Di salekê de 40 hezar jin ji kar hatin avêtin

STENBOL - Hikûmeta AK Partiyê bi guhertina hin zagonan û îlanên KHK'ê bi deh hezaran karker ji kar derxistin. Li gorî daneyên TEPAV'e di salekê de 40 hezar karkerên jin ji kar hatin derxistin. Endama KEİG'ê Semiha Arî diyar kir ku hikûmet dixwaze hemû karê jinan li gorî pîvanên malê û berjewendiyên sermayedaran plan bike.

Jin di şertên OHAL'ê de hewl didin ku dakevin qadan û daxwaza doza keda xwe û mafê xwe bikin. Îsal bêtir mafê jinan û keda jinan tê binpêkiin û bi daxwazên zêdedir û hêrsek mezintir ji bo 8'ê Adarê dadikevin qadan. Li gorî daneyên salek dawî yên Vakfa Lêkolîna Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiye (TEPAV) 40 hezar jinên bi sîgorta ji kar hatin dûrxistin. Bi taybetî piştî îlana OHAL'ê, dûrxistina ji kar zêdetir bû. Têkildarî îlana OHAL'ê û parastina keda jinê Endama Platforma Hewldana Îstîhdamê û Keda Jinê (KEÎG) Semiha Arî agahiyên girîng dan dîhaberê.

Endama Platforma Hewldana Îstîhdamê û Keda Jinê (KEÎG) Semiha Arî, diyar kir ku polîtikayên Neoliberal û muhafazakar bi hevre îstîhdama jinê diyar dikin û wiha got: "Hikûmet bi polîtîkayên neoliberal zagonên ku piyasa kedê û kar bê ewle dike û dixe xizmeta sermayedaran amade dike. Hemû hewlanên ku bi îdîaya kar û debara jinê zêde bikin derdikevin rê, tev li gorî zêdekirina nifûs, jiyana malbatê û karê malê tên avakirin. Dixwazin jin bixebitin lê bi sînor bixebitin û ger pêkan e dixwaze li mal bixebite. Ji ber ku dizanin debara malê tenê bi meaşê zilam nameşe û keda jinê jî wekî piştgirî lê zêde bikin. Mijara debara jinê hem di aliyê siyasî de hem jî di aliyê muhafazakâriyê de ji ailyê sermayedaran a ku dewletê rehet dike ve tê sazkirin. Sermayedar bi hişmendiya mufazakar, gotina 'Kariyera herî mezin a jinê dayikbûn e" derdixin pêş û jinê di malê de hepis dikin."

DI SALEKÊ DE ZÊDEYÎ SED HEZAR JIN JI KAR HATIN DÛR XISTIN

Arî, da zanin ku li gorî daneyên salek dawî yên Vakfa Lêkolîna Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiye (TEPAV) 40 hezar jinên bi sîgorta ji kar hatin dûrxistin û tevî jinên bê qeyd zêdeyî 100 hezar jin ji kar hatin dûrxistin. Ari, destnîşan kir ku bi taypeti piştî OHAL'ê bi KHK'yan re bi hezaran jinên karmend ji kar hatin avêtin û gelek jinên di şaredariyan de dixebitîn ji aliyê Qeyûmê ve hatin îxrackirin."

'PÊŞNÛMEYÊ MIROV KIRIN HEMALÊN BI KIRÊ'

Ari, bal kişand ser pêşnûmeya Buroyên Îstîhdama Taybet ku bû qanûn û wiha got: "Bi vê zagonê êdî mirov kirin hemalê kirê. Pêşnûmeyê karker bi awayekî zagonî kirin karkerê bi kirê. AKP bi gotina jin û ciwanan tev li kar bike ev pêşnûme kir zagon. Ev berê nîvco xistibû meriyetê. Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê di Çileya 2015'an de Pêşnûmeya Parastina Hêza Nifûs û Malbatê ev pêşnûme weşand. Di 11'ê Cotmeha 2015'an de bingehê wê hat avêtin. Pêl bi pêl ev pêşnûma kir zagona "Karkerê bi kirê." Rê li pêşiya karkerê bi perçe vekir. Mînak Jina ku destûra zayinê bikar tîne li şûna wê karkerekî kirê dê bixebite. Karkerê bi kirê bixebite dê ewlehiya wî û sîgorta wî tune be. Dê ji tu mafê xwe yê civakî û kar sûdê negire. Jinên ku wekî "Karkerên kirê" dixebitin dê nikaribe mafê xwe yê kedê bigire. Berê dihat îdîakirin ku dê karkerên dembarî êdî wekî karkerên herdem bixebitin. Lê dixwazin karê kerkeran perçe bikin û wan her dem mohtacî xwe bikin. Ji ber vê yekê di aliyê niletîk de zêdebûna îstihdama jinêpêş nakeve.

