MÊRDÎN - Endamên TJA'yê û parlementerên HDP'ê yên jin li Nisêbînê Roja 8'ê Adarê bi belavkirina qurnefîlan li jinan pîroz kirin.
Endamên Tevgera Jinên Azad û parlementerên HDP'ê Dîlan Diyaret Taşdemîr û Saadet Becerîklî bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê li sûk û taxên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qurnefîl belavkirin û 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin. Jinên ku li avahiya HDP'ê kom bûn, li taxên bajêr û çarşiya bajêr geriyan û qurnefîl li jinan belav kirin.