NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên ku çalakî û bernameyên 8'ê Adarê didomînin li Amed, Wan û Êlihê ji bo mîtîngên ku dê sibehê bên lidarxistin amade ne. Jinên ku di bernameyan de hatin cem hev peyama "Li Tirkiyeyê ger 40 milyon jin dijîn, 40 milyon 'Na'yên, 40 milyon jinan hene" dan.
Li gelek navendan jin bi munasebeta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de tên cem hev.
WAN
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê TJA'yê "Hevdîtina Jinan" li dar xist. Hevdîtin li avahiya DBP'ê hatin cem hev û rêveberên jin ê HDP, DBP, parlamentera HDP'ê Bedîa Ozgokçe û gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Li salonê pankarta "Rizgariya Jinê, rizgariya gel e" û postera Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hatin daliqandin. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Hevşaredara Qelqeliyê Elîf Yîgît a ku ji peywir hatibû girtin bal kişand li ser dîroka têkoşîna jinan û diyar kir ku dema ku şer dibe mijar ewil jin tên hedefgirtin. Hevseroka DBP'ê ya Qelqeliyê Asli Kaymaz jî diyar kir ku di îxtidara 14 salan a AK Partiyê de gelek îstismar, mirin û tehdît çêbûye.
Parlamenter Bedîa Ozgokçe jî wiha got: "Li Tirkiyeyê ger 40 milyon jin dijîn, 40 milyon 'Na'yên, 40 milyon jinan hene. Ez hemû jinan bi ruhê 8'ê Adarê vedixwînim qadan." piştî axaftinan jinan bi muzikê govend gerandin.
Li navenda Wanê jî ji bo 8'ê Adarê belavok û qurnefîl hatin belavkirin jinan ji bo mîtînga ku dê sibehê li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin hatin vexwendin. Jinan bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" li sûke geriyan û welatiyan jî eleqeyeke mezin nîşanî jinan dan.
Li navçeya Şaxê jî di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de TJA li taxa Gorentaşê bi jinan re hate cem hev. Jinan ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya ku dê sibehê li navenda Wanê bê lidarxistin bangawazî kirin.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi beşdariya parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan û Mizgîn Irgat li avahiya HDP'ê jin ji bo panelê hatin vexwendin. Jinan li taxan ji bo panelê belavok belav kirin û ji jinan re sedama ku di referandumê de çima bibêjin "Na" parve kirin.
ÎDIR
Li Îdirê jî jin li Maydanoz Cafeyê hatin cem hev. Parlamentera HDP'ê Burcu Çelîk û gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Jinan bi dirûşma "jin jiyan azadî" berz kirin û bi muzîkê govend gerandin, 8'ê Adarê pîroz kirin.
MÊRDÎN
Li navçeya Nisêbîna Mêrsînê jin li avahiya HDP’ê ya Nisêbînê hatin cem hev. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, meclîsên jinan ên HDP û DBP’ê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek jin tevlî hevdîtina jinan a bi pêşengiya TJA’yê hat pêk hat bûn. Li salona ku pankartên “Dê bi berxwedana jinan azadî biserbikeve” û "Bijî yekitîya Jina" hatin daliqandin, jinan diruûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirim û strana “Na” a ji bo referandumê gotin.
Piştî rêzgirtinê Palamentera HDP’ê ya Mêrdînê Guler Yildirim nameyên ji girtîgehan hatine xwendin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk diyar kir k udi pêvajoya 15 salên îktîdara AK Partiyê de bi hezaran jin hatine qetilkirin, bi sedan jin hatine girtin û ji zarokên xwe hatin durxistin.
‘EM Ê TOLA HILWEŞÎNAN HILÎNIN’
Bîrlîk, da zanîn ku dem jin rêvedibin ji ber nikarin polîtîkayên xwe yên qirêj pêkbînin jinan hedef digirin û wiha got: “Em ê destûr nedin ku van xeyalên xwe pêk bînin. Em dizanin ku dê jin aştiyê bînin. Ji ber vê em ê di 16’ê Nîsanê de dengê xwe bikarbînin û tola hilweşînên li Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê hilînin.”
AMED
Jinên Amedê yên ku ji bo mîtînga sibê amade ne, esnaf ziyaret kirin û banga tevlîbûnê kirin. Jinên di dema ziyaretê de qerenfîl dan esnafan, piştî taxa Ofîsê ziyaretên xwe yên li Parka Koşuyolu, Rezan û Peyasê berdewam kirin. Jinên ku ziyaretên esnafan wekî meşê pêkanîn dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berzkirin.
LI SÛRÊ ŞAHIYA JINAN
Li taxa Çarikli ya Sûrê jî jinên li ber dahol û zirneyê hatin cem hev hevdîtina jinan pêkanîn. Jin bi cilên xwe yên gelêrî tevlî şahiya ku govend gerandin û tilîlî dan bûn. Di şahiyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknaz Uca axaftinek kurt kir û diyar kir ku berxwedana jinan a bi Clara Zetkîn destpê kir gihiştiya bi milyonan jinan.
Uca, bang li hemû jinan kir ku sibe saet di 11.00’an de li Qada Îstansonê kom bibin û tevlî mîtîngê bibin.
ÊLIH
Li Êlihê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), amadekariyên mîtînga 8’ê Adarê ya bi şîara “Bi berxwedana jinan dê azadî biserbikeve” 0ku dê sibe bê pêkanîn bi dawî bûn. Di mîtînga ku dê Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Ayşe car Başaran wekî axaftvan tevlî bibin de hunermend Mîzgîn Tahîr, Koma Rosîda û koroya zarokan dê derbikevin ser dike.
Paralemtera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî bang li hemû jinan kir ku tevlî mîtînda ku dê saet di 11.00’an de li Stadyuma Bajar a 16’ê Mayîsê pêk bê bibin û wiha got: “Serlêdana komîteya amadekar a mîtîngê erênî bû û walî destûr daye. Sibe dê li qada mîtîngê vîna jinan biserbikeve.”
Li aliyê din parlamenterên HDP’ê, nûnerên TJA, HDP û DBP’ê yên navçe û bajar, bi rojane ji bo mîtînga 8’ê Adarê tax bi tax kolan bi kolan xebatan didin meşandin.
MÊRDÎN
Di pêşengiya TJA'yê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi munasebeta 8'ê Adarê jin li avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bûn. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, endamên TJA'yê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek jin tevlî pîrozbahiyê bûn. Bername bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê nameya ku parlementera HDP'ê a Mêrdînê Gulser Yildirim ji girtîgehê şandibû hat xwendin.
'EM NAHÊLIN XEYALÊN XWE PÊK BÎNIN'
Parlementera HDP'ê a Şirnexê Leyla Bîrlîk ku di pîrozbahiyê de axivî da diyar kir ku di 15 salên desthilatdariya AKP'ê de bi hezaran jin hatine qetilkirin, bi hezaran hatine girtin, ji zarokên xwe hatine qutkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir "Erê ya ku ji referandumê derkeve dê bibe erêkirina qetlîamên jinan. Ji ber ku dijmin ji hêza jinê ditirse ev qas bi ser jinê de tê. Bi tunekirina jinê hewl dide desthilatdariya xwe bide berdewam kirin. Di roja îro de parlementeriya Fîgen Yuksekdag ku yekem û tekane hevseroka jin a meclîsê ye dixe. Ji ber ku dema rêveber dibin jin desthilatdar nikarin pergala xwe bidin meşandin . Em nahêlin ew van xeyalên xwe bi cîh bînin. Ji ber vê çendê di nîsanê de dema me dengê xwe bikar anî em ê heyfa Cizîr, Şirnex û Nisêbînê hilînin."
Birlîk anî ziman ku yên encama referandumê diyar bikin kurd in û wiha pêde çû: "Pêwîste herkes tişta ku dikeve ser milê wan bike û pêwîste em mêhvanên ku ji me re tên jî di derbarê referandumê de agahdar bikin."
Bîrlik her wiha bal kişand ser pêkanînên dewletê yên li gundê Xerabê Bava û got:" Em ê ji Xerabê Bava û tiştên li wir hatine jiyîn re bibêjin "Na"
Piştî Bîrlîk Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê Helîma Işik axivî û wiha got: "Heta niha jin di bin desthilatdariya zilam de bûm lê piştî keda Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jin bi xwe hesiyan û bi saya Ocalan em dikarin niha behsa azadiya jinê bikin."