdet û cinayetên jinan re bêjin ‘Na’ li virin.”

LI QADÊ DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN

Şensoy, da zanîn ku ew ê destûr nedin ku rejîma zilamekê maf û azadiya ku bi têkoşînê bi destxistine xesp bike û daxwazên jinan wiha rêz kirin:

*Bila 8’ê Adarê bibe roja bêhndana fermî

*Mafê me yê sendika, sîgorta, ewlehî û îstîhdama bi zem

*Karê wekhev û heqdestê wek hev

*Bila temaşekirina zarokan tenê li ser mile jinan neyê hiştin

*Bila li hemû cihên kar kreş bên vekirin

*Bila dawî li kêmkirina cezayê kesên tecawîz û jinan dikuşin bê

*Bila ji kesên jinan dikujin re cezayê girankirî bê dayîn.

Pîrozbahî bi dirûşmeya “Bijî piştevaniya jinan” bi dawî bû.

BURSA

Li Bursayê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Yildirimê de bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jin bi şîara “jin ji bo bigihijin aştiyê dibêjin ‘Na’” hatin cem hev. Jinên ku dovîza “Em ne emanetin em Jin in”, hilgirtin ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de canê xwe dane rêz girtin.

'REJÎM HERÎ ZÊDE JI JINAN DITIRSIN’

Piştî rêzgirtinê nameyên ku jinên girtî ji girtîgehan şandine hatin xwendin. Piştî xwendina nameyan endama PM’ê ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler axaftinek kir. Ozsokmenler, diyar kir ku cîhan bi berxwedana jinan heye, yên ku dê têkoşînê bilintir bikin jinin û wiha axivî: “Yekemîn hevseroka jin me anî êdî em wekheviyê di gotin de na di jiyanê de dixwazin. Dewletê destpêkê êrîşî jinan kir, lê jina têkoşîn mezintir kir û dê têkoşîna azadiyê jî mezintir bikin. Rejîm herî zêde ji hêza jinan ditirse.”

Piştî axaftina Ozsokmenler sînevîsyona ku berxwedana jinan vedibêje hat pêşandan. Jinên ku helbest xwendin piştre govend gerandin û stranên azadiyê gotin.