MÊRSÎN - Jinên Roman ên ku dê di 8’ê Adarê de jî bixebitin diyar kirin ku ew ê di 8’ê Adarê de biçin kar û wiha gotin: “Em dixwazin di roja jinan de bêhndan bê dayîn.”
Çend roj ji 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re mayîne, jinên Roman ên ku li navçeya Toroslar a Mêrsînê ev 4 salin bi karê qamişan debara xwe dikin xwestin di 8’ê Adarê de bêhndana fermî bê îlankirin.
Jina bi navê Bîrsen Çokozer, diyar kir ku ew ji qamişan selik û hesîran çêdikin û wiha got: “Hasirê ku em çêdikin li qadên havînê tê bikaranîn. Hesîr ji bo sibera qadan têbikaranîn û li kafeyan jî ji bo dîmenek xweş bide wekî dekor jî tê bikaranîn. Dema em bi keda xwe hilberînê dikin baweriya me zêde dibe. Hêjî ne diyare ku em ê di 8’ê Adarê de bixebitin an nal ê divê di 8’ê Adarê de bêhndan bê dayîn. Em ê di çarçoveya xebatên Komeleya Roman de 8’ê Adarê pîroz bikin.”
'BI TÊKOŞÎNA XWE EM DIKARIN GELEK TIŞTAN SERBIXÎNIN
Jina bi navê Salîha Gezer anî ziman ku wan di encama têkoşîna xwe de karê qamişan avakirine û wiha pêde çû: “Me pirsgirêka cih jî di encama hewldanan de ji Şaredariya Toroslarê bidest xistiye. Me bi keda xwe karê xwe ava kir. Bi têkoşîna xwe em dikarin gelek tiştan biserbixin.”
‘EM Ê DI 8’Ê ADARÊ DE JÎ BIXEBITIN’
Jina bi navê Rabîa Sonmez jî wiha axivî: “Em roja hemû jinan ji niha ve pîroz dikin. Em dikarin keda xwe bi deka jinên din re mezin bikin. Em mecbûrin k udi 8’ê Adarê de jî bixebitin. Em ê di 8’ê Adarê de biçin kar û bixebitin. Ji bo me Romanan tiştekî bê guhertin tune ye. Lê em dixwazin biguhere. Em dizanin ger îro ne be jî dê rojekê çêbibe. Em dixwazin di roja jinan de bêhndan bê dayîn û li hêviya vê ne.”