MUGLA - Jinên Bodrumê yên ku şev û roj li kolanan amûrên bi dest çêkirine difiroşin ji ne girtina heqdestê xwe gilîdarin. Jinan diyar kirin ku ew ê di 8’ê Adarê de jî bixebitin û wiha goitn: “Divê ne rojek her roj ên jinan bin.”
Li hemû cîhanê jinên li dijî çewisandin, tecawîz, tacî û qetlîamên jinan di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin kolanan daxwaza cîhanek adilane kirin. Li Tirkiyeyê jî jinên di şer û mercên OHAL’ê de daketin kolanan, daxwazên xwe anîn ziman û hinek jin jî ji bo debara xwe bikin bi xebatê 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Li navçeya Bodruma Muglayê jinên ku amûrên bi dest çêdikin û difiroşin gotin “divê ne rojek her roj ên jinan bin.”
‘JI BO JIAN JIYANEK BÊŞÎDET’
Habîbe Kaplan diyar kir ku daxwaza wê ya ji 8’ê Adarê ewe ku jin bêşîdet û azad bijîn û wiha got: “Em dixwazin jin bêyî ku pêwîstî bi kesekê bibine li ser lingên xwe bisekine û azad bijî. 3 keçên min hene, ez hew didin ku keçen min bêyî pêwîstiyê bi kesekê bibînin xwe li ser lingên xwe bigirine. Li Tirkiyeyê boçûn ne başe. Ji ber vê divê jin xwe li ser lingên xwe bigirin daxwaza min eve. Li Tirkiyeyê jin beramberî keda xwe nagirin. Dibêjin jina bermalê ye lê ev jin hem li malê hem li derve dixebite. Gelo nirx dibîne na nabîne. Li aliyê din hevjînê wê tê şîdetê pêk tîne. Çend jinên parlamenter hene. Naxwazin pêşiya jinan vekin. Bila jinên kedkar di bin zextan de serî ne tewînin û bêjin em jî hene. Ger di 16’ê Nîsanê ji sindoqan Na derbike ve dê ji bo jinan bixêr be.”
‘DIVÊ NE ROJEK HER ROJ BE’
Jina bi navê Salya Sefa ku ev 7 sale tiştên bi destan çêdike û debara xwe dike da zanîn ku ji ber şert û mercên jiyanê giranin ew mecbûrin bixebitin û wiha pêde çû: “Em beramberî keda xwe nagirin. Çêkirina yelekekê 2 rojên me digire. 8 TL mesrefa wê çêdibe. Em dixwazin bi 20 TL bifiroşin. Dibêjin girane û nakirin. Hinek rojan em tiştekê jî nafiroşin. Jin her tim di halê hiberînê de ne. Nirxê roja jinan nayê zanîn. Divê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ne roje her roj be.”
‘JI BO JINAN JIYANEK AZAD’
Jina bi navê Fatma Turk, bi lêv kir ku ew tiştên bi deste xwe çêidke li bazarê difiroşe wiha domand: “Em ne di hêrsa qezenckirinê ne em hevalê xweza û hilberîna bitendirûstin. Bêyî ku em pêdivî bi kesekê bibînin û hilberînê pêk tînin keyfxweşiyek mezin dide me. Divê jin xwe û xwezayê difikire û bi wê fikre hilberînê bike. Hêviya min ji 8’ê Adarê ewe ku azad jiyîna jinan a jiyanê ye.”
DIVÊ JIN LI BER XWE BIDIN
Alya Alpleyla jî wiha axivî: “Li Tirkiyeyê jin wekî civaka duyemîn têdîtin. Qanûnên ku dewletê derxistine jina ji civakê cuda dike. Ger jin ligel hev bisekinin dê bikaribin beramberî keda xwe bigirin. Li pêşiya me 8’ê Adarê heye. Divê hemû jin dakevin qadan û kolanan û xwedî li keda xwe derbikevin. Divê jin di 8’ê Adarê de ji bo ked û pêşeroja xwe ‘Na’yê biqîrin.”