Jin ji mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê re amade ne

AMED/EDENE - Tevgera Jinên Azad (TJA), amadekariyên mîtînga 8'ê Adadrê ya di 8'ê Adarê de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bînin temam kirin.

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Amadê amadekariyên mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya di 8'ê Adarê de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bînin temam kirin. Jin dê bi silogna “Bi berxwedana jinê dê azadî bi ser bikeve" li qada Îstasyonê pêk bînin. Mîtîng, dê 8'ê Adarê roja çarşemê saet di 11.00’an de, li Qada Îstasyonê pêk bê û heta saet 17.00’an berdewam bike. Ewlehiya qada mîtîngê dê ji aliyê hevparên TJA ve bê girtin. Di 4 deriyên ketina mîtîngê de dê 20-25 jin bi cilên xwe yên neteweyî û rengin di saetên serê sibê de dê li nokteyan amade bibin û jinan pêşwazî bikin.
Di mîtînga TJA ya mezin de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca û Sibel Yigitalp dê amade bibin. Dîsa dê hevparên TJA û nûnerên jin ên saziyên civakî jî dê amade bibin. Di mîtînga ku bi hezaran jin beşdar bibin de dê hunermend Rojda û Ozlem Gerçek derkevin ser dikê.

DÊ LI QADÊ 'NA' QÎR BIKIN

Endama Komîteya Amadekar a Mîtînga 8'ê Adarê Eylem Ceylan, diyar kir ku jin dê di mîtîngê de "Na" bi qîrin û wiha got: "Hemû amadekariyên mîtîngê temam bûne. Xebatên şahiyên 8'ê Adarê bi tevlêbûn û coşek mezin berdewam dike. Em dê vê coş, moral û kelecanê roja 8'ê Adarê bibin qada Îstasyonê ya mîtînga 8'ê Adarê. Îsal şahî û mîtînga 8'ê Adarê ji bo me pir bi wate ye. Em dê li dijî hemû zext û tundiyan bêjin "Na" Em bang li hemû jinan ên Amedê dikin û dixwazin bi coşek mezin beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya li qada Îstasyonê bibin. Em li qadan azadiyê û "Na" biqirin."

JI GIRTIYAN RE KART ŞANDIN

Endamên Platforma Jinan a Edeneyê li Postexaneya Edliyeyê hatin cem hev û ji bo jinên girtî kartên piştevaniyê şandin. Jinan ji kartên piştevaniyê hestên xwe nivîsandin. Endama platformê Şukran Yeşîl diyar kir ku bi KHK'an ve saziyên jinan hatine girtin û îxtidar bi van pêkanînan ve dixwaze têkoşîna jinan paşve bixin.

Yeşîl wiha got: "Di pêvajoya OHAL'ê de bi dehan jinên hatin girtin niha li girtîgehê ne. Em weke platform dixwazin nîşan bidin ku hevalên me li wir tenê nînin ji ber vê yekê em ji wan re kartan dişînin."

Piştî axaftinan jinan ji bo jinên di girtîgehan de ne ji girtîgehên cuda re kart şandin.