COLEMÊRG -Jinên Geverê yên ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz dikin anin ziman ku ew ê bi ruhê 8'ê Adarê di referandûmê de biçin ser sandoqan û "Na' yek xurt derbixin."
Li navçeya Gevera Colemêrgê bi Rewşa Awarte (OHAL) ve 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pêşwazî dikin diyar kirin ku ew ê bi berxwedana meha adarê ve di referandûmê de biçin ser sandoqan û serkeftinê bînin.
Dayika Sabîha Îke ya ku bû şahida berxwedana Geverê wiha axivî: "Zorakên ku me anî dinyayê, qetil kirin. Yên ku me hilbijart girtin. Li malên me nivîsên zayendperest nivîsandin. Piştî rewşek wisa em ketin meha adarê. Adar ji bo kurdan meha berxwedanê ye. Em ê bi wî ruhê roja jinan li hemû jinên ku li berxwe didin pîroz dikin." Îke bal kişand li ser wateya referandûmê û wiha got: "Em ê bersiva xwe di referandûmê de nîşan bidin. Em ê bi ruhê 8'ê Adarê herin referandûmê û 'Na' yek xurt derbixin."
'HER TIM DI HEDEFA DEWLETAN DE JIN HENE'
Dayîka Besna Çogaç jî bal kişand li ser girîngiya 8'ê Adarê ya ji bo jinên kurd û wiha got: "Di berxwedana kurdan de her dem ji di pêş dê têdikoşin. Berxwedana jinên kurd niha ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanin. Berxwedana YPJ a li Kobanê, jinên êzîdî yên ji bo hemberê fermana qirkirina êzidiyan di bin navê YJŞ'ê de hatine cem hev û têdikoşin. Ev çend mînaKên berxwedana jinê ye." Çogaç diyar kir ku hişmendiya dewletan her tim hişmendiya zilamtiyê ye ji ber vê di hedefa wan de jin hene.
'ROJA JINAN EM LI GEVERÊ BIN'
Çogaç anî ziman ku di rewşek ku dilê dayikan dişewite de ew 8'ê Adarê pêşwazî dikin wiha dawi li axaftina xwe anî: "Hemû caran zext û zordariya dewlete pêşiya me ye. Lê ew çi bikin bila bikin em tu caran dev ji berxwedana xwe bernadin. Dîroka me ya berxwedanê wisa hatiye wê wisa berdewam bike. Em bang li hemû jinan dikin roja jinan de li Geverê bin."