Turkan Elçî: Ji bo mafê jinên bi çarikên xwe yên sipî ketin xwar...

AMED - Hevjîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin Turkan Elçî bi minasebeta 8'ê Adarê peyam şand. Turkan Elçî di peyamê de wiha got: “Ji bo mafê jina li kolanê bi çarika xwe ya spî ket xwar û jinên bermahiyên şer danîn ser milê xwe û derdixin derve û ji bo siberoja ku edalet, hiqûq û mafê jiyanê bi ser bikeve em dê her dem mafê xwe bixwazin."

Baroya Amedê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroyê civîna çapemeniyê pêk anî. Gelek parêzerên jin beşdarî civînê bûn. Hevsera Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin Turkan Elçî peyam şand. Koordînatora Mafê Jinan a Baroya Amedê Prz. Asli Pasinli peyama Turkan Elçî xwend. Elçî di peyama xwe de wiha got: "Ez ji bo ku di vê roja ji bo me gelek girîng e, ne di nava we de me xemgîn im. Li herêma me şerekî bê rahm û nav lê nehatiye kirin civakê mexdûr dike. Mirov nekare gotinan jêre peyda bike. Em tev dizanin berê me dane bîrek ku binê wê nayê xuyakirin. Di wê bîrê de bê hevî serdes te. Xwestin mirovan li hemberî van bûyeran kor, ker û lal bikin. Bi salan e li dijî me şerek tê meşandin û kurd bi awayekî xwezayî refleks nîşan didin.

Îro jin li çar aliyên cîhanê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê mafê xwe yê civakî, siyasî û aborî bînin ziman. Bi taybetî dê li Tirkiye mafê xwe yê rastî tundiyêt tên binin ziman. Lê li herêma me ne tenê jin, hemû civak rastî binpêkirina mafan tê. Li herêmê jinên ku rastî van pêkanînan tên ji serdestiya mêr wêtetir tiştekî din e.

Jinen ku zarok û hevserên wan hatin kuştin bar û berpirsiyariya wan hîn girantir bûye. Di cîhanek ku heta dawî ji şînê bijîn de hepis kirine. Ji bo em bibin dengê jinên di nava kolanan de wekî çiya hilweşe, Jinên ku zarokên xwe di daw û dêlên xwe de star kirine û jinên ku bermaniyên şer dane ser milê xwe ne pêwist e em kurd bin. Ev ji kurdbûnê wêdetir tiştekî wîjdanî ye. Ev helwestek mirovahî ye. Ji bo mafê jina li kolanê bi çarika xwe ya spî ket xwar û jinên bermahiyên şer danîn ser milê xwe û derdixin derve û ji bo siberoja ku edalet, hiqûq û mafê jiyanê bi ser bikeve em dê her dem mafê xwe bixwazin. Ez roja jinên Baroya Amedê piroz dikim."