STENBOL - Yasemin Çakal a di xweparastinê de hevserê xwe kuşt û hat girtin peyama 8'ê Adarê şand. Çakal, ji jinan xwest ku bibin yek û destê hev bernedin û piştevaniyê xurt bikin.
Yasemîn Çakal a ku rastî êrîşa sîstematîk a hevserê xwe Ozkan Kaymakli hat û di parastinê de hevserê xwe kuşt ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê peyama 8'ê Adardê şand. Yasemîn Çakal di peyama xwe de wiha got:
Jinên Can, Jinên Bi Rêz
Zêdeyî 3 salin ez girtî me. Temê ez li jiyana xwe xwedî derketim. Wekî din min tiştek nekir. Ez li benda roja ku ez xwe bigînim we me. Ez dixwînim û lêkolîn dikim. Ez bi jinên girtî re di axivim û sohbet dikim. Em li vir li hev xwedî derdikevin Hûn jî hev bigirin û li hev xwedî derkevin. Parêzerên min ên Feminist agahiyê we ji mere tîne. Heviya min ji piştevaniya jinan pir e. Rêya rizgariya me jinan têkoşîna hevpar û piştevaniye. Bijî 8'ê Adarê Piştevaniya jinê..."