ENQERE - Akademisyen Nuriye Gulmen a 117 roj in li heman kuçeyê li dijî derhuqûqiyan têdikoşe, diyar kir ku li gel hemû astengiyan jî divê 8’ê Adarê teqez li qadan bê pîrozkirin.
Akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Acun Karadag ên bi KHK’yan hatin îxrackirin û ji bo dubare vegerin ser karên xwe ev 117 roj e li Kolana Yukselê ya Enqereyê têdikoşin, têkildarî 8’ê Adarê pirsên dîhaberê bersivandin.
'8’Ê ADARÊ ROJA RAPÊÇANDINA HÊRSA TIŞTÊN ME WINDA KIRIYE’
Akademisyen Gulmen, dest nîşan kir ku 8’ê Adarê di heman demê de rojeke têkoşînê ye û wiha got: “Ez 8’ê Adarê roja rapêçandina hêrsa tinştên ku me winda kirine, roja xurtkirina têkoşîna van xiyalan e. Wisa li 8’ê Adarê dinihêrim” Gulmen, anî ziman ku dixwazin 8’ê Adarê ji wateya wê dûr bixînin û wiha domand: “Wisa difikirim di vê wateyê di çepgiriyê de jî yozbûnek, paşveçûyînek heye. Her diçe em rastî 8’ê Adareke ku ber bi pratîka feminîzmê ve diçe tên. Ez vê wek rewşeke xetere dibînim. Meseleya li ser dijberiya feraseta mêr-jinê, ne bawerim ku tiştekî li jinên kedkara zêd ebike. Îro, tişta herî baş ya divê di 8’ê Adarê de bê kirin, li dijî valakirana neveroka roja jinên kedkar ên cîhanê bê rawestandin.”
Gulmen, diyar kir ku êrîşên li dijî jinên kedkar ên bi KHK’yan hatine îxrackirin dê encamên giran bi xwe re bîne û wiha got: “Tijekirina kuçeyan, xweş tê guhan. A rast ev ji bo jinên kedkar jî ezmûnek e. Li gel qedexeyan jî, li qadan pîrozkirina 8’ê Adarê dê di warê nîşandana vîna xwe de zaf diyarker be.”
Gulmen, dest nîşan kir ku divê li gel hemû astengiyan jî teqez jin 8’ê Adarê li qadan pîroz bikin û wiha axivî: “Divê em jinên berxwedêr hêrsa xw erapêçin û li qadan bin. Li welatekî ku her roj jin rastî êrîşan tên û mafên wan tên binpêkirin de, divê 8’ê Adarê bi coşeke şoreşgeriyî bê pîrozkirin.” Gulmen, diyar kir ku dê berxwedan û têkoşîna jinan azadiyê bi xwe re bîne û ji bo daketina qadan wiha bang li hemû jinan kir: “Divê em di refên berxwedanê de bibin yek.”
‘JIN WEK XELEKA HERÎ LAWAZ TÊN DÎTIN’
Acun Karadag jî wiha girîngî û wateya 8’ê Adarê ragihand: “Ez vê rojê wek roja ku jinên kedkar li fabrîkayekê şewitîn û mirin dizanim. Ji ber vê 8’ê Adarên ku wek karnavalan tên pîrozkirin, bi ya min ji mebesta xwe dûr ketiye. Bi daxwaza Clara Zetkinê wek Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat qebûlkirin. Paşê jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve veguherî rojeke pîrozkirinê, ev jî bi awayekî aşkere diyar dike ku êrîşeke çînî ye. Jinên hatin şewitandin, jinên kedkar in. Ji xwe ne ji ber jin bûn, ji ber karker bûn hatin şewitandin. Ji ber vê êrîşeke çîniyî dema veguhere karnevalê, bi ya min ev tam xizmeta bûrjûvaziyê ye. Ez hêza xwe jî li dijî çîna bûrjûva ya jinan şewitand distînim.”
Karadag, anî ziman ku li welatên feodal hîn jî jin wek xeleka herî lawaz tên dîtin û wiha axivî: “Salek berê hikûmetê wek mizgîniyê ‘Piştî welidînê dê ji bo jinên nîv rojî dixebitin heqedesteke tam bê dayîn’ da. Ev qanûneke zexel e ku wek mafekî didin jinan nîşan didin. Li cihekî ku qanûneke wisa hebe, ma mumkun e ku sektora taybet jinên xebatkar bigire kar? Ji bo jin ji qada xebatê bên vekişandin, halê vî şiklî yê herî zexel xwemalî hikûmeta AKP’ê ye.”