AMED - Li Amedê rojnamegerên dixwazin mîtînga 8'ê Adarê bişopînin ji aliyê polîsan ve tên astengkirin.
Li Amedê rojnamegerên dixwazin mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya li Qada Îstasyonê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk tê bişopînin ji aliyê polîsan ve têng astengkirin. Bi dehan rojnamegerên hatin noxteya lêgerînê bi hinceta "qertên zer yê çapemeniyê nîn e" tên astengkirin.
Hewldana ketîna qada mîtîngê ya rojnamegeran li noxteyên kontrolê berdewam dike.