ÎZMÎR - Derûnînas Burcu Ovacik, diyar kir ku jinên ku rastî şîdetê tên bi giştî di kevin nava tirsê de û wiha got: "Lê dema perwerdehiya xweparastina cewher ji jinan re tê dayîn hêza di wê de heye ferq dike. ji ber vê divê hemû jin riyên xweparastina cewherî bizanibin."
Li aliyekê jin ji bo di 25'ê Mijdarê Roja li dijî Şîdeta li ser Jinê dakevin qadan amadekariyên xwe dikin, li aliyê din jî Derûnînas Burcu Ovacik derbarê şîdeta li ser jinan de axivî. Ovacik da zanîn ku şîdet pirsgirêkek cidî ya civakê ye.
Ovacik, diyar kir ku divê şîdeta zilam li ser jinê dide meşandin wekî pirsgirêkeke derûnî neyê destgirtin û wiha got: "Şîdeta li dijî jinan di gelek astan de ye. Mirov nikare tenê di aliyê derûnî de bigire dest. Di civaka ku mêrê wê serdeste de rolê rêvebirina jinan pêk tîne. Rola xwarin çêkirinê, zarok xwedîkirinê jî li jinan hatine ferzkirin. Nifş li gorî van quralên ku tên ferzkirin mezin dibin. Ji bo ev rolê ku civakê daye jin û zilam bên derbaskirin tenê xebatên derûnî têrê nake. Di her astê de têkoşîn pêwîste. Azadbûna jinan gelek girînge. Ji ber ku di rewşên wiha de jin xw ebêçare hîs dikin. Ji xwe dibêjin wiha hatiye û dê wiha diçe û têkiliya xwe didomînin."
Ovacik, bi lêv kir ku çiqas şîdeta li ser jinê zêde dibe vîna wan tê şakandin û wiha pêde çû: "Piştre jî wekî ku di civakê de hatiye fêrkirin ji bo serî li riyên serîrakirinê nede şîdetê rewa dikin. Ji ber wê divê jin riyên xweparastina cewherî bizanin. Jina ku rastî şîdetê tê dikeve nava tirsekê. Dema hûn jinan fêrî xweparastina cewher dikin ew hêza di hundirê xwe de dibînin. Bi giştî zilamên ku şîdetê pêk tînin mekanîzmayên parastintê yên wekî 'wê ez har kirim', 'wê ez tehrîk kirim ji ber wê min jî kir', 'ger bi awayekî baş nêzî min biba' pêş dixin. Em nikarin vê wekî pirsgirêkek derûnî bigirin dest. Ger şîdeta li ser jinan wekî pirsgirêkek derûnî bigirin dest dê berpirsyariya zilam kêm bibe. Ev pirsgirêkek civakî ye. ger di pergalê de guhertinên bingehîn neyên çêkirin, ger polîtîkayên dewletê yên ji bo şikandina rolên zayendî tunebin, hiqûq tune be kêmkirina şîdeta li dijî jinê yan jî xilaskirina wê ne minkûne."
Ovacik, da xuyakirin ku li Tirkiyeyê pêkanînên daxistina ceza, ji ber rewşa baş kêmkirina ceza, dozên ku ji dadgehê re ne hatine şandin hene û wiha domand: "Di malbatên paşketî de şîdeta li ser jinê bêyî ku bînin dadgehan hewl didin di nava xwe de çareser bikin. Ligel vana jî em dikarin pêşî li şîdeta li ser jinê bigirin. Ji bo vê divê di destpêkê de pêkanînên hiqûqî bikevin dewrê. Dema em li jinên ku rastî şîdetê hatine dinêrin, asta perwerdehiyê ferqek mezin avanake, gelek jinên ku zanîngeh0 xelaskirine, xweseriya xwe ya aborî bidestxistiye ji aliyê zilamê di hema rewşê de ye rastî şîdetê tê. Şîdet ji bo tu rih û vîna kesekê bixî dibin desthilatdariya xwe de tê bikaranîn ji ber vê bi asta perwerdehiyê nayê pênase kirin."
'ŞÊWEYEK Ê ŞÎDETÊ DAWÎ DIBE YEK DIN DESTPÊ DIKE'
Ovacik, destnîşan kir ku şîdeta li ser jinê, mirov dikare bi gelek şêweyên şîdetê yên wekî şîdeta zayendî, şîdeta derûnî, şîdeta fîzîkî bigire dest û wiha axivî: "Jina ku rastî şîdeta fîzîkî tê, dema zilan dest ji şîdeta fîzîkî ber dide, şîdeta li dijî wê jinê bi dawî nabe. Piştî şîdeta fîzîkî bi dawî bû ya derûnî destpê dike. Ji ber wê divê jin di hemû aliyan de têkoşîna azadiyê bidin meşandin. Têkoşîna li dijî rolên zayendî yên civakê, normên civakî yên hatine fêrkirin gelek girînge û divê jin di nava piştevaniyê de bin."
24.11.2016 - 09:15:27