Ji her 4 jinan 3 jin nikarin heqê xwe bistînin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rapora Keda Jinê ya DîSK'ê ji her 4 jinan jê 3 jin nikarin heqê xwe bistînin û bêyî heqê keda xwe bistînin dixebitin.
DÎSK'ê di raporê de anî ziman ku jin ji mêr bêtir dixebitin û neviyê mêr heqê keda xwe digirin.

Li gorî Rapora Keda Jinê ya Konfederasyona Sendîkaylên Karkerên Şoreşger (DîSK) di rapora Keda Jinê de diyar kirin ku ji her 4 jinan jê 3 jin nikarin heqê xwe bistînin û bêyî heqê keda xwe bistînin dixebitin. DÎSK'ê di raporê de anî ziman ku jin ji mêr bêtir dixebitin û neviyê mêr heqê keda xwe digirin.
Di raporê de anîn ziman ku jinên dixebitin rojê 1 dolar û mêr jî rojê 2.27 dolar qezenç dikin û 11.5 milyon jin keda wan nayê dîtin. Di raporê de hat diyar kirin ku mêr li gorî jinê 2.5 qat zêdetir heq distînin. Di raporê de hat diyar kirin ku jin 5 qat zêdeyî mêr dixebitin. 11 milyon 45 hezar jin ji ber karê malê nikarin karê derve bikin û ev keda wan a malê nayê dîtin. Li Tirkiye ji her 4 jinan 3 jin bê heq dixebitin. Keda malê tu qîmeta wê tune ye.
Tirkiye di nava welatên cîhanê de di nava 145 welatan de di rêza 98'an de ye. Jin 1 dolar qezenç dikin, mêr 2.27 dolaran qezenç dikin. Di qada sendîkabûyînê de hêjmara mêr li gorî jinê zêdetir e.