PAKÊTÊN KAR ARMANC DIKE JIYANA NAVA MALÊ PÊŞ BIXE

Ari, destnîşan kir ku di salên dawî de pakêtên pêşnûneyan wekî mizgînî nişan dan û di hemû pakêtan de tê armanc kirin ku jinan di malê de hepis bike û jiyana nava malê pêş bixe. Pêşnûmeya Hêzkirina Nifûs û Malbate armanc dike ku jinên dixebitin teşwîkî zewac û zayînê bikin. Wekî kesa nêvî dixebite pêş bixe û li şûna wê "Karkerên kirê" bi cih bike. Di Cotmeha 2015’an de pêşnûmeyek hat weşandin. Di vê pêşnumeyê de destûra dayikê û pişti wê jî xebata navî esas digire. Her çend wekî teşwîka kar nîşan bide jî di esasê xwe de jinan teşwikî zayîn û dayikbûnê dike. Di vê çarçoveyê de nûçeya "Her meh ji bo dayikê 823 TL meaş" hat weşandin. Ev pêşnûme têkildarî xala jina zarok jêre çêbibe 2, zarokê dtuyemîn 4 û zarokê sêyemîn jî 6 mehan nêvî bixebite mafê meşaê tam bê dayîn hat amadekirin."

NÊVIYÊ JINÊN DI XEBITIN LI DERVÊ QEYDAN IN

Endama KEİG'ê Semîha Ari, da zanîn ku mirov nikare teqez bêje ew qas jin li dervê qeydan dixebitin û wiha got: Li gorî daneyên TUÎK'ê yên Hezirana 2016'an li Tirkiye ji sedî 33 jin tev likar dibûn. Ji sedî 45,5'ê van jinan li dervî qeydan bû. Dema mirov li wêneyê jinên dixebitin dinere mirov dikare bêje nêvîyên jinan bê qeyd dixebitin. Wezîrê Ewlehiya Civakê û Kar Mehmet Muezzinoglu têkildarî vê projeyê diyar kir ku ew dixwazin piştgiriyê bidin jinan, lê pirsgirêkên jinên di sektorên taybet de dixebitin nehat çareserkirin. Wezîra Malbatê Fatma Betul Sayan Kaya got 'Em armanc dikin ku tekiliya di navbera nifşan û malbatê de xurt bikin' û meaşê bidin pîran jî mehê 425 tl diyar kir. Hikûmetê xwest bi mehê 425 lira bigêje hedefek gelek mezin.

KRÊŞÊN CEMAWERIYÊ DEWRÎ SEKTORÊN TAYBET KIRIN

Ari, da zanîn ku hikûmetê hemû kar xist destê sermayedarên muhafazakaran û wekî KEİG'ê gelek caran ev rewş rexne kirin. Ari, da zanîn ku di sala 2007’an de 500 Krêşên Cemaweriyê hebûn, lê niha ev hêjmar daketiye 50'î. û ev jî bêtir jinan bi malê ve girê dide. Ari, bibîr xist ku vê polîtîkayê bi gotinên "Hêlîna germ", "Hezkirina mezinbûnê" 'Tora malbatê" hemû bar davê ser pişta jinê keda jinê dagir dike. Dixwaze jinê bike karkera nîvco û keda wê perçe bike. " Ji xwe jin li zarokan dinere û kedek mezin dide. Dîsa karê malê jî kedek mezin dixwaze. Divê dewlet vê rewşê dîsa di ber çavan re derbas bike. Dibe ku her kes zarokên xwe neşînin krêşan. Wekî ku qencî û lutufek metin pêşkêşî jinan dike."

HÊJ HIŞMENDIYA KARÊ MÊR Û KARÊ JINÊ CUDA DIKE SERDEST E

Heta ku hişmendiya wekheviyê neyê şikandin û rastkirin polîtîkayên wekheviyê pêş nakevin. Hişmendiya zayendîparêz û xebata jinê tenê bi malê ve girê bide, dê tenê xizmeta sermeyadaran bike. Ev hişmendî jinê wekî hêza bazarê dibîne. Em heta ku ji ser hişê xwe diçin dixebitin. Divê şertên xebatê li gorî mafên mirovan bê rastkirin. Hêj hişmendiya karê mêr û karê jinê ji hev cuda dike serdest e. Minaka vê yekê Qeyûma tayînî Şaredariya Wanê hat kirin, ajokarên jin ji kar derxistin û gotin ev ne karê jinan e. Yek ji astengiyên li pêş karê jinê jî mezinkirina zarokan e. Ev pirsgirêk bi meaş dayîna xaltîk û pîrikan çareser nabe. Divê ji bo zarokan krêj bê vekirin û bi zimanê zikmakî perwerdehiya wan bê dayîn. Divê bi taybet di vir de şaredarî rol bilîzin. Divê li gorî hêjmara jinên dixebitin krêşan vekin. Bi taybetî li cihê ku 150 jin lê dixebitin divê bi mecbûr krêşan vekin. Lê li Tirkiye ev yek pir kêm e.

JI BO PARASTINA KEDA XWE TÊBIKOŞIN

Ari heri dawi têkildari 8'ê Adarê diyar kir ku 8'ê Adarê hem bi coş û hem jî bi hêrs derbas dibe û daketina jinan a kolanan bêtir hêz û heviyê dide wan. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dijî mêtîngeriya mêr, dewlet û sermayedaran a li dijî kedê bêjin "Na" û dakevin qadan.

Zuhal Atlan - dihaber