ENQERE - Wekilên Jin ên HDP'î bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ketin grevê û li meclîsê dest ji kar berdan.
Wekîlên jin ên HDP'î li Meclîsê dest ji kar berdan. Wekilên Jin ên HDP'î bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ketin grevê. Parlamenterên jin ên HDP'ê yên nehatine girtin, piştgirî dan çalakiya Greva Jinên Neteweyî ya li zêdeyî 50 welatan pêk tê. Parlamenterên jin ên HDP'î di dîroka meclîsê de yekem jinên ku di 8'ê Adarê de dikevin grevê û dest ji kar berdidin. Jinan li deriyê Odeyên xwe nivîsên "Di grevê de ye" seliqandin. Wekîlên ku ketin grevê xebatên xwe yên li meclîsê rawestandin û beşdarî civîna Lijneya Meclîsê nabin. Dê li bajarê xwe beşdarî bername û şahiyên 8'ê Adarê bibin.