Girtiyên jin qala girtîgehan kirin

MÊRSÎN - Girtiyên jin ên li girtîgehên cuda dimînin bi nameyên xwe yên ji "gorulmustur.org" re şandin qala binpêkirinên mafan û berxwedana xwe parve kirin.

Jinên ku li girtîgehan in di nameyên ku şandin de mijarên cuda parve kirin û hem pirsgirêkên ku dijîn hem jî jiyana jinan û têkoşîna ku li girtîgehan didin nivîsandin. Malpera bi navê "gorulmustur.org" a ji bo piştevaniya girtiyan hatiye avakirin beriya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê nameyên ku jinên li girtîgehan şandine bi dîhaberê re parve kir.


'BERÇAVKÊN MIN LI SÎLÎVRIYÊ MA'

Tulîn Soyhan a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê dimîne di nameya xwe de diyar kir ku ji Girtîgeha Sîlîvriyê destur nedane ku malzemeyên xwe yên wêneçêkirinû fluta xwe bigire, anîna Kandirayê û dema ku birine girtîgehê rastî pêkanînên rûmet şikandinê hatine. Soyhan got ku diwarên girtîgehê kefnikê bûne û kevzeh girtiye dema ku hatine sirgunkirin jî ew kaşkaşî kirine. Soyhan ev agahî da: "Hevaleke me pêxas bû. Me pêlavên wê xwest û bi vî rengî pê kir. Çavên min baş nabîne. Niha bêberçavk im. Ji ber ku berçavkên min li Sîlîvriyê ma. Li vir hin mafên bingehîn hatine bidestxistin. Mînak 10 kes 5 saetan dikarin sohbet bikin. Di qanûnan de mafê 10 kesan hefteyê 10 saetan sohbetê bikin heye. Lê em bi rastiya faşîzmê re rû bi rû ne. Berxwedana me bi giştî berdewam dike. Heta ku li hemû girtîgehan bê dayîn jî berdewam bike."

WEKÎ JI GIRTÎGEHA GIRTÎ JI YA VEKIRÎ RE DINIVÎSÎNE

Dîsa ji Girtîgeha Gebzeyê Evrîm Konak jî di nameya xwe de bal kişandiye li ser binpêkirinan û van agahiyan parve dike: "Em xwedî hêza ku van êrîşan pûç bikin in. Ji ber ku têkoşîna dîrokî ya mirovahiyê ev yek îspat kiriye. Zilma ku li dijî mirovahiyê û xwezayê heta beriya dîrokê diçe. Ger ne wisa bûya nikaribû rêberên xwe biafirîne. Spartakus, Pîr Sultan, Hallac-i Mansur, Baba Îshak, Kawayê Hesinkar, Denîz, Mahîr, Mazlum, Îbrahîm Kaypakkaya her yek ji wan li dijî zalim û zilmê serê xwe netewandin li ber xwe dan û dîrok guherandin. Ji ber vê yekê bûne sembola bindestan. Ev pêvajoya ku em derbas dibin jî ji duh cudatir nîne. Dİ vî pêvajoyê de hema ku cudatiya derve û hundir ji hev nemaye. Mİrov xwe wekî ku ji girtîgeha girtî ji ya derve re dinivîsine hîs dike."

'DÊ TU CARAN SERÎ NETEWÎNIN'

Konak di nameya xwe de got ku berê jî bi pêkanînên bi vî rengî re rû bi rû mane lê di encama têkoşînê de paşve gav dane avêtin û ev êrîşên ku tên kirin jî êrîşên îdeolojîk in. Konak di nameya xwe de dibêje ku tê xwestin qereqolên biçûk li hundirê girtîgehan bê avakirin û wiha berdewam dike: "Bi vî rengî difikirin ku dê li ser girtiyan bêhtir serdest bin. Tê zanîn ku pêkanînên bi vî rengî bingeha êrîşên zêde ava dike Li hemberî van pêkanînan em jî dibêjin ku mehkumbûn fîzîkî nîne, serê xwe xistina nava xîze û îradeya xwe teslîmkirin e. Di dîrokê de girtiyên şoreşger tu caran li hemberî faşîzmê serî netewandin dê îro jî netewînin."

'ÎŞKENCEYA PSÎKOLOJÎK TÊ KIRIN'

Girtiya ku 5 sal in girtîgehê de ye ya 25 salî di nameya xwe ya ji Girtîgeha Gebzeyê şandiye û ji ber ku name bi riyên fermî na bi awayekî nefermî gihandiye navê wê em nikarin binivîsînin jî qala binpêkirinên mafan dike, dibêje ku gardiyan girtîgehê bi rêve dibin û tê xwestin girtiyan bi hev bidin qirkirin. Girtiya navborî di nameya xwe de dibêje ku li girtîgehê her diçe qadên wan ên jiyanê tê tengkirin û îşkenceya psîkolojîk tê kirin, dema ku gilî dikin ev yek zêdetir dibe. Girtiya navborî di nameya xwe de got ku ji pêkanînê li girtîgehê sergardiyanê bi navê H.K. ê ku wekî Efserê Naziyan tê binavkirin berpirsyar e.