Jinên hestan kêl bi kêl li ser berikan dinexşînin: Netirsin serî rakin

MUGLA - Jinên ku sala 2005'an li Datçayê bi awayek kolektîf Atolyeya Hunera Destan vekirin hestên xwe yên ku nikarin bînin ziman, kêl bi kêl bi berikên dinexşînin vedibêjin.

8 jinên kurd yên li navçeya Datça ya Mûglayê dijîn, di sala 2005'an de bi armanca aboriyeke alternatîf bi dest bixin Atolyeya Hunerên Destan vekirin. Jinên ku di nava jiyanê de nikarin hestên xwe binîn ziman, vê yekê kêl bi kêl li ser berikên dinexşînin didin der. Jinên ku berik, amûrên pêjgehê, xalxal, şal û cilan çêdikin her sal meha adarê dest bi kar dikin û tiştên çêdikin li atolyeyê difiroşin. Her wiha di meha Hezîranê de jî li pêşangehên ku li Datçayê vedibin tiştên ku afirandine berpêş dikin. Di mehên zivistanê de jî xebata xwe berdewam dikin û tiştên çêdikin ji bo havînê bifiroşin vedişêrin.

'EM BI RENGÊN XWE, XWE DIDIN NASÎN'

Ji van 8 jinan yek jê Zubeyde Çetînkaya (37) ye ku ji navçeya Kopê ya Mûşê ji ber pirsgirêkên aborî koçberî Datçayê bûye, diyar kir ku dema rewşa wan a aborî nebaş bû û wê jî dest bi lêgerîneke kar kiriye û wiha axivî: "Em 8 jin hatin cem hev û ji bo aboriyeke alternatîf me Atolyeya Hunerên Destan vekir û bi vê yekê hewl da ku aboriya xwe bi dest bixin. Dema ku me destpêkê atolye vekir ji ber axaftina kurdî em rastî pirsgirêkan hatin. Salên destpêkê weke dijmin li me dinêrîn. Heya ku me xwe da famkirin, em gelekî ketin nava hewldanan. Niha em bi rengên xwe, xwe didin nasîn."

'DI ATOLYEYA ME DE HIYERARŞÎ TUNE YE'

Çetînkaya, diyar kir ku di nav kargeha wan de jinan rihek kolektîf ava kiriye û wiha domand: "Dema em berikan dinexşînin hevgirtina me jî çêdibe. Jinên Datçayê her tim tên atolyeyê û alîkariya me dikin. Di navbera me 8 jinan de hiyerarşiyek tune ye. Hemû jinên ku tên atolyeyê xwedî heman mafî ne. Amûrên ku em di karê xwe de bi kar tînin ji xwezayê û bi derfetên xwe kom dikin. Tiştên ku kêm dimînin, em wan ji derveyî bajêr dixwazin.

'RENGÊN KESK, SOR Û ZER GELEKÎ TÊN FIROTIN'

Çetînkaya, da zanîn ku ew rengên ku bûne sembola kurdan gelekî bi kar tînin û wiha got: "Em rengên kesk, sor û zer gelekî bi kar tînin û li ser radiwestin. Bikirên van rengan jî bi taybetî turîst in. Ev reng gelekî balê dikêşin û tên firotin. Lê em tenê ji bo ku bên firotin van rengan bi kar nayînin. Em bi van rengan hesreta welatê xwe jî dikewînin.

'HESRETA KURDISTANÊ BI HEZKIRINEK MEZIN LI SER NEXŞAN VEDIBÊJIM'

Çetînkaya, anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve hînî çêkirina berikan bûye û wiha domand: "Dema ez zarok bûm li malê min li çêkirina berikan dinêrî û wisa fêr bûm. Niha ez hem li malbata xwe hem jî li zarokên xwe dinêrim. Ez hemû hestên xwe bi nexşandina berikan tînim ziman. Bêrîkirina xwe û bi taybetî hesreta Kurdistanê bi hezkirinek mezin li ser nexşê vedibêjim. Carinan hin tişt nayên bîra min, lê dema ez rûdinim ser dezgaha berikan tê bîra min. Cîhana xwe ya hundurîn kêl bi kêl li ser van berikan tînim ziman."

'BILA JIN LI HEMBER HER TIŞTÎ SERÎ HILDIN'

Çetînkaya, anî ziman ku dema jin aboriya xwe bi serê xwe dest dixin ev yek dibe hestek cuda û wiha axivî: "Ez nikarim hesta azadiya aborî pênase bikim. Ji ber ku em jin bûn, berê me nikaribû derkeve derve. Piştî ku me dest bi karê xwe kir niha em bi awayekî azad diçin her derê û dikarin her karî bikin. Tişta tune ye ku jin nikaribin bikin. Bila jin netirsin ji ber ku her tişt dema mirov azad be xweş e. Bila jin li hemberî her tiştî serî rakin. Dema me serî rakir, wê cîhan xweştir bibe. Bila jin li hemberî pergala desthilatdariyê li ber xwe bidin."

'ABORIYA TIRKIYEYÊ ENCAX BI AŞTIYÊ DIKARE BAŞ BIBE'

Herî dawî Çetînkaya got, hevsengiya aboriyê ancax bi aştiyê dikare pêk bê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em buhayê tiştên ku çêdikin, li gor keda destê xwe diyar dikin. Aboriya me heta 2 salên dawî gelekî baş bû. Lê piştî ku ji ber êrîş û tundiyê turîst kêm bûn, karê me ji rawestiya. Îsal gelek rojan bêyî ku em tiştekî bifiroşin me dezgehên xwe girtin. Dema aştî hebû, karê me gelekî baş bû. Aboriya Tirkiyeyê ancax bi aştiyê dikare baş bibe û ev aborî wê bi, 'Na'yê baştir bibe